Monday, June 2, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêber Apo Kongreya 12’emîn çawa rêvebir??

31/05/2025
in ROJEV
A A
Rêber Apo Kongreya 12’emîn çawa rêvebir??
Share on FacebookShare on Twitter

Serdar Star

Dengvedan û bandora Kongreya 12’emîn a PKK’ê dê heya çend salên din jî berdewam bikin. Ji ber ku ew nivîskarekî nû ye di dîroka Kurdistan û herêmê de. Ev kongre rasterast di bin perspektÎf û sîwana Rêber Apo de , ji bo qonaxek nû ya têkoşînê rêveçûye. Bi wateye ke din, ew ne tenê kongreyek xwedubarekirinê bû, ji bo pirsgirêkên rêxistinî . Ji ber vê yekê, bêhtir şîrove û nîqaş jêra pêvîste. PKK’ê di du şikeftên ku ji hêla gerîlayan ve hatine çêkirin û ji aliyê gerîlayan ve hatine parastin û birêvebirin, kongreye xwe lidarxist. Dibe ku hin hêz û dewletan planê wan hebûye ku pêşî li lidarxistina kongreyê bigirin, lê hesasiyeta li hember qonaxê nehişt ku niyetên xirab bigihîjin armanca xwe. Ev cara yekem bû ku PKK’ê li du cihên cûda, bi du diwana cûda kongreyek li dar xist, lê her du jî ji bo qonaxa pêşeroj gihîştin heman biryar û pespektifan

Di 26 salên borî de, Rêber Apo Îmrali veguherandiye akademiyeke ramanê ji bo nûjenkirin, pêşxistin û veguherînê. Ji ber vê yekê, em dikarin bêjin ku Kongreya 12’an jî li Îmrali hate rêvebirin, ku ev destkeftiyekê din a Îmrali bû. PKK ji ber rewşa ewlehiyê û dijwar a 10 salên borî nekarî kongreyên xwe lidar bixe, lê di heman şert û mercan de, Rêber Apo bêyî tu zehmetiyan çêbibe kongreya xwe ya 12’an amade kir û li dar xist.

Amadekariyên Rêber Apo çi bûn??

Ger kongreyek partiyê nikaribe bibe rêberek piralî ji bo qonax û pêşerojê, wê demê ew dibe kongreyekî rûtîn. Ji ber vêyekê Rêber Apo berê xwe ji hêla hişmendî, felsefî û siyasî ve amade kiribû, wî ji firsendeke herî piçûk jî sûd wergirt û bersiva daxuyaniyên Devlet Bahçelî da. Ji ber vê yekê, ji aliyekî ve, ew dixwaze guhertin nûbunên ku di ramana xwe de kiriye bixe pratîkê, û ji aliyê din ve, ew dixwaze baweriyê bide aliyê din û gelên Tirkiyeyê ku dikare qonaxek nû ya têkoşînê dest pê bike. Vê yekê piştrast kir, ne bi şer û tundûtûjiyê, lê bi rêbazên siyasî, qanûnî û destûrî ve. Di encam de karî bi çar caran hevdîtin kir û dewleta Tirkiyê îqna bike ku ew dikare PKK’ê ji bo kongreyê amade bike. Ji ber vê yekê, heya wan rojên kongre jî çêbûn, rayedarên dewletê hîn jî di gumanê de bûn ku ka raman û biryarên Ocalan dê bibin biryarên kongreyê an na. yan ji berovajîyê wî PKK û HPG weke têkoşîna xwe  berdewam dikin. Ji ber vê yekê, dewleta Tirkiye jî, mîna gelek kesan li Kurdistan û Ewropayê, matmayî ma ku çawa PKK heman ramanên Ocalan veguherand biryaran!!!

Rêber Apo hewl da ku bi rêya dîmenan, nivîsandinê û wergirtina raya komîteya amadekar a kongreyê beşdarî amadekariyên kongreyê bike. Li gorî agahiyan, di encamp de karî bi sê awayên cûda tevlî kongreyê bibe, bi vî awayî karî plan û projeyên aştî û civaka demokratîk ji her kesî re ragihîne û kongreyê bike derfeteke xurt ji bo qonaxa pêş.

