Asya Weşûkanî
Rêber Apo peyamek pir giring û dîrokî da û got: Pêdivî bi peymaneke nû ya li ser bingeha xwişk-biratiya gelan heye. Carke din jî bal kişand ser xuşk û biratiya gelê Kurd û Tirk a dîrokî, ji beriya hezarê salan û got: Gerek dawî li şerê bira bira yê di navbera, gelan de were û bi taybet jî bal kişand ser şerê xuşk û biratiya; Kurd û Tirkan û dawî lêhatina wê bi peymaneke, aşîtîyane û ava kirina pergala demokratîk. Ev jî têye wateya ku ew biratîya ku di navbera, Kurd- Tirkan de hatiye xerab kirin careke din gerek were sererast kirin. Rêber Apo cardin jî bal kişandiye ser dîroka, Kurd- Tirkan a demdirêj û gotiye ku, tişta ku em îro dikin; veguherîneke mezin a paradîgmayê ye. Tişta xerabûyî têkiliyên xuşk û biratiyê ne, şerê hev dikin lê xuşk û bira bêyî hevdû jî nabin. Ev çend hevokên Rêber Apo ên ku teyisîn, çepemeniyê gelek mijarên sereke û bi hurgilî digirin nava; xwe de û mirovan didin lêhurbûn kirin.
Ji xwe weke têye zanîn gelê Kurd û Tirk her li hemberê, hêzên êrîşkar ên derve di heman sengerê de şer kirine û hevdû parastine. Dema ku Rêber Apo niha qala xefkan û mayînan dike, yan jî qala xerab kirina têkilîyên xuşk û birayan dike xerab kirine, mayinên hatine danîn yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerabbûyî sererast dikin. Ez jî vê wateyê li hevoka Rêber Apo bardikim û dibêjim: Gerek weke du netewên xuşk û bira dawiyê, li lîstokên derve bînin û bi hêza xwe û aqilê xwe yê cewherî; pirsgirêkên xwe çareser bikin û yekitiya xwe ya du netewên, yekbûyî nûjen bikin û bikin malê Rojhilata Navîn û tevahî Cîhanê jî. Ji bo ku dawiyê li sîxuriya ji hêzên derve re jî bînin ji bo ku, aşîtiyeke mayendî di hermêmê de jî çêbikin. Û dema ku Rêber Apo dibêke: Ê ku em dikin li hevhatin û rakirina dijminatiya 200, salên dawiyê ye 200 salên dawiyê ku bi destên hêzên; sudmend ên ku ser erd û bin erdê herêmê tev mijan û talan kirin.
Niha jî dema ku Rêber Apo dest bi hewildana çareseriya, aşîtiyane û demokratîk dike gerek were zanîn ku wê gelek; engel û kelem derkevin pêşde û wê hêzên derve her bi xwazin, ku tengezariyan bi afirnin û paşde bixin. Ji xwe wê hêzên tarî jî têkevin dewrê de û tişta ku, Rêber Apo hişyarî dikir jî ew destên tarî ên ku gelek bûyer bi destê wan; hatine pêkanîn û hîna jî têne pêkanîn. Ji xwe Rêber Apo balê dikişîne ser bûyerên susret ên, ku heyanî niha hatine çêkirin û dibêje: Perçeyên pirên xerabûyî ger neyên çêkirin wê, bi temamî birizin û têkbiçin. Naxwe gerek demeldest ew xefik werin xerab, kirin û mayîn yek bi yek werin rakirin ji bo ku; ew pir jî werin rastore kirin û her du gel hevdû efû, bikin û xuşk û biratiya xwe nûjen bikin. Ger ku weke min got nebe jî tekez wê, pirsgirêkên Kurd- Tirk hîn kûrtir û xwînîtir bibin. Weke ku têye dîtin her kes pêvajoyê bibaldarî, dişopîne û mereq dike bêka wê çawa guhertin û veguhertin; kêlî bi kêlî bêne çêkirin.
