Kemal Necim
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salên dawî de xebat û karên çandî geş bû ye, her wiha her dem gelek çalakiyên cur bi cur têne lidarxistin. Lê tişta ku tê dîtin ku xelk pir tevlî van çalkiyan nabe. Ji xwe tê zanîn ku yek ji hêmanên sereke yên çalakiyên çandî beşdarbûna gel e, bêyî beşdariyê ti çalakî nagihêje armanca xwe.
Li aliyekî din, weke tê dîtin ku naveroka çalakiyên çandî pir qels e, dubarekirî ye û hêmanên nûjenî û nûkirinê têde tune ne. Ji bo serkeftina her çalakiyeke çandî yan hunerî hin hêmanên sereke hene ku bêyî wan tu çalakî bi serkeftî nayên lidarxistin.
Ya yekem, divê alî û saziyên ku çalakiyê li dar dixin, ango dezgeh û saziyên ku bi kar û barên çandî ve mijûl dibin, kes û desgehên têgihiştî bin, siyaseteke wan a çandî û rewşenbîrî ya diyar hebe, li gorî wê jî plansaziyeke wan a tekûz hebe. Halê hazir desteyên çandê yên li herêmê û berpirsên desteyên çandê, ne kesên pêkhatî ne û pirê caran ti têkiliya wan bi karên çandî tune ye û ne rewşenbîr in.
Duyem, divê mijar û naveroka çalakiyên çandî bi awayekî tekûz were hilbijartin û amadekirin, ango divê armanca çalakiyê diyar be, beşa civakê ya ku çalakî ji bo wan hatiye lidarxistin diyar be. Lê di rewşa heyî de çalakî bê armanceke diyar têne lidarxistin, lewma wê berê xwe bide kîjan beşê civakê jî ne diyar e.
Sêyem, hilbijartina kesên ku dê mijarên çalakiyê û naveroka wê pêşkêş bikin. Hilbijartina mêvanan pêvajoyek girîng e, û divê bi baldarî were kirin da ku çalakî bi ser bikeve û bigihîje armancên wê. Hilbijartina mêvanan ji bo çalakiyên çandî hewce dike li gorî bandor û zanebûna wan be, divê di warê çandê de kesayetên bibandor bin û di mijara çalakiyê de pispor bin da ku cemawereke berfireh kom bike û nirxê çalakiyê baştir bike. Ya çarem jî, pêwîste di ragihandinê de çalakî bi awayekî têr û bi bandor were belavkirin.
Li gorî van têbîniyan, van rojên dawî li bajarê Reqayê çalakiyeke çandî bi navê Festivala Firatê ya Wêjeyî hate lidarxistin. Agahiya pêşî di der barê çalakiyê de roja lidarxistina çalakiyê di ragihandinê de hate belavkirin, ango ev çalakî ji hêla cemawer ve nehatiye bihîstin û nasîn, lewma mirov nikare gazinan bike çima cemawer beşdar nabe.
Li gorî navê çalakiyê ew festîvaleke wêjeyî ye, lê di bernameya festîvalê de gelek çalakiyên din ên ku têkiliya wan bi wêjeyê re tune ye hene. Ev jî diyar dike ku kesên ev çalakî lidarxistine der barê karê xwe de ne zana û pispor in.
Mêvanên çalakiyê ne li gorî pisporî û şarazayiya wan hatine hilbijartin, lê belê li gorî dostanî û nasîbûnên kesane hatine vexwendin. Her wiha armanca sereke ya vê çalakiyê ne zelal e, ka çima hatiye lidarxistin. Ji ber tê zanîn ku Festîvala Reqa ya Wêjeyî heye wê piştî çend mehan were lidarxistin, lewma lidarxistina vê festîvala niha, weke çalakiyeke bê armanc û tenê ji bo lidarxistina çalakiyekî û derbaskirina demê û kêf û wensê hatiye lidarxistin.