Ronaz Silêman/Qamişlo
Hunermendê xurfanî Eyûb Esed ew mîna hemû hunermendên Kurd ji zarokatiya xwe ve meraq û hizkiriyê hunerê bû. Hunermend Eyûb diyar kir ku tevî ew ne xwedî berheme, lê hunera xurfanî kiriye bingeha hunera xwe û got; “Xweseteka min heye ez kilîpekê ji rengê “Xurfanî ku jê re tê gotin; “filklorê beriya Mêrdînê” çê bikim lê derfetên min kêm in.
Kurdistana ku bi destê neyaran bûye çar perçe, li her perçeyekê xwe bedewiyeke folkloriya Kurdî nîşan daye û di nava deriya xwe ya huner û hunermendiyê de dewlemend e. Her perçeyek ji Kurdistanê bi hezarên serpêhatiyan ava kirine û domandina roja me ya îro. Hunermendên kurd jî her tim xwe deyndarên welat û vegera Kurdistaneke serbixwe dîtin e, li ser vê bingehê bûne xwedî berhem û qada huneriyê pêş xistin e. Her çiqas gelê Kurdistanê bindestê neyaran bûye, ewqasî vegotinên xwe bi hunerê re pêşkêş kirin e, qedexeya ku li ser jiyana wan û gelê wan hatibû jî, bi hunerê ji cîhanê re vegotin e, ya herî pîroz jî çand û folklora Kurd bi keda wan hate parastin.
Li ser şopa hev xwedî li hunera gelê xwe derdikevin
Hunermendên Kurd li ser şopa hev xwedî li folklora xwe derdikevin, da ku ew folklora wan mîna gelek folklorên cîhanî bi demê re neyê windakirin. Yek ji wan hunermendan Eyûb Esed e.
Kurtejiyana hunermend Eyûb Esed
Hunermend Eyûb Esed ku bi bavê Varoj tê naskirin, di sala 1974’an de li gundê Xirbe Sirt ê girêdayî Tilbirak ji dayik bûye. Zarokatiya xwe li gundê Xirbe Sirt qedandiye. Her wiha xwendina xwe ya seretayî jî li dibistana Ismayîl Toqan a taxa Xiwêran a bajarê Hesekê xwendiyê.
Eyûb di sala 2007’an de ji gund derdikeve û berê xwe da bajarê Hesekê û li taxa Salihiyê neştecih dibe. Dema ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê di sala 2012’an de tê lidarxistin, ew berê xwe dide bajarê Qamişlo û ji wê demê heya niha li bajarê Qamişlo jiyan dike.
Esed mîna her hunermendekî Kurd ji zaroktiya xwe ve meraq û hizkiriyê hunerê dibe û li ser şopa dibistana hunermendên nemir Yûsivê Çelebî û Hiznî Şêxî ku bandora wan pir bû li ser wî hebû, dest bi xebatê hunerî dike, êdî rêya hunermendiya wî ji wir tê destpêkirin. Eyûb di hunera xwe de mewal û xurfanî bingeh digire. Di heman demê de lêdana tembûra xwe jî bi xurfanî lê dide.
Carnan hezkirin têrê nakê, ji ber astengî dibe kelem e
Eyûb tevî ku xwedî dengekî zêrîne û hezkirina wî ji hunerê re mezin e, lê derftên wî nebûn ku ew bi xwe berheman çê bike, ji ber kar dikir, da ku dabara jiyana xwe û zarokên xwe bike, ji ber ew bavê 2 keç û 2 xortan e. Herwiha li ser xwe zehmet didît û digot; Karê hunerî û karên cûda bi hev re nabin. Lewra diviyabû ku ew rêya kar hilbijêre û xwenên xwe yên huneriyê veşêre. Di heman demê de Eyûb ji ber ku li gund jiyan dikir bi karê çandinî, sewaldarî, koçerî û karên cuda cuda mijûl dibû, ev hemû rê li ber jiyana wî ya hunerî digirt.
