Zekî Bedran
Weke ku tê zanîn PKK’ê xwe fesih kir û dawî li şerê çekdarî yê li dijî Tirkiyê anî. PKK’ê bi vê biryarê çeka “têkoşîna li dijî terorê” ji dewleta Tirk girt. Ji ber ku dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya înkar û îmhayê, çewisandin û terora li ser Kurdan bi veşartina li pişt hincetên weke “têkoşîna li dijî terorê” dimeşand. Ji ber ku niha PKK’ê hat hilweşandin û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê hat rawestandin, divê dijminatî û dijbertî bê rawestandin û sînorkirin. Her wiha divê jêrzemîna siyasî û zagonî bê avakirin û di nava pergalê de cihê kurdan bê vekirin. Ji bo vê jî pêwîste Rêber Apo bi awayekî azad bixebite û pêvajoyê bi rêve bibe. Lê hikûmeta AKP’ê di vê mijarê de ti gavên berbiçav neavêtiye. Di derbarê guhertinên zagonî de hîn însiyatîf û pêşveçûnek tine ye. Dewleta Tirk di bin navê têkoşîna li dijî terorê de dest bi dagirkirina Sûriyê kir. Herêmên weke Efrîn û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Li dijî Kurdan qirkirina etnîkî hate kirin. Di ser hilweşîna rejîma Baas’ê re meh derbas bûn, lê gelê ku ji warên xwe hate koçberkirin hîn jî destûr nayê dayîn ku vegere. Gef û çalakiyên dijber ên Tirkiyê yên li dijî Rêveberiya Xweser jî didomin. Kes nikare bi teqezî bibêje ku dê pêşeroja Sûriyê çawa be. Destûra bingehîn û şêwaza hikûmetê ya ku HTŞ heta niha derxistiye baweriya ti kesî pê nayê. Di vê serdema ku HTŞ di asta herî qels û dijwar de bû jî, xwe ji komkujiya Elewiyan dûr nexist. Nabe ku bê gotin ku êrîşên li dijî Durziyan bi tevahî rawestiyane an jî ewlehî pêk hatiye. Peymana ku bi Rêveberiya Xweser re hatiye îmzekirin wê çawa were pêkanîn û çawa were dagirtin, nayê zanîn.
Hîn xeteriya gef û komkujiyên li ser kurdan ji holê ranebûye. QSD di rewşa heyî de hem ewlekarî û hem jî pergala demokratîk a avabûyî yekane parêzvan û garantor e. Heya niha teqeziya destûra bingehîn nîne. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew Sûriyeke demokratîk dixwazin û wê bi vê re bibin yek. Peymana ku hatiye îmzekirin pênaseya zelal a vê ye. Desthilata şamê pejirand ku QSD dê tevlî artêşa Sûriyê bibe, bi feraseta ku du artêş di yek dewletê de nabe. Lê, ev beşdarbûn ne ji bo belavkirinê, ji bo parastina avahiya xwe ya bingehîn e. Li gorî rewşa Sûriyê, QSD’ê bi weke xwe niha dikare weke hêza parastina gelê herêmê bimîne. Avahiyeke wisa ku hatiye avakirin, sînor parastiye û ewlehiya gel pêk aniye, cudaxwaziyeke QSD jî nîne. Li gorî rewşa taybet a herêma xweser û Kurdan, QSD dikare parastina herêmên ku lê ye bike. Ev nayê wateya artêşeke cuda. Ew dihêle ku wekî beşek ji artêşê ku ew pê re girêdayî cih bigire. Weke îhtimal, HTŞ dikare bi vî awayî bi Rêveberiya Xweser re lihevkirinekê bike. Lê ya ku ji destpêkê ve li hemberî vê yekê asteng û li ber xwe dide dewleta Tirk e. Li dijî hemû deskeftîyên Kurdan a li herêmê, cîhanê disekine û asteng dike. Lê niha li Tirkiyê dibêjin ku ew amade ne di bin navê biratiya kurd û tirkan de bibin yek û eniya navxweyî xurt bikin. Li ser vî bingehê çûn Îmraliyê. Rêber Apo jî ji bo derfetê bide vê pêngavê berpirsyariyeke dîrokî girt ser xwe û biryara bidawîkirina têkoşîna çekdarî da. Eger PKK’ê hatiye hilweşandin û şerê çekdarî bi dawî bûye, çima ev dijbertiya Kurdan li Sûriyê, lêgerîna têkbirin û bê rêxistin hiştina wan didom e? Rojhilata Navîn ne herêmek pir ewle û aram e. Tişta ku hat serê Filistîniyan diyar e. Her wiha çima dewleta Tirk hîn jî HTŞ’ê li hemberî Kurdan dihilbijêr e? Nêzîkî Tirkiyê ne yan zêdetir alîgirê pergalekê demokratîk in?
HTŞ’ê hê jî di lîsteyên rêxistinên terorê yên DYA, Ewropa û Neteweyên Yekbûyî de ye. Wan HTŞ ji listeya rêxistinên terorî dernexistiye ji ber ku wan jê bawer nakin. Lê ti kes li cîhanê QSD’ê weke terorîst pejirîn e. Ev hêz ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hate avakirin û bi hevpeymana navdewletî re xebitî. QSD’ê ji bilî parastina xwe û gelê herêmê ti xebateke din nekiriye. Tirkiye bi girêdana wan bi PKK’ê re dixwaze hemû pêkhate û destkeftiyên ku Kurd jî beşeke wan in, bike armanc û tine bike. Biratiya di nav Tirkiyê de û dijminatiya li derve de diyar e û ne gengaz e kurd razî bibin. Divê dewleta Tirk ew qas destwerdana karûbarên navxweyî yên Sûriyê neke û zextê li HTŞ neke û nebêje ku wê Rêveberiya Xweser tasfiye bike. Pêşbînîkirina geşedanên li Rojhilata Navîn ne pêkan e. Bi awayekî neçar Trump li Erebistana Siûdî bi Ehmed Şera re hevdîtin kir. Da zanîn ku ew ê ambargoya li ser Sûriyê rakin. Daxuyaniyek wiha da, hêzên Ewropî û hevkarên hevpeymanê ji xwe dûr xist û kiryarekê wiha pêkanî. Helwesta HTŞ’ê ya bi israr û mezin dibe li hember herêma Rêveberiya Xweser wê çawa be? Ev ne zelal e. Ya ku tê zanîn hewldanên Erdogan ên ji bo bêbandorkirina kurdan û bêrêxistinkirina wan e. Ev tê wê wateyê ku Kurd di bin gefa qirkirinê de ne. Pêwîste gelê Kurd û herêma xweser û hêzên demokrasiyê li hember xeterî û geşedanên gengaz çalak û amade bin.