Em weke netewa Kurd di serdemeke çawa re derbas, dibin û çawa jiyan dikin her kes vêya dibîne lê her kes vêya his nake û li xwe jî; mukur nayên û rastiyan bi zimanê xwe îfade nakin. Û hin kes jî serdema aşîtiyê ji bo xwe weke tunebûn, hesab dikin û hewil didin ku pêvajoyê xerab jî bikin. Ew kes çi Kurd bin çi jî Tirk bin bê ferq û cudayetî, xerab karin û gerek werin rawestandin. Ji xwe ger ku kesayetên wiha tunebana tekez wê çima şer û gengeşe, hebana û çima wê qala aşîtiyê hatibaya kirin? Lê tekez gerek em wan kesên ku xwe li ser şer didin, jiyan kirin ji bîrve nekin û ne jî wan piştguh bikin ji ber ku ew her ji; ser ya xwe danayên û hedefê wan jî diyare û civak jî, haj li wan heye bêka çidikin û çawa bûne hosteyên xerab kirinê. Lê tekez gerek ji hêla her du gelan ve jî ew kesana, werin naskirin û hesab ji wan yek bi yek were xwestin.
Yadin jî gerek gelê Kurd û gelê Tirk haj li siyeseta, dijminane ya ku li ser xuşk û bira têye meşandin û wan; bi hevdû didin kuştin hebin û li hemberî weê siyaseta qatil, bibi xwedî helwest sekin. Gerek ji hêla her kesekî ve were zanîn ku yekem, Rêberê ku di cîhanê de li pêşiya şer û gengeşeyan bûye; engel û kevirê asê yê riya tofana şer de. Weke ku têye zanîn Rêber Apo ji destpêka şoreşê de û heyanî, roja niha her li pêşiya şerê dirinde bûye kevirê astengê; li pêşiya şerê dirinde û bêpîvan. Ji ber ku Rêber Apo gihaşte qinyata ku desthilatdarî û tundî şer, bi xwe re tîne xuşk û bira jî bi hevdû didin kuştin û talan kirin. Mirov didît ku Rêber Apo gelekî hêrs dibû ji şerê, di navbera herdû gelên ku bi sedsalan yekpare bûn û li hemberî hêzên derve hevdû diparastin; çawa bûn dijminên hevdû û şerê hevdû kirin. Û ev jî weke bibû weke birîneke kûr ku her xwîn rijî, dikir û qet baş ne dibû.
Rêber Apo her xwestiye ku ji wan her dû gelan re bibe weke, navbêncî û rola pira aşîtiyê ji bo her du gelan. Weke ku têye dîtin Rêber Apo dinava van 52 salan de, kedeke pir mezin daye û ger ku Rêber Apo banga, li hevhatin û agirbestê kir jî sedema xwe jî ewe ku naxwaze; şer û kuştin hebin lê her carê bersiva înkar û îmha dihate ferz kirin. Weke encama jî wê şer û rijandina xwînê hatiba, ferz kirin û em gihaştin 52 salan. Ji xwe gelek şexsiyetên xêrxwaz û meylên wan, ji aşîtiyê re jî hebûye hebûn lê mixabin gelek ji wanjî; bûn qurban ji kesên xwedî hişmendiya şer xwaz û faşîst re. Li kêleka hewildanên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewildanên gelek serok û rayedarên; dewleta Tirk jî çêbûn û gelek ji wan jî hatin wenda kirin. Ji xwe gelek rayedar û fermandaran jî ne wêrîn dengê xwe jî, derbixin û fikarên xwe yên ji bo çareseriyê jî; bînin ziman û helwesta xwe deynin holê.