PKK çawa karî ewqas zû yekîtiya zanistî û rêxistinî biafirîne?

hemû wan kongreyên ku di berê de hatine lidarxistin de, Rêber Apo gelek ked ji wan ra daye. Ango, ji amadekirina rapora siyasî ya kongreyê bigire heta dayîna fermanan ji bo rênişandan û çawaniya beşdarbûna qonaxan, ew di piraniya kongreyên din de wekî fizikî xwe amade nebû, lê wekî fikrî wî kongre bi rêve birin. Ev kongre hîn dijwartir bû, lê karîn di sê rojan de dawî bi karên xwe bînin.

PKK 26 sal in li ser ramanên Rêber Apo perwerde dibîne. Jiber wî ew  kesên ku difikirin ku Rêber Apo ji PKK’ê qutbuye, şaşiyeke mezin dikin, ji ber ku Rêber Apo di 26 salên borî de nêzîkî 25 hezar rûpel nivîsandiye û di encam de wan hemû pirtûkan weke amûrê perwerde kirina kadro, kongre û konfiransan hatine bikaranîn. Tê wê wateyê ku PKK hemû endam, kadro û alîgirê xwe ser wan pirtûkan perwerde kiriye. Ji ber vê yekê, kadro û rêveberên  PKK’ê dizanin ku rêberê wan çawa difikire, heman demê de jî Rêber Apo ji dizane ku bingeha rêxistinî û binesaziya wî çawa difikirin û têkoşîna xwe çawa dimeşînin.

10  sale çî nûjenî di fikirê Rêber Apo de ava bûne?

Her çend ew 35 sal in ramana siyasî û felsefî ya sosyalîst lêpırsîn dike jî. Lê wekî pîşeyek hertimi bi fikrê wî ewqas zîndî û xurt e, ku dikare bi berdewamî û nûjen bike. Ji ber vê yekê, di salên 1990’an de, Rêber Apo xwedîyê tevgera fikirî û felsefî ya herî xurt li Kurdistan û herêmê bû. Piştî girtin û  mayina wî ya di girtîgehê de, dîsa pêşengtî fikrî girt li ser milê xwe.

Pişra, piştî sala 2016’an ve, ew rastî tecrîdekî dijwar hat,  mafê hênasê jê re nehat dayîn û hemû peywendiyên wî bi cîhana derve re hatin asteng kirin. Lê dîsa jî wî aliyên xwe yên fikrî, felsefî û siyasî bêtir ji nû ve nirxand. Ev ji wisa dije ku di temenê 76 saliya xwe de di girtîgehê de bibêje ku ew ê berpirsiyariya  pêvajoyê rabike li ser milê xwe.

Ji aliyê fikirî û birdozî ve, careke din sosyalîzma pêkhatî bigire dest û binirxîne, da ku xwe û tevgera xwe ji sosyalîzma pêkhatî rizgar bike. Ji bo vê  rexneyên xwe li ser pêşengên sosyalîzma pêkhatî (ji Marks heta Mao) girantir kir bi taybetî di babetên Abûrî, çînayetî, pêşengtiya civakê, pirsê azadiyê, devlet Û deshilatdarî. Tiştê ku weke encam ji dîroka 150 salî ya sosyalîzma zanistî û avaker girtiye, ezmûna Komuna Parîsê ye. Ev tê wateya kûrkirina komunan, têkoşîna ji bo civakek komunal û israrkirina li ser rûbirûbûna modernîteya kapîtalîst. Ev yek dê hemî hêzên çepgir, sosyalîst û Marksîst hêzdar bike ku xwe ji nû ve binirxînin, û Slavoder Žižek, wekî çepgirek jiber wî pesna hevışdanê wî dide. Ji ber vê yekê, di pêşerojê de em ê bêtir bi têgeh û hevokên sosyalîzma civakî û komunan re rû bi rû bimînin, bi vî rengî ji raman û felsefeya sosyalîzma pêkhatÎ û çepgiriya klasîk xilas bibin.

Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkkirina Rojhilata Navîn û teza jiyana hevbeş a gelan de, ew bi dewleta neteweyî hîn zelaltir û bi biryartir tê saheya pratîkkirinê. Jiber wê ji fesih kirina PKK’ê weke gava yekem bi serkeftî rêvebir.  Di encamê de hemû devlet-neteweyan armancin, jibo  ku hemû dewletên neteweyî werin biçûk kirin û nebin asteng li pêşiya têkoşîna neteweya demokratîk li her çar perçeyên Kurdistanê. Di qonaxa yekem de, Bakurê Kurdistan û Tirkiye, Sûriye û Rojava jî bêtir bûne mijarên nirxandinê, lê di pêşerojê de wê ser başûr, rojhilat, Şengal û Ewropa belav bibe û dê bibin beşek ji qonaxên pêşerojê, lê ne weke şêwazê berê ya PKK’ê . Ji ber vê yekê, yên ku xwe hilweşandinê wekî poşmanbûn fam dikin, divê zû hişê xwe lêkolîn bikin, wekî din ew ê ji karwanê qutbibin.

Ji bo ku pirsgirêka neteweyî di sedsala borî de baştir were fêmkirin û ji rewşa eliqandin û dewletparêziya sîstema kapîtalîst xilas bibe. Divê pirsgirêka Kurd êdî di destê hêz û dewletan de nemîne û bi çarenûsa wê nelîzin. Ji ber vê yekê, li şûna teza mafê çarenûsî yê neteweyan, Rêber Apo dixwaze ku gelê Kurd li derveyî çareseriyên dewletbûnê li ser çareseriya xwe ya demokratîk biryar bide. Di demên dawî de, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê, di xeta neteweya demokratîk, Rêveberiya Xweser a Demokratîk û jiyana azad a bi pêşengiya jin û ciwanan de gelek serkeftin û destkeftî bi dest xistiye, di rûxmê hemû kemasî û nebesiyan. Bi gotineke din, ger di demên berê de hin kesan digotin ku tiştên ku Ocalan dibêje xeyal in û şansê pêkanîna wan tine ye, lê piştî serkeftina wî li rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ev rêbaz dê bibe rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd. Gelek kesan şaş fêm kirin dema ku Rêber Apogot ku ti çareseriyên dewlet-navendî (konfederasyon, federalîzm û otonomî) qebul niye. Ev her sê şêweyên çareseriyên dewletparêziyê ne di çarçoveya mafê çarenûsî yê Neteweyên Yekbûyî de, ku di bingeh de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bin serdestiya modernîteya kapîtalîst de ye. Ji ber vê yekê, tiştê ku dê di pêşerojê de, di xeta modernîteya demokratîk de, li ser were xebitîn, nêzîkatiya neteweya demokratîk e ji bo çareserkirina pirsgirêka neteweyî. Ji bo vê  wî careke din dîroka Kurdan û tevgerên wan ên di sed salên borî de xwendiye, û guhertin û veguherînê wekî pêdiviyek heyî di wan de dibîne.

Ew weke her tim israr li ser xeta azadiya jinan û parastina jîngehê dike, ji ber ku jin di guhertinên bingehîn ên li Kurdistan û Rojhilata Navîn de roleke mezin dilîzin. Ji ber vê yekê, erkê kesayetiyek sosyalîst û civakek sosyalîst li hember azadiya jinan û azadiya civakê çi ye, xûdi çî hêzin taybetmendiyan zelaltir dibe? Ev aliyê sereke yê têkoşîna pêşerojê ya Rêber Apoye, ku tê vê wateyê ku jin dê di vî warî de qadên têkoşînê yên bêtir li pêşiya wan vedibe.

