Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desmal ji jiyana jinê girîngtir tê dîtin

21/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Di pey Bangeke dîrokî re!
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale       

Li hinek civakan destpêka keç destpê dikin serên xwe digrin, wan pîroz dikin. Dibe ku ji bo wê lihevdû kom nabin pîroz nakin lê belê li ser asta kesayetî wê pîroz dikin û pê şa dibin. Li wê desmalê tê nêrîn mîna ku ew ê jinê biparêze û hemû pirsgirêkên wê çareser bike. Di rastiyê de jin dema desmal da serê xwe êdî ew di çavên malbat û civaka xwe de mezin bûye û êdî wê xwazgîniyên wê werin. Ne girînge temenê wê çiqase, piştî wê serê xwe girt êdî divê bizewice. Keç jî çima di temenekî biçûk de desmalê didin serê xwe? Gelek sedemên vê yekê hene lê bele sedema bingehîn zextên civakê ne. Desmal êdî gihîştiye asta bi exlaq ve tê girêdan. Keça serê xwe bigre ji ya servekirî baştir tê dîtin. Hinek dayîk hene difikirin ew çiqasî zû keçên xwe fêrbikin desmalê bidin serê wan ew xêrê dikin. Dayîka ku keçên wê di temenekî biçûk de serê xwe bigrin mîna wê xwe ji civakê re isbat kiriye ku misilmaneke baş e.

Keç dema ku temenê wê dibe 12 salî û hîna pora wê dixuyê mîna ku gunehan dikin û her tim didin riwê wê. Bav, dayîk, ap û hemû malbat wê destpê bikin zextê lê bikin heyanî ku serê xwe bigre. Eger desmalê nede serê xwe wê her tim keçeke serserî û ne exlaqî were dîtin. Civak ji bo jinê diyar dike wê çawa bijî? Pîvanan jê re datînin, jêre dibêjin pêdiviya wê bi çi heye, ji ber vê yekê ji zanist û fêrbûyînê zêdetir girîngiyê didin desmalê. Ne girînge ku di jiyana xwe de çawa dijî, çi difikire û hîs dike? Di mijara jin serê xwe bigre gelekî hişkin û ji jiyana jinê girîngtir dibînin. Di encama zexta li ser jinê tê kirin ku pora wê dernekeve tirs dikeve dilê wan de û êdî ew nikarin dev ji desmalê berdin. Gava ku serê wan negirtîbe nikarin rehet tevbigerin, mîna tiştek ji wan kêm e. Êdî ji xwe zêdetir girîngî didin desmalê, ji xwe jina ku serê xwe negre di nava civakê de nayê qebûlkirin û weke misilmanekê wê nabîn in. Eger ji destê wan were û zeman yê berê be wê destûr nedin ku jina servekirî sax bimîn e.

Di bin navê ol û namûsê de şerekî taybet ê mezin li ser jinê tê meşandin. Jina guh nede civakê û li gorî ew dixwazin tevnegerin wê gunehbar, kêm aqil û dîn bibînin. Civaka cinsiyetparêz kîjan jinê qebûl dike? Jina mîna wan tevdigere û ji serê xwe heyanî lingê xwe bi qumaşê reş dipêçe. Her wiha di mejî û cilên xwe de girtî be, dengê wê neyê bihîstin, 24 saetan mîna cariye xizmeta hevjînê xwe bike. Divê tenê hevjînê wê çav û ruyê wê bibîne, ji derveyî hevjîn divê tu mêr ruyê jinê nebîne.

Desmal çawa ji jiyana jinê girîngtir dibînin? Dema bi namûsê ve didin girêdan. Çi mijarên têkildarî jinê bi namûsê ve were girêdan tê wateya tu carî nayê guhertin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.