Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erdogan ê faşîst dagîrkeriyê ferz dike

20/08/2019
in QUNCIK NIVÎS
A A
Ji Îmraliyê pêşniyarên aştiyê ji bo Sûriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Zekî BEDRAN

Hêzên Bakurê Sûrî, ji bo ku êrîş û qirkirina Tirkan rawestînin; hewldanên xwe yên sîyasî û dîplomatîk didomînin. Her kes dizane ku Tirkî li fersendekê digere ku dagîrkeriyê bike. Rûsya û rejîm hêzên topyekûn in, vê yekê baş dizanin. Da ku Tirkî dagîrkeriyê bike, bi tevgereke hovana tevdiger û hemû nirxên mirovayî binpê dike. Rusiya li himberî bûyerên dawî yên qewimî, ji raya giştîre ne bertekek ne jî seknek nîşan da. Rewşa heyî, Rûsya hewl dide ku ji êrîşên Tirkî yên li ser Bakurê Sûriyê sûd biger. Çiqas navbera Tirkî û DAY xirabibe, ji Rusya re baştire. Ew ji bo Rusya ne ew qas girînge ku Kurd rastî qirkirinê bên, an jî beşek girîng a ji erdê Sûriyê hatibe dagîrkirin. Pir pêşketinên wiha çêbûne, ku wisa raman dibin. Kî Tirkan li Idlibê qebûl kir, parastina hêzên mîna El Nusra jî kî pejirand? Ev kiryarên Rusya ne. Jenosîdek vekirî û paqijkirina etnîkî li ser Efrînê tê kirin. Kesî nerazîbûn û helwesta Rusya li ser vê nedît. Lêbelê, Rusiya Efrîn ji dagîrkeriya Tirkiyê re hişt. Ji ber ku Rusya qada hewayî venekiriba, wê Tirkî nekarîba derbasî Efrînê bibe. Rêveberiya Şamê hîn jî di nêzîkatiya netew