Weke ku têye zanîn ciyê ku hişmendiya tundî û şer, lê serwer be tekez wê dengê wekhevî û azadiyê lê neyê; bilind kirin û her wê fikir û ramanên mirovan werin çewisandin. Ji xwe niha jî heman tirs berdewam dike û hişmendiya Hadis, xwedayê şer hîna jî agirê şer geş dike û qet naxwaze ku; aşîtî û xuşk û biratiya gelan pêk were. Dema ku Rêber Apo xemgîniya xwe ji bo wefata, qasidê aşîtiyê û biratiya gelan a birêz Sirrî Sureya Under tîne ser ziman; wê demê mirov his dike bêka Rêber Apo çiqasî ji bo birêz Sirri xembar û dil bi şewate. Rêber Apo dibêje: Tirkiya mirovê xwe yê herî demokrat wenda kir û balê, dikişîne ser kesayeta Sirri û hîna ku gelek tişt hebûn; gerek bihatana gotin ji ber ku ji Rêber Apo famdikir û aşîtî û demokrat xwaz bû. Û wê demê mirov hîn baştir têdigihêje bêka rewşa, dewleta Tirk û rêjeya wê ya demokrasiyê heyanî ku kîjan pieleyê ye.
Ji xwe Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi şandeya, Dem Partiyê re jî gotiye ku emê wî bidin jiyandin û ev jî têye wateya ku; em ê di hedef û armancê wî ên ji bo aşîtî û xuşk û biratiya gelan de îsrar bikin. Birêz Sirri Sureyya Under di tevahî temenê xwe de, her mirovekî çalak û demokrat hez bû. Û ji bo aşîtiyê gelek zehmetî dîtin û tekoşîn kir û her, weke mirovekî demokrat û azadî xwaz têkoşiya. Û weke ku têye zanîn gelek caran jî ketiye, zindanan de û di dawiyê de jî li ser şopa heqîqet û aşîtiyê; gihaşte şehadetê. Tekez gerek em jêre bibêjin şehîd ji ber ku di riya, cîhada aşîtî û demokrasiyê de jiyana xwe ji; dest da û ev jî tekoşîneke pir pîroze. Dema ku Rêber Apo wesfa têkiliyên Tirk-Kurd an dide, balê dikişîne ser têkiliyên destpêka hatina Tirkan; a Anatolyayê û ji bo dema niha jî rexne dike û weke dijminatiya xuşk û biratiyê, bi nav dike û dibêje: Gerek dawî li wê dijminatiyê were anîn
Niha weke ku têye dîtin Partiya Karkirên Kurdistanê PKK’ ê, kongra xwe çêkir û pergala xwe weke partiyekê fesix kir; lê gerek were zanîn ku erkên herî giran jî di serdemên wiha, de têne destpê kirin. Gerîla hewildide ku xwe weke rêxistineke, sosyalîst(Enternasyonalîst) bi rêxistin bikin û tevahî gelan bigirin nava xwe de. Û li aşîtî û demokrasiya cîhanî bigerin û weke civaka, mirovahî bi komî tekoşîn bikin û dawiyê li; şer û tundiyê bînin. Û weke ku me li ser ekranên medyaya civakî dît û şopand, bêka çawa fermandar, rêvebir û şervanên PKK’ê yek; bi yek derketin ser dika kongrê û nerîn û helwesta xwe bi zelalî dane diyar kirin. Ev jî ciyê hurmet û teqdîrê ye. Lê pirseke wiha têye serê mirovan de gelo hewldanên, dewleta Tirk çine ji bo çareseriyê û çiqasî di warê zagonî de; guhertin çêkirine? Her çiqasî hewildanên birêz Receb Teyip Erdogan û birêz, Dewlet Behçelî ên erênî hebin jî lê gavên wan ên; piratîkî gelekî lawaz û kêmin yan jî tenê bi hin daxwiyaniyên, nerm re sînordar dimînin.
