Amara Baran/Qamişlo
Çalakiya Dayikên Şemiyê ku di 27’ê Gulana 1995’an de destpêkiribû li seranserî cîhanê bandorek mezin kir. Dayikên Şemiyê yên ku zarokên wan û mirovên wan ji aliyê dewletê ve hatibûn revandin ji bo ku agahî li ser wan bigrin her hefte li qada Galatasaray li hev dicivin. Çalakî heta roja îro jî bi awayekî girseyî dewam dike.
Yekemîn kombûna dayikên şemiyê
Koma Dayikên Şemiyê ji kesên ku mirovên wan an jî zarokên wan ji aliyê dewlet, cerdewanan û qiruçiyan ve hatine kuştin û revandin pêk tê. Di navbera salên 1980 û 1995’an de li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê sedan kes hatin revandin û kuştin. heta roja îro jî xwediyê wan hindahiyan tu agahî jiwan nagrin.
Dayikên Şemiyê li dijî windakirinên bi darê zorê û cînayetên siyasî yên li Tirkiyeyê di dema derbeya leşkerî û salên 90’î de, her şemiyê çalakiya rûniştinê ya bêdeng û nobeda komînal li dar dixin. Ji bo balê bikişînin ser rewşa xwe, malbatên windahiyan komeleya bi navê Dayikên Şemiyê avakirin û dest bi çalakiya rûniştinê ya heftane kirin. Dayikên Şemiyê cara ewil di 27ê gulana 1995’an de bi daxwaza “Bila windahî bên dîtin û kiryar bên cezakirin” li meydana Galatasaraya Stembolê li hev kom bûn. Ji vê rojê û vir ve her roja şemiyê bi qurnefîl û wêneyên windahiyan li heman derê kom dibin û xwepêşandanên rûniştinê çê dikin.
Dayikên ku 4 sal in her roja Şemiyê hatin cem hev, di 13’ê Adara 1999’an de ji ber êrîşên polîsan hevdîtinên xwe rawestandin. Di 31ê Çileya 2009an de bi wêneyên windahiyan ji nû ve hatin cem hev û bi xwepêşandanên xwe yên aştiyane berdewam kirin.
Çalakî bi 4 malbatan dest pê kir
Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî heta îro mirov tên windakirin. Dayikên Şemiyê ku bi laçikên xwe yên spî, qerenfîlên sor ên di destê wan de û hilgirtina wêneyên windakiriyan tên nasîn û ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û kiryar werin darizandin ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Meydana Galatasaraya Stenbolê çalakiya Roja Şemiyê li dar dixin. Çalakiyê ewil bi 4 malbatan dest pê kir û di nava du hefteyan de hejmar bû 30 malbat. Di wan demên ewil de polîsan bi dehan car êrişî çalakiya dayikan kir. Dayikên Şemiyê guh nedan êrişên polîsan û her hefte derketin Meydana Galatasarayê û li aqûbeta zarok û xizmên xwe pirsîn. Her ku êriş li dijî dayikan dihat kirin û dayik bi israr derdiketin meydanê her wisa hejmara beşdaran a çalakiyê jî zêde dibû. Dayikên Şemiyê ango malbatên windakiriyan bi binçavkirin, êriş, îşkence û mudaxeleyan re rûbirû man. Dayikên Şemiyê ji ber zext û zordestiya dijwar a polîsan neçar man ku di 13’yê adara 1999’an de navberê bidin çalakiya xwe. Piştî bi salan şûn ve Dayikên Şemiyê di 31’ê Çileya 2009’an de li Meydana Galatasarayê kom bûn û ji wê rojê ve bênavber çalakiya xwe didomînin.
25’ê Tebaxa 2018’an di hefteya 700’an de Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylû çalakî qedexe kir. Li ser vê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li kuçeya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Stenbolê li ber avahiya wê didomînin.
Li gorî komeleya mafê mirovan
Li gorî komeleya Mafên Mirovan, di navbera 1992 û 1996 de, 792 windakirin û kuştinên bi darê zorê yên dewletê li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê hatine ragihandin. Di wê demê de bi taybetî li ser herêmên kurd rewşa awarte hatibû îlan kirin û ji aliyê cendirme, polês û cerdevanan gelek kiryarên şîdetê, yên keyfî û neqanûnî rû dan. Bi vî rengî ne tenê bi hezaran gund hatin vala kirin, lê gelek kes winda bûn an bûn qurbanê kuştinên nediyar. Piraniya wan hê jî nehatine ragihandin
Di çalakiyê de 20 kes hatin binçavkirin
Dayîkên Şemiyê dema ku dixwastin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Dema ku endamên TOP’ê û parlamenterên CHP’ê li cadeya Turnaci Başi hatin ba hev û meşiyan ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li vê derê şopandina rojnamegeran hat astengkirin. Piştî wê Dayikên Şemiyê û parêzavanên mafên mirovan, li cadeya Îstîkalalê meş li dar xistin. Dema ku hatin qadê Dayikên Şemiyê di meşa xwe de israr kirin, dorpêç derbas kirin lê belê careke din ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştî dorpêçê di nav de seroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin, nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafên mirovan 20 kes bi kelebçeya ji paş ve hatin binçavkirin.
Polîsan bi gaza bîberê êrîşî dayikan kir
Dayikên Şemiyê 25’ê Tebaxa 2018’an xwestin çalakiyek girseyî li dar bixin. Bêyî ku sedemek were nîşandan girseya li meydana Galatasarayê kom bûn bi qedexeya Wezareta Karên Navxweyî re rûbirû ma. Polîsan êrişî dayikan kir û 23 kes hat binçav kirin. Polîsan piştî wê yên ku çûn di kafeyan de bi gazên bîberê êrîşî wan kirin û kesên din jî xistin binçavan. Der barê 46 kesan de bi hinceta ‘Muxalefeta Qanûna Meş û Xwepêşandanan’ hatin tewanbarkirin û doz li wan hat vekirin. Xwişka Hasan Ocak ê ku di sala 1995’an de di bin çavan de hat widakirin, Mesîde Ocak ji rastî êrîşê hat û dayika wê Emîne Ocak a 82 salî jî rastî tundîya polîsan hat. Masîde Ocak der barê hêzên erkdar û amîran de gilî kir. Serdozgeriyê biryara di lêpirsînê de cih nagire da. Piştî wê serlêdana dadgeriya Sulhê ya Ceza ev îtiraz red kir û Masîde Ocak ev doz bir AYM’ê.
Mafan binpê dikin
Dadgeha bilind îdiaya ku ‘nêzîkatiya xirab’ red kir hikum kir ku mafê lidarxistina çalakî û meşan binpê dikin hikum kir, enceq li ruxmê biryara AYM’ê dorpêça li qada Galatasarayê nehat rakirin. Lê belê bi zêdegiya dengan biryar hat dayîn ku li gorî madeya 34’an a destûra bingehîn mafê civîn û çalakiyên ku tên lidarxistin mafê wan hatiye binpêkirin. Di serlêdana seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî dadgeha bilind de mafê lidarxistin, civîn û çalakiyê tê binpêkirin bi zêdehiya dengan hat hikumkirin. Li dijî biryara dadgehê li ruxmê ku biryara AYM’ê qaymeqamtiya Beyogluyê teblîx kiriye destûr nadin Dayikên Şemiyê çalakiya xwe li dar bixin.
Strana navdar ji bo windahiyan
Yek ji stranên herî navdar “Beni Bul Anne” ya Ahmet Kaya ye. Ahmet Kaya ku ji ber gotina “Ez ê bi Kurdî bistrêm” hatibû lînçkirin û di 16ê mijdara 2000an de li Fransayê di 43 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dabû, ev stran di sala 1995’an de weşand. Stran behsa windayên di girtîgehê de dike û pir caran bi girêdayên bi Dayikên Şemiyê re tê xwendin.