Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Parastina Jîngehê parastina jiyanê ye’

18/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Parastina Jîngehê parastina jiyanê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endama Beşa Lêkolîn û pilanameyê a Desteya Jîngehê ya Kantona Cizîrê Maya Miswer diyar kir ku xebatên wan ji bo parastina jîngehê di asteke baş de tên e meşandin û wiha got: “Em her sal zêdebûna deverên kesk, daran, parastina parastgihan wek piroje digrin dest, ji ber ku parastina jîngehê parastina jiyanê ye.”

Bi armanca xemilandin û duristkirina avhewaya herêmê Desteya Jîngehê di 7`ê Tîrmeha sala 2023`an de li bajarê Qamişlo hate avakirin. Herwiha Desteya Jîngehê ji destpêka avabûna xwe ve û heta roja îro kar û xebatên xwe dide meşandin.

Di derbarê piroje, kar û xebatên Desteya Jîngehê Endama Beşa Lêkolîn û Pilanameyê Maya Misewer ji  Rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên jîngehê

Maya Misewer di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Desteya Jîngehê di destpêkê de girêdayê Desteya Şûnwaran bû, piştî demekê bû girêdayî Desteya Tendûristiyê, herwiha piştî wê bû girîdayî Desteya Şaredariyan. Lê piştî ku kar û xebatên Desteya Jîngehê ji milê Rêveberiya Xweser ve li ber çavan hate girtin, pêwîstî hate dîtin ku Desteya Jîngehê bibe desteyek serbixwe û xebatên wê bên berfirehkirin. Destpêkê karê Desteya Jîngehê şopandina milê qanûnî û hemû kar û xebatên çandina daran û şitilgihan bû, lê kar ne zêde berfireh bû û tu giraniya wê nebû. Lê mîna gava destpêkê karekî baş û serkeftî bû. Lê di dema dawiyê de û piştî ku karê jîngehê ji karê şaredariyan cuda bû, zagon û rêziknameya taybet a girêdayî jîngehî hate danîn. Desteya jîngehê jî li ser asta Bakur û Rojhilatê sûriyê hate avakirin û li herêman jî weke desteyên cuda jî hatin avakirin. Niha divê demê de kar û xebatê Desteya Jîngehê ji bo parastina jîngehê di asteke baş de tên meşandin.”

‘Armanca me xemilandina bajêr bi keskahiyê ye’

Maya Miswer da zanîn ku ew her sal zêdebûna deverên kesk, daran, parastina parastgihan wek piroje digrin dest û wiha berdewam kir: “Weke tê zanîn em her sal zêdebûna deverên kesek weke piroje digirin dest, herwiha armanca me ya sereke xemlandina bajêr bi keskahiyê ye. Di heman demê de paqijiya jîngehê paqjiya mirovahiyê ji ber vê yekê pêwîst e ku her kes parastina paqijya jîngehê bike. Lê weke ku em dibînin di nava civaka me de çanda paqijiyê kêm e, dema ku em daran li cihekî diçînin ji bo ku avhewaya herêmê xweş bibe, lê welatî parastina wan daran nakin. Astengiyên ku em di karê xwe de dibînin ji ber rewşa herêmê ye û dema ku dewleta Tirk a dagirker êriş dike em nikarin karê xwe bikin. Ev yek dibe astengiyeke mezin li pêşiya karê me.”

Pirojeyên dema pêş yên Desteya Jîngehê

Maya Misewer anî ziman ku wan îsal gelek parastgehên herêmê berferkirin û wiha pê de çû: “Me îsal gundê Navkurê ya bajarê Qamişlo kire parestgeheke xwezayî û me paqij kir, ji ber ku gelek qirêj li wir hebû û heta roja îro em li ser kar dikin. Bi hemhengiya rêxistinan em daran li herêmê diçînin, herwiha me li ser riyan gelek çopdankan danîn e ji bo ku welatî hewîrdorê qirêj nekin. Di heman demê de sala 2024`an pirojeyên me tune bûn, ji ber ku rewşa herêmê ne baş bû. Lê îsal pirojeyên me hebûn û me gelek dar li herêmê çandin. Herwiha ji bo demên pêş sê pirojeyên me hene ew jî pêşketina taqîgehê ye û şitilgiha Barîn jî em ê bikin şitilgikeke mezin di kantona cizîrê de. Herwiha em ê hemehengiyê bi Zanîngeha Rojava û şaredariyê re bikin, ji bo ku em parkekê bi hejimara şehîdan li bajarê Qamişlo çêkin. Lê ne tenê li bajarê Qamişlo em ê li tevahiya bajarên kantona Cezîrê parkan bi vî rengî çêkin.”

‘Pêwîst e em xwedî li keda xwe derkevin’

Endama Beşa Lêkolîn û Pilanameyan Maya Miswer axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ew ku gelê bi me re alîkarbe û parastina jîngehê bikin, ji ber ku paqjiya jîngehê girêdayî derûnî û tendurstiya mirov e. Herwiha hêviya min ew e ku em rolekî  baş bilîzin di xemilandin û paqijiya bajarên xwe de. Çawe ku bav û kalên me beriya sedê salan li vir jiyan dikirin û di nava şînkahiyê de bûn. Pêwîst e ku em jî xwedî li ked û xwîdana wan derkevin û jîngeha xwe biparêzin, herwiha welatê xwe xweş û bi xemilînin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.