Mihemed ŞAHÎN
Wekî ku tê zanîn ji sala 2015’an vir ve ye hikumeta AKP’ê li dijî civaka kurd şereke topyekûn ê çong danîn û teslîm girtinê daye destpêkirin.
Di encama vê şerê xwe yê bê pîvan û bê exlaq ê çar salên dawîn de hikumeta AKP’ê û dewleta xwe bi têkçûnê re rû bi rû mane. Ji bo têkçûna xwe binixûmînin û heqîqetê berevajî bikin hewl dan Rojava û Başûr dagir bikin û hestên nîjadperestî yên aligirên xwe binepixînin. Lê berxwedana civaka kurd nehişt mirad û mexseda wan a nebixêr here serî.
Piştî ku hewldanên dewleta tirk ên tasfiyekirina destkeftiyên kurdên Rojava û hewldanên dagirkirina Başûr bê encam man bi hestên tolhildanê berê xwe dan şaradariyên Bakur.
Di berbanga sibeha 19’ê tebaxê de em bi derbeya xespkirina şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê şiyar bûn. TV yên hewzê hemûyan nirx û rûmetên çapemeniyê û yên mirovahiyê bin pê dikirin û ketibûn nava hewldanên meşrûkirina xespkariya wan a der hiqûqî, der exlaqî û der mirovî. Li ser ekranên xwe yên rû reş bi saetan qaşo yek bi yek û çarşef bi çarşef sucên şaredarên ku ji pêwirê hatibûn girtin rêz dikirin.
Min bi baldarî û bi sebreke mezin bi qasî nîv saetekî li weşanên wanên bê exlaq û der hiqûqiyên ku pîvanên çapemeniyê, nirx û pîvanên mirovahiyê hemû bin pê dikirin temaşe kir. Min kiryarên ku bi kelecaneke mezin wekî suc dihatin rêzkirin yek bi yek nîşe girtin. Ew “sûcên wanên giranên” ku bi saetan li ser ekranan bi dehan caran dihatin dubarekirin ev bûn;
Di şaredariyan de pergala hevserokatiyê pêk anîne, kesên nexweş û brîndar derman kirine (ji bo Dr. Selçûq Mizraklî), di cejnê de çûne serdana goristanan, kesên wekî Parêzer û siyasetmedar Cebar Leygara di astên gelek girîng de erkdar kirine, birayê “terorîst” di şaredariyê de pêwirdar kirine, li Amedê tevilê civînên HDP’ê yên bîranînan bûne, tevilê daxwiyaniyên li dijî şer bûne, tevilê merasimên cenazeyan bûne, di civînan de ji bo şehîdên demokrasiyê rêz girtine û hwd.
Ev xalên ku yek bi yek wekî sûc dihatin rêzkirin hemû erkên mirovbûnê bûn. Pêkanîna wan erkeke civakî û exlaqî ye. Lê çapemeniya bê exlaq a ji nirxên mirovahiyê dûr, bê şerm û bê fedî wekî sûc nîşan didan.
Her hal wan jî dizaniyan ku ev bê exlaqiyên wan wê têrî îknakirina civakê nekin lewre bi serde kesên ji xwe bê exlaqtir di bin navê “pisporên heremê” de derxistin ser ekranan. Wan jî di bêexlaqiyên xwe de tixub nasnekirin. Li gel ku şaredarî hemû bi destê qayiman hatine talankirin û wêrankirin û bi milyonan TL. di bin deynande hatine hiştin û hemû şaredarî kirine muhtacê 5 kuruşan û çar meh û nîve şaredarî kêlî bi kêlî tên şopandin û nekaribûne sûcekî herî biçûk ê şênber bi dest bixin jî dibêjin pere dane rêxistinê û li gorî berjewendiyên rêxistinê tevgeriyan e. Ev kes di bê exlaqiya xwe de ewqas bê perwa bûn ku ji wan yekî digot, “civaka kurd ji ber cahilî û nezaniya xwe di bin tahakuman de dimîne û dengê xwe dide endamên ne rast, lewre hewceye mirov ji pêwirê girtina şaredaran wekî mudaxaleya îradeya gel nebîne”. Bi kurtahî dibêjin kurd cahilin, nezanin, bê îradene û nekarin ji xwe re rêberan hilbijêrin, emê ji wan re hilbijêrin. Bê guman ev hişmendiya îtîhat terakî ya sed salan e.
Dema ku mirov li wan Tv yan û li şîrovekarên wan gohdarî dike mirov ji mirov bûna xwe şerm dike. Ji ber ku bi wan re di heman welatî de dijî mirov ji hemwalatî bûna xwe şerm dike.
Ev sed sale hişmendiya Îtîhat terakî ya ku dewleta tirk li ser ava bûye naxawaze kurd xwediyê vîn bin, naxwaze kurd ji bo xwe hebin, naxwaze kurd ji bo xwe bijîn û ji bo xwe têbikoşin. Her ku kurd di warê civakbûnê de, di warê netewbûnê de bûne xwediyê vîn û hişmendiyeke azadîparêz bi faşîzma hişmendiya îtîhat terakî re rû bi rû mane.
Hikumeta AKP’ê ya ku hişmendiya îtîhat terakî esas digre piştî hilbijartinên xwecihî yên 2009’an di bin navê operasyonên KCK’ê de qirkirina siyasî pêk anî û bi hezaran siyasetmedar kirin zîndanan. Ji wê salê virve ye qirkirina xwe ya siyasî bê navber didomîne. 2016’an de 86 şaredarên kurd ji pêwirê girtin û di şûna wan de qayûmên xwe pêwirdar kirin. Wekîl û hevserokên HDP jî di navde bi hezaran siyasetmedar kirin zîndanan. Li gel hemû dek û dolabên wan, li gel zext û zor û nerêtiyên wan di hilbijartinên 31’adarê de civaka kurd careke din li vîna xwe xwedî derket û qayûmên wan bi ser wan de şandin.
Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’adarê hikumeta Erdogan bi darbeya xwe ya 19’ê tebaxê careke din ji civaka kurd re dibêje ez vîna we nas nakim û hûn nekarin ji xwe re şaredaran hilbijêrin ezê ji we re şaredaran tayin bikim. Şaredarên ku vîna milyonan temsîl dikin ji pêwirê tên girtin û qayûmên ku vîna yek kesî temsîl dikin di şûna wan de tên pêwirdarkirin.
Bi vê derbaya xwe ya li dijî vîna kurd careke din nîşan dan ku li Kurdistanê makezagon ne derbasdare, nirx û pîvanên demokrasiyê û mirovahiyê nederbasdar in. Wekî her carî plansaziyên “islehkirina şerqê”, plansaziyên “tedîp û tenkîlê” di meriyetê de ne.
Bê guman wê bersîva vê derbayê jî bi awayeke herî tund û giran ji hêla civaka kurd ve were dayin. Ez bawer dikim wê xespkirina van şaredariyan îcar bibe girêkeke emzin û di qirika wan de bimîne.
Hemû hewldanên wanên der hiqûqûqî û der mirovî wê ji vîna kurdê berxwdêr vegerin. Bi dehan caran hilbijartin çêbin û bi dehan caran qayim werin erkdarkirin jî wê her carî kurd li vîna xwe xwedî derkevin. Her hewldaneke wan a der hiqûqî û der mirovî wê bibe sedema rûxandina dîwareke pergala wan a faşîst û wê bibe sedema xurtbûna vîna kurdê azad.
Belê, hikumeta AKP’ê dixwaze hilbijartinan bêwate bike. Bê wate bûna hilbijartinan belkî ji bo demeke kurt ziyanê bide civaka kurd lê di dirêjiya demê de wê bibe sedema rûxandina desthilatdariya wan û dewleta wan.
Hewceye hemû derûdorên muxalîf jibîr nekin ku faşîzm wekî mehrê bi jehrî ye. Bila tu kes nebêje dê bimin venede. Yên ku naxwazin sibê bi zilma faşîzmê re rû bi rû bimînin hewceye îro bê deng nemînin. Heke îro bêdeng bimînin dibe ku sibê kes tune bin ji bo wan deng derxin.
Wekî ku seydayê mezin Cegerxwîn gotî, ya emê bibin yek, yan jî ê herin yek bi yek.