Tekez ev jî ne têrkerin li gorî vê demê û gerek, bi lez bibin xwedî hewildanên piratîkî û zagonî. Ez weke tak hewildanên wan têrker na bînim û dibêjim: Gerek heyanî niha hem di nava perlemanê de û hem jî, dinava civaka Tirk de gelek hewildanên ber bi çav kiribana û gavên; erênî avêtibana lê mixabin hîna dihizirin û wê rewşa wan, demê bipaşde bixîne. Weke ku em dibînin hîna jî li herêmên gerîla, lêdanên asimanî têne çêkirin û hîna jî şehadetên; gerîla hene û bi çekên, kîmyewî jî têne kirin. Û weke ku me li Rêber Apo guhdar kir ku dibêje: Xwişk û bira şerê hev dikin lê yek ji wan bêyî yê din nabe. Em, xefikên ev têkilî xerab kirine, mayinên hatine danîn yek bi yek paqij dikin, rê û pirên xerab bûyî sererast dikin. Ev jî peyamên xwestina lihevhatinê û biratiyê ne, naxwe çima dewlet gavên ber bi çav navêjin. Bi rastî dema ku mirov li hevokên zêrîn ên Rêber Apo, guhdar dike mirov ji dewleta Tirk û rayedarên wê gelekî hêrs dibe û ji mirov re; pir lawaz tên.
Cardin jî Rêber Apo ti kesekî ji bîrve nake û silavên xwe, ji her kesî re dişîne û dibêje: Di şexsê Alain Badiou ve Slavoj Žižek de spasiyên xwe pêşkeşî rewşenbîrên bi rêya şandeya me ji min re û ji bo pêvajoya aştî û xwişk-biratiyê peyam û hêviyên piştevaniyê şandine, dikim. Bi hêviya ku em hevdu di xebatên hevpar ên enternasyonal û sosyalîst de bibînin. Peyama Rêber Apo her çiqasî şandeyê kurt dabe jî, lê gelekî têr û tijî bûye û mirovan pir dide lêhurbûn kirin. Ji xwe dema ku mirov parêznamên Rêber Apo xwendibin qet mirov, zorahiyê na bîne lê ku parêzname ne xwendibin gelekî; tengav dibin û nirxandin û şiroveyên Rêber Apo ji re giran tên. Mirov diker li ser her peyveke Rêber Apo çend rûpelan, xêz bike ji ber ku pir kûr nirxandin dike û mijaran bi gelemperî; digire rojeva xwe de û dinirxîne. Şiroveyên Rêber Apo ên ji bo birêz Sirri jî gelekî bala, mirov dikişand û dida lêhurbûn kirin ji ber ku; Rêber Apo gelek qîmet dida birêz Sirri û gotiye ku dixwest, ku hin tiştan bibêje.
Wiha ji mirovan re tê ku Rêber Apo di warê ruhî de, fikir û ramanên mirovan dixwend û şirove dikir û nexasim ku mirovên jîr û zana bana. Bi rastî ti kesî bi qasî Rêber Apo nikarî mirovan, keşif bike û bide wesif dan. Ji xwe Rêber Apo gelekî çavnas û baldar bû. Dema ku bi kes re tevdigerya û dan û standin dikir, hîn baştir ew dinasîn û weke lênûsekê dikarî hizir û fikarên wan; bixwîne û hêza wan a cewherî derxîne eyanê û şirove bike. Ev jî huner û zekaya bê hempa ya Rêber Apo ye û taybetmendiya, wî a ku li cem kêm însanan heye.Teybetmendiya herî balkêş jî a li cem Rêber Apo, ku her tiştî lêpirsîn dike û heyanî vê rojê wiha; hatiye û serkeftî bûye. Ew taybetmendî û xisletên Rêberê gelê Kurd, Abdullah Ocalan ji bo me jî rênîşandane ku em jî li ser ronahiya wê; xwe bigihînin serkeftinê û erka xwe li hemberî Rêber Apo, pêkbînin û layiqî keda wî bibin. Bijî Rêber Apo. Bijî yekitî û xuşk û biratiya gelan. Jin jiyan azadî.





