Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da

28/05/2025
in NÛÇE
A A
 Rêxistina Sara li dijî kuştina jinan daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya Ser Jinan bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan bi tundî şermezar kir û banga cezakirina kujeran kir.

Bi beşdarbûna Kongra Star, Meclisa Malbata Şehîdan û bi dehan jin, Rêxistina Sara A têkoşêna li dijî Tundiya li ser jinan li bajarê Qamişlo daxuyaniyek ji bo raya giştî da, di daxuyaniyê de kuştina jinan şermezar kir û banga cezakirina kujer û sûcdaran kir.

Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Perwerdeyê a Rêxistina Sara Têkoşîn Mihemed bi zimanê Erebî hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li gel zêdebûneke tirsnak a kuştinên jinan li çar aliyên cîhanê, ji bo eşkerekirina van tewanan, ku binpêkirina eşkere ya hemû prensîbên edalet û mirovahiyê ne, bilindkirina dengê xwe bûye ferz. Ev ne tenê bûyerên takekesî ne, lê belê berhema sîstemeke cudakarî û şîdeta sîstematîk in ku ji bêdengiya civakê xwedî dibe.Ev encama bêcezatî û çandên ku serdestiya mêran pîroz dikin û nirxa jiyana jinan bêbandor dikin.

Rapor nîşan didin ku hejmara qurbaniyên şîdeta li ser bingeha zayendî gihiştiye asteke metirsîdar, bi hezaran jin jiyana xwe ji dest didin.An şîdeta navmalî, an şantajên madî û exlaqî, an jî bi tenê redkirina jinan ji bo daxwaza mafên xwe yên bingehîn di hin civakan de. Laşê jinekê vediguhere meydaneke şer ku tê de xwîn li ser navê adetên kevnar an olên tahrîfkirî tê rijandin. Kuştinên jinan ji çarçoveyeke berfirehtir a cudakariya sîstematîk a ku jinan di tevahiya dîrokê de êş kişandiye, cuda nînin. Çanda xwedîderketinê jinan wek milkê malbat an mêr dibîne, ev yek jî dihêle ku ger ew ji sînorên destûr derkevin, jiyana wan wek amrazek wêranker were hesibandin.

Bi karanîna gotarên olî an civakî ji bo rewakirina tundûtûjiyê, wek mînak hevoka “veşartin” an “şerm”, Ku jinê berpirsiyarê sûc dike ne sûcdar. Her kuştina jinekê ne tenê windakirina kesekî ye, Berevajî vê, ew hilweşandina tevahiya malbatan e, ji ber ku zarok bê dayik dimînin û trawma birînên psîkolojîk ên mayînde dihêle. Diyar dikin ku jin di malên xwe de jî xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Nebûna cezayan sûcdaran teşwîq dike ku sûcê xwe dubare bikin.

Bidawîkiribna van diyardeyan destwerdaneke lezgîn û xurt di hemû aliyan de dixwaze, her wiha em ji aliyê têkildar daxwaz dikin ku:

1-Hesabpirsîna ji berpirsyarên van sûcan û sepandina cezayên herî giran li wan da ku rê li ber zêdebûna hejmara kuştinan bigire.

2-Hemû qanûnên ku cezayê kuştinê bi hinceta “parastina rûmetê” sivik dikin, betal bikin.

3-Hesabkirina tawanên tundûtûjiya li ser bingeha zayendî wekî “tawanek li dijî mirovahiyê” ku cezayên giran heq dike.

4-Bi awayekî hesas li hember pirsgirêkên şîdeta li dijî jinan tevbigerin.

5-Kampanyayên medyayî yên wêrek bêdengiyê dişkînin û platformek didin qurbaniyên tundûtûjiyê.

5-Parastina şahid û jinên rizgarbûyî ji zextên civakî yên ku wan neçar dikin ku dest ji gilînameyê berdin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev hate gotin: “Em bang li wijdanê cîhanî jî dikin: Kuştina jinan ne meseleyek herêmî ye û ne jî taybetmendiyek çandî ye, lê belê sûcek e ku li dijî peymanên navneteweyî ye. Kujer ne qehreman in, lê sûcdar in, û çareserî ne di bêdengkirina qurbaniyan de ye, lê di darizandina sûcdaran de ye. Em ê nehêlin ku dîroka mirovahiyê bi rengê xwîna jinan were nivîsandin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.