Eyûb di 8 saliya xwe de dest bi vegotina stranan kir û di sala 2000’î de dest bi lêdana tenbûrê kir. Lêdana tenbûra xwe jî bi rengê xurfanî lê dide.
Hunera xuefanî çi ye?!
Xurfanî folklora bi desta ye, tenbûr tenê ye, tu alavên muzîkê yên din pê re tune ne, stranên wê giran in, dîlana wê ya mila ye, her kes jî nikare vê dîlanê bike, bi taybet ji bo nifşên nû ev rengê hunerê pir zehmet e. Her wiha tenbûrên berê yek perçe bûn û xwedî dengekî bilind bûn, ew tenbûr niha kêm bûne, lê tenbûrên niha perçe perçe bi hev tên çêkirin û ne xwedî dengê bilind in. Folklor bi wate ye, lê ne her kes wateya wê nas dike.
Hunermend Eyûb Esed derbarê jiyana xwe ya hunerî de ji Rojnameya me re axivî.
Eyûb jiyana berê bi nexweşiyê anî ziman û diyar kir ku çend salin rewş ber bi xweşiyê ve diçe û wiha got: “Jiyana min di destpêkê de bi nexweşî li ser min derbas bû, lê ji salên 2000’î û şûn de êdî rewş ber bi başbûnê ve çû. Her dem jî xwestekên min hebûn ku ez bi xwe berheman çê bikim, lê derfetên min bi min re nebû alîkar”.
‘Folklorê beriya Mêrdînê’
Esed eşkere kir ku xwesteka wî heye kilîpeke bi rengê xurfanî çê bike û wiha got: “Xwesteka min heye ku ez kilîpekê ji rengê “Xurfanî” çê bikim ku jê re tê gotin; “folklorê beriya Mêrdînê” ku tê de şal û şap, cilên ku çanda kurdan pê diyar dibe, hebe. Her wiha heger hunera xurfanî neyê gotin wê bi demê re ber bi windabûnê ve biçe, niha nifşên ku li dû me derkevin nizanin ku ev stranên xurfanî yên kevin ên kê ne, ji ku hatine û çawa çêbûne, lewra ez hunera xurfanî vedibêjim ku bi nifşan re bidim xuyanîkirin ku folklora vê herêmê yê beriya Mêrdînê heya Şengalê bi vî rengî bû”.
‘Hunera kevin mîrasekî dîrokî ye’
Eyûb Esed diyar kir ku hunera Kurdî ya kevin mîrasekî ku nayê windakirin û wiha got: “Hunera Kurdî ya kevin tu carî winda nabe, bi hezarên salan wê stranên wê werin gotin. Ji ber ku ew ne stranên demikî ne. Lê muzîka nû deng nade, 10 rojan li stranên nû tê guhdarkirin û winda dibe, sedemên wê ew e ku mijar ji stranê re tune ye. Dema di dîrokê de stran tê gotin divê mijara wê hebe. Lê stranên kevin ev sedên salan ji bîr nebûn e, ji ber ku ew xwedî bûyer û mijar in. Her wiha niha jî bi pêşketinên heyî re her 10 rojan straneke nû derdikev û nabe ku di 10 rojan de stran werin çêkirin”.
‘Şoreşa Rojava derfeta jiyaneke nû ya huneriyê bû’
Eyûb Esed axaftina xwe wiha qedand: “Min nû dest bi hunera xwe ya rastîn kiriye, berê min ji xwe re nedikir kar, ji ber her dem mijûlî karên cuda cuda bû. Hem jî rêjeke tarî ya Baas rê li pêşiya me digirt û qedexeya hunera me dikir. Lê Şoreşa Rojava derfeta jiyaneke nû ya huneriyê bû. Hunermendên ku distrên divê ku hindirê wî paqij be û kîn di dilê wan de tune be, ji ber ku her tiştî bi rêya hunerê tînin ser zimanê.”