Mijareke din a girîng rewşa heyî ya herêmê ye, bi taybetî encamên şerên li Xezzeyê, Lubnanê, Sûriye û Yemenê. Ya balkêş ew e ku Rêber Apodibêje ku gel min Îslam wekî siyaset û rêveberî ji sedsala 18an vir ve demê wan xelas buye. Îslama heyî Îslama siyasî ye. Ew dibêje ku ew Îslama kapîtalîst e, ji bilî wêrankarî tişteke din ji gelên Rojhilatan Navîn bixwera nayine. Ligel  wêrankirina Xezzeyê, Filistînê, Lubnan û Yemenê re, li aliyekî din lihevkirina sedam miliyar dolar ya devletên misilman dibînÎn. Wî demî tegîna Îslamê kapîtalîste deha pirtir ber çavê me zelal dibe bi wî wêrankarî ku îslamî siyasî di herêmê da avakirye.

Xalek din a girîng meseleya çek danîn û çawaniya parastina civakê ye. Gelo gelê Kurd gihîştiye wê qonaxê ku dikare bêyî şerê çekdarî xwe biparêze? Wekî ku gelek caran hatiye dubarekirin, Kurd ji çekan û şerê çekdarî hez nakin, lê li hember wêrankirin, hilweşandin û tunekirinê, neçar mane ku çekan hilgirin, ango parastina xwe ya rewa kirye. Gaveke xeternak e, lê ew pêdiviya qonaxa din e.

Aliyê sereke yê vê mijarê ew e ku meriv asta têkoşîna gelê Kurd bizanibe. Divê gelê Kurd di qonaxa pêş de çawa xwe biparêze? Ji bo vê armancê, xwerêxistinkirin û xurtkirina têkoşîna girseyî û demokratîk, da ku kes nikaribe tiliya xwe nîşanî Kurdekî û şervanekî azadiyê bide. Aliye duyem  Dewleta Tirkiyê jibo gerentiya çekdanînê çÎ guhertinên qanûnî dike? Ji ber vê yekê niha behisa komîsyona 100 endamî ya ku ji şeş partiyên siyasî pêk tê tê nîqaşkirin da ku destûrê biguherîne û hin qanûnan (qanûnên yek dewlet, yek netewe û qanûnên dijî terorê) betal bike. Ew her wiha danîna qanûnên nû û şopandina pêvajoyê ye (qanûna çareserkirina pirsgirêka Kurd wekî peymanek nû di navbera gelê Kurd û Tirk de, azadiya girtiyan û azadiya siyasetê li ser navê Kurdan were kirin).

Ya herî girîng, Rêber Apo êdî naxwaze gelê Kurd li kêlekê û wekî muxalefetek pasîf û bêbandor be, lê dixwaze di navenda bûyer û rêveberiyê de be. Ji aliyekî ve, ev garantiya parastin û pêşveçûnê ye, û ji aliyê din ve, gelê Kurd êdî wekî biyanî, parçekirî û cudakar nayê dîtin, ku ev yek dê li ser bingeha felsefeya jiyana demokratîk were bicîh kirin. Bi vî rengî, ji Kurdan tê hêvî kirin ku pêşengiya Rojhilata Navîn a demokratîk bikin, bi vî rengî herêma me ji şer, pevçûn, bêçalakî û dogmatîzmê rizgar dibe û wê rê jıbo modernîteya demokratîk vebe .

Hemû gavên Rêber Apo di hemû dem û serdeman de ber bi civakê ve ne, ne ber bi dewlet û desthilatdaran ve, bi taybetî ber bi civaka Kurd, dost û gelên azadîxwaz ve ne. Ji ber vê yekê, em çiqas Rêber Apo fam bikin, ewqas em dikarin projeyên wî jî bicîh bînin. Bi gotineke din, Rêber Apobi tena serê xwe ne xilaskar û ne jî superman e heya ku gelê wî, şervanên azadiyê û şervanên demokrasiyê piştgirîya wî nekin û têkoşînê di heman alî de pêşve nexin. Pêşbînî û xwendinên Rêber Apo yên li ser pêvajoyê pir rast in. Ger li kêleka wî têkoşîn û xebat were kirin, serkeftina wan misoger e.

Post Views: 50
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.