Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’

21/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Zubeyde Zumirud diyar kir ku Kampaniya Gerdûnî ya bi dûrişmeya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’ deng veda û wiha got: “Armanc ji vê kampaniyê ku fişar li dewleta Tirk were kirin da ku bi cidî tevlî pêvajoya aştiyê bibe.”

Di 14`ê Gulanê de kampaniya gerdûnî ya bi dûrişmeya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’ hate destpêkirin. Herwiha armanc vê kampaniyê ku fişar li dewleta Tirk were kirin da ku bi cidî tevlî pêngava aşîtiyê bibe. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Zubeyde Zumirud ji Rojnameya me re axivî.

‘Armanca kampaniyê ku fişar li dewleta Tirk were kirin’

Zubeyde Zumirud di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Di sala 1999’an de, di encama Komployeke Navneteweyî de ku gelek hêzên navneteweyî tê de cih girtin, Rêberê Apo hat revandin û radestî dewleta Tirk hat kirin. Ev 27 salan li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê meşandin û di pêvajoya 27 salan de têkoşîneke mezin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd hate kirin. Herwiha di 10’ê Cotmeha 2023’an de gelê Kurd û dostên wan ên li cîhanê bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî,  pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” kampaniyeke cîhanî da destpêkirin. Kampanya bi armanca bidawîkirina sîstema qirkirin û îşkenceyê ya li ser Rêber Apo hatî ferzkirin. Di nava vê kampaniyê de gelek pêngav û çalakî cûr bi cûr hatin lidarixistin. Lewma di 14`ê Gulana 2025’ an de kampaniya gerdûnî ya bi dûrişmeya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînim’ hate destpêkirin. Armanc vê kampaniyê ku fişar li dewleta Tirk were kirin da ku bi cidî tevlî pêngava aşîtiyê bibe.”

‘Pêwîst e dewleta Tirk gavên piratîk bavêje’

Zubeyde Zumirud  da zanîn ku piştî banga Rêber Apo  ya bi navê Aştî û Civaka Demokratîk  PKK ê di navbera 5-7’ê Gulanê de 12 emîn Kongreya xwe li darxist û wiha pê de çû:  Weke tê zanîn di  27`ê Sibatê de Rêber Apa bangeke dîrokî bi navê Aşîtî û civaka dîmokratîk kir, ev banga Rêber Apo a dîrokî kete rojava cîhanê de û gelek welatên cîhanê destek dane vê banga dîrokî. Helbet ev tenê têr naka pêwîst e ku dewletên navdewletî fişarê li deweleta Tirk bikin da ku ji aliyê xwe ve gavina piratîk bavêje. Em bi tevahî dizanin ku Partiya Karkerê Kurdistan PPK`ê li ser banga Rêber Apo di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û dest bi pêvajoyeke nû kir. Herwiha ev pêvajyoya ku PKK`ê da destpêkirin pêvajoyeke dîrokî û nûbûna gelan ne. Di heman demê de bi sedê sala ya ku PKK’ têkoşîn û berxwedaniyeke bêhempa ji bo civaka dîmokratî dide meşandin.”

‘Xebatên me berdewamin’

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê Zubeyde Zumirud wiha bi dawî kir: “Xebatên me ji kampaniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bike û gelek pilansaziyên me hene. Herwiha di dema pêşî de em ê wan pilansaziyan bi çapemeniyê re parvebikin û hineke nîqaş me dane meşandin. Ew nîşqaş ketin çapemeniyê lê bingeha wê hîn gavan datîne. Kar û xebatên bi rengekî berdewamdikin. Ev kampanya ku hem li Tirkiyê û hem jî li qada navneteweyî bi hev re tê meşandin, bingeha pêvajoyeke nû ya demokratîk ava dike.”

Post Views: 23
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir
CIVAK Û JIYAN

Pirojeya Zifitkirina Bajarê Dêrikê dest pê kir

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.