Medenî FERHO
40 sal in, Kurd di cendereya komployan de, li dijî faşîzma bi hîleyên efsûnî, bi xwîna gelan xwe xwedî dike, li hemberî demokrasiya dirû têkoşînê dike.
Di 35mîn salvegera Pengava 15 Tebaxê de, şerê Kurdan di qonaxek nû de dewam dike.
Di hemû şeran de du enî hene. Di şerê li dijî gelê Kurd de, eniyek berfireh ku dirêjî peymana Sykes-Pîcot dibê heye. Şerekî balkêş e û dive ji gelek aliyan ve were lêkolîn kirin.
Di vî şerî de, daxwaz û doza Kurdan azadî ye; daxwaz û doza dewleta dewşîrme û demokrasiya diru, parastina rejîma totalîter, sîstema inkara inkarê ye. Du karakterên ji hev cûda ne, aliyek zimanê diyalektîkê ye, aliyê din zimanê efzûnbaziyê ye û serxweşên neteweyî diafirîne.
Balkêş e, rastmaliya cîhanê, di hemû şeran de parastina çavkaniyên ser erdê û binerdê dike. Di şerê li dijî Kurdan de, mixabin vî mercî li ber çavan nagire. Dewleta dewşirme, ji erdê agir difûrîne, ji ezman agir dibarîne, cografya Kurdistanê kafûkûn dike, dewlemendiyên ku çavên rastmaliya cîhanê lê ye tune dike, dîse jî dengê xwe dernaxin. Hêzên global, hemû nirxên mirovahiyê, peyman û hiquq bin pê dikin, bi dewleta derşirme re, veşartî- eşkere “flortê” dikin.
Di şerê Suriye de, Rusya jî, Emerîka û Ewropa, “flortê” bi Tirkiyê re dikin, dibin navên cûda de “şurayên dîplomatîk, leşkerî û aborî” ava dikin. Dewleta dewşirme, ji vê yekê cesaretê digire, operasyonên qirkirin, wêrankirin û tunekirinê berfereh dike.
Dewleta dewşirmeê, ne tenê di eniya şer de, li pişt eniya şer jî, bi taktîkên naziyan êrîşî Kurdan dike, wêran dike, tune dike. Li hemberî vê barbariya dijwar, Kurd mecbur in, eniya şoreşger ava bikin û li dijî şerê înkara înkarê, ruhê 15ê Terbaxê biparêzin, welatparêziya profesyonal biafirînin.
Haraketa Azadiya Kurd, di şerê 40 salî de, teorî û pratîk kirin yek û gelek destketî bidestxistin.
Şoreş afirger e, şoreşgerî jî afirgerî ye. Gel jî her dem bûne çavkanî!…
Lehengên Kurd jî, bi ciwantî dest pê kirin, bi perwerdeya “aqîl”ê sedsalê Ocalan, gel û tecrûbeya nifşekî, dînamîzmek rêxistinkirî derxistin holê, çavên mêjiyê hetibû kor kirin vekirin û şoreş kirin.
Di encamê de, tez û antîtez derkete holê; magazîna çanda Kurdî dewlemend kirin. Li çiyan û zindanan bi hezaran pirtûk hatin nivîsandin. Ji bilî milîtanên ku roman, helbest û çîrokên li zindan û çiyan hatin nivîsandin; pêşengên haraketê; Murat Karayilan, dîroka şerê 40 salî, Cemil Bayik dîroka PKKê, Duran Kalkan, nirxandina 40 salî û dîtinên Ocalan, Rustem Cudî, dîroka Rojhilata Navîn, Diyar Xerîb, dîroka Iraqê, Qasim Engîn dîroka Kurdistanê û milîtanên weke Gurcan jî, Dîroka, teqandina fîşeka pêşî nivîsandin. Gurcan, dibistan nexwendiye û ji ber pez tevlî nava refên azadiyê bû.
Vêce, bi medya plaza kurd re, (li sirgunê jî be), çeka herî giring yê şoreşê derketiye holê. Dewleta dewşîrme jî, di aliyê eskerî, siyasî û aborî de têkçûnekê dijî.
Şoreş afirger e, şoreşger jî diafirîne, çanda gel sîstematîze dike, felsefeyek herêmî û gerdunî derdixe holê. Paradîgmeya Ocalan jî bingeha vê felsefê ye û çanda civaka şoreşger derketiye holê.
Gelek kes populîst haraket dikin. Mixabin, van kesan, xwe ji empozeya dijmin ya bi salan rizgar nekirine; di xeşîmên tarî de, bi xeyalperestiya Don-Kîşot haraket dikin. Ev kes, baş zanin ku, şerê li dijî Kurdan, hem înkara înkarê ye, hem tunekirina fizîkî û cografî ye…
Yekane qanuna şoreşan, azadiya gelan û bindestan e… Şoreşa li Kurdistanê ev e û piştî nîqaş û encama li ser xeta sînorê Bakur û Rojhilatê Suriye, şer jî ketiye qonaxek nû.






