Ahmet Aktaş
Di vê pêvajoya dudan de şoreş, li Rojhilatê Kurdistanê germ dibe û biser dikeve.
Ev dîtin, ne ji daxwaziyek hestiyarî tê, belê ji konjoktora Rojhilata Navîn û ya cihanî tê.
Heke di çarçova şerê sisya yê cîhanê de em bala xwe bidinê, ji bo pêşketin û bandora Çînê û Rûsyayê bide rawestandin, divê kelemê mezin rejîma Îranê were hilweşandin.
Ji bo di vê stratejiya xwe ya cîhanî de bi serkeve DYEyê, li derdorê Îranê; li gel meşandina lezgîn a diplomasî û hewldanên berfireh, pir caran êrîşên dijwar jî pêktîne.
Li aliyekî, bi navê Hevpeymanên Brahîmî hemû dewletên Ereban li rex Îsrailê rêz dike û dicivîne. Li aliyê din cenga Ukrayneyê dide rawestandin, lê berevajî, êrîşên malxerabkirinê dibe ser hêzên alîgirên Îranê; jixwe rejima Baasa Esed hilweşand, derbên mirinê yên mezin li Hemasê, Heşdî Şabî û Hizbullaha Libnanê da, heman êrîşên li ser Hûsiyên Yemenê û hwd. dewam dikin. Trump jî, derketiye gera xwe ya derve ya yekê û gera wî ya li herêmê 4 rojan(13 û 16’ê vê mehê) dewam dike.
Di vê qada hevpeymandarên Brahîmiyan de, li sê welatan; Siûdî Erebistan, Qeter û Begîtiya Yekbûyiya Ereban digere. Di gera xwe ya roja yekê de, li Siûdiyê; Trump, Receb Erdogan jî, bi rêya onlynê beşdarî civîna xwe ya li gel Mihemmed Bin Selman û Ahmet Şara kir.
Receb Erdogan, vê bûyerê weke serkeftinek mezin nîşan dide û di çapemeniya xwe de, pesnê Trump dide. Ji ber ku Trump, vê nexweşiya pesindariyê ya Receb nas dike, vê carê jî dubare pesnê wî dide. Lê weke li jor hat gotin, di vê gerê de armanca Trump, bingehîn bi destxistina berjewendên aboriya dewleta xwe ye û misogerkirina ewlehiya Israîlê ye.
Her wiha di pêvajoya çareseriyê ya nû de jî, berjewendê dewleta xwe dibîne û lewma li dij dernakeve. Ji ber ku di eniya dijî Îranê de, Tevgera Azadiyê, ji her alî zêdetir objektîf, xwedî hêz, xwedî îrade, jixwe bawer, xurtir û hemdemî dibîne.
Kurt kurmancî di vê serdema şerê 3an ê cîhanî de her alî; biçûk an mezin hewcedarî hevdû ne, lê ji Tevgera Azadiyê pirtir, hêzên herî mezin herî pirtir hewcedarî hêzek wek hêza Tevgera Azadiyê ne. Lewma, heke îro wisa nerm nêzî Tevgera Azadiyê dibin, ne ji bo “çavên reşbelek e”, belê ji ber şert û mercên objektîf in û ji ber hewcedariya zêde ya wan e.
Di vê pêvajoya dudan de, xwedîderketina li bang û pêşengtiya Rêber APO, ji pêvajoya yekê pirtir bû. Vê carê, him li hundur Yekîtiya Netewî him xurtir pêkhat, him li derve di qada navnetewayî de destek û piştgirî ji cara yekê xurtir e. Lewma mirov dikare hêsantir pêşbînî bike ku vê carê dora şoreşa Rojhilatê Kurdistanê ye. Di encamê de li gel Rojava û Başûr, vê carê bi şoreşa Rojhilat ve, ji 4’an li 3ê parçeyê Kurdistanê şoreşê bikeve meriyetê û bimeşe û her wiha li Bakur jî, rê ji şoreşê re vedibe û zemînê yekbûyîna Kurdistanê temam dibe.
Ev encam, ji nuha ve li gelê me û dostan pîroz be!