Amara Baran/Qamişlo
Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn (Îsmaîl Nazlikul) di 27 Gulana 2020’an de di êrişeke hewayî ya dagirkeriya Tirk de li Biradostê şehîd bû. Wî 35 salên xizmeta xwe ya di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi şehadetê tacîdar kir. Wî bi rûmet xebata bênavber, hilberîn û parvekirinê ji derdorê xwe re veguhest.
Fermandar Qasim Engîn , ku di têkoşîna xwe ya zêdetirî 35 salan de bi şev û roj, ji bo ku bibe milîtanekî rastîn ê Rêber Apo xebitî, xwe li gorî paradîgmaya Rêbertiyê perwerde kir û her tim hewil da ku çêtir û xweşiktir bike, jiyana xwe li ser perspektîfa Rêbertiyê ya ‘Rastî Tevahî ye’ ava kir, bi hişmendiya ku tevlîbûna PKK’ê tê wateya tevlîbûna Rêbertiyê, û ev yek jî tevlîbûna ramanên Rêber Apo ye.
Qasim Engîn kî ye?
Qasim Engîn di sala 1966`an de li navçeya Mereş pazarcixê ji dayîk dibe di emrekî biçûk de malbat koçê Almanyayê dike û dibistana seretay li wê dixweynê û piştê 15 salan derbasê welat dibe. Di sala 1985’an de tevgera azadiyê nasdike û di sala 1989 ‘an de li Awrupa tevlî Tevgera Azadiya Kurdîstanê dibe. Li qada Ewropayê xebatên ciwanan, çand û hunerê, dîplomasiyê dimeşîne. Di sala 1990’î de ji bo xwe bi rastiya gelê Kurdistanê re bike yek, û ji bo derbasî qada Rojhilata Navîn ya Rêber Apo lê bû bi israra xwe ser dikeve û li qada Rêbertî perwerde dibîne. Şehîd Qasim li Başûrê Kurdistanê jî li herêmên Behdînan, Bradost û Qendîlê kar dide meşandin.
Di temanek ciwan de PKK’ê nas dike
Fermandar Kasim di temenek ciwan de PKK’ê nasdike û di sala 1985’an de berpirsiyartî digre ser milê xwe û erkê xwe yên welatparêziyê pêk tîne. di sala 1989 ‘an de wek şoreşgerek dil wêrek tevlî refên PKK’ê dibe û di qada Evrûpa de xebatên ciwana, çand û hûner û Dîplomasî dide meşandin di nav xebatan de hezkirina xwe di dile herkesekî de çêdike. Fermandar Kasim li ser daxwaz û bi israra xwe derbasê qada Rêber Apo dibe. Di sala 1990’î de daxwaza wî pêk tê derbasê herêma Lûbnanê ku akademiya Mahsûm Korkmaz dibe li wê Rêber Apo ji nêz ve nasdike.
Fermandar Qasim di roportajek de behsa naskirina xwe bi Rêber Apo re dike
Min di Mijdara 1990’î de bi Rêber Apo re hevdîtin kir. Dema ku em ji Lubnanê çûn Bekayê, min Rêber cara yekem ji nêz ve dît. Civîna yekem bi merasîmekê pêk hat. Ew bi nîqaşên Kongreya 4-an re hevdem bû. Ji ber vê yekê, dema ku ez çûm kampê, Rêber Apo piştî nêzîkî 15 rojan hat. Nêzîkî 400 heval di kampa me de hebûn. Dema ku serok hat, merasîmek mezin hate lidarxistin. Dema rêber gihîşt, di merasîmê de hin kes hebûn ku li ser hişê xwe ve çûn. Min ev yek berê jî bihîstibû, lê gava min bi çavên xwe dît, bi rastî ez matmayî mam. Dema ku wî di merasîmê de destê xwe dirêj kir ji bo silavkirinê, min ji nêz ve dît ka Rêber çiqas bi heybet e û min heyecaneke mezin hîs kir.
Nirxandinê Rêber Apo gelek bandor limin kir
Min berê di pirtûkan de li ser Rêber û sosyalîzmê xwendibû. Ev tenê hewldanek teorîk bû. Dema ku min di civînekê de di pêvajoya kampê de li nirxandinên Rêbertiyê guhdarî kir, min ji xwe re got, “Bijî Sosyalîzm.” Nirxandina wî ya li ser bingeha mirovperweriyê pir bandor li min kir. Dema ku wî bi mînakên ji dîroka me û ezmûnên xwe rave kir, min karî çêtir fam bikim ka çima sosyalîzma rastîn hilweşiya.
Xebatên çapemeniyê de kedek bê hempa dimeşîne
Tekoşer Kasim Engîn ku ji bo ragihandina Kurd û jiyana entelektuel gelek ked û renca wî hebû. Têkoşîna Azadiyê bi berdêlên mezin dimeşe û şehadeta Kasim Engîn bû delîl û nîşana vê yekê. Keda di ber ragihandina Kurd de dayî, kar û xebatên wî yên li ser dîrokê ku berê gelê Kurd zêdetir da têkoşîna azadiyê û xebatên wî yên ji bo vê têkoşînê, ji aliyê ragihandina Kurd û gelê Kurd ve rêz û hurmeta mezin bû. Xizmeteke mezin ji bo ragihandina Kurd kiriye, ked daye û hewl daye. Fermandar Kasim bi Tempoya xwe ya xebatê de dê ji bo xebatkarên ragihandina Kurd her tim nimûneyek bê hempa bû.
Tevgera azadiya Kurdistanê bi cîhanê dide naskirin
Fermandar Kasim demek dirêj berpirsiyartiya HPG-BÎM’ê dike . Diwî demê de propagandayê bi bandor yên Gerîllayê azadiya kurdistanê li welat û çarparçeyên cîhanê dike, da ku tevgera azadiya kurdistanê rast bide naskirin. diwirde xebakî serkeftî dide meşandin. her wiha fermandar kasim di xebatê hevgirtina Malbatê Şehîdan de jî cîh digre û di her şert û mercê de serkeftinê ji bo xwe esas girt. Bi dîsîplîna xebatê û şewaza ku afirand, pêşengitî jî xeta şehîdên PKK’ê re dike.
Hafîzeya Tevgera Azadiya Kurdistanê bû
Fermandar Qasim, dema ku bi salan li çiyayên Kurdistanê wekî gerîla dixebite , bê guman yek ji wan waran bû ku di nav partiyê de herî zêde lê çalak bû, xebata îdeolojîk li ser bingeha belavkirin, ravekirin û fêmkirina paradîgmaya Rêber Apo û felsefeya Rêber Apo ji hêla tevahiya civakê ve, hatibû organîzekirin. Bi hewildaneke pir mezin bi dijwarî dixebite û berheman diafirand. Di perwerdehiya çapemenî û weşanê, akademî û hemû warên xebatê de roleke sereke dileyize. Hertim girîngî dida aliyê îdeolojîk yên qadroyan.
Dîrok niha ye
Heval Qasim, lêkolîner û pratîsyenekî baş e, perspektîfa PKKê ya ji nû ve nivîsandina dîroka Kurd û Kurdistanê û afirandina pêşerojek azad û wekhev wekî rêberê xwe girtiye û di nivîsandina dîroka azadîxwaz a Kurd û Kurdistanê bi giştî de beşdarîyên mezin kiriye. Wî xwendinên xwe yên dîrokê di tevahiya jiyana xwe de entegre kir, her kêliyê bi felsefeya dîrokê ya Apoîst re tevn kir, û hewlek bênavber da ku dîroka Kurdistanê bîne hişê xwe û bi awayekî rast şîrove bike. Ji bilî gelek dersên ku wî li ser vê mijarê dane, pirtûka ku wî amade kiriye, ‘Dîrok Niha ye – Dirok Nihaye mîrateya herî hêja ye ku wî ji me re hiştiye.
Fermandar Qasim ku girîngiyeke taybet dida xebatên ajîtasyon û propagandayê, bi awayekî sîstematîk hewl da ku felsefeya têkoşînê ya Tevgera Azadiyê bigihîne beşên berfireh ên civakê. Wî girîngiyeke mezin da xebata nivîsandina dîroka partiyê, bîrdozî, wêje, şehîd û jiyana azad a di xeta Rêber Apo de bi tevahî, û beşdarî amadekirina gelek broşur, gotar, nivîsar û lêkolînên ser mijarên cûrbecûr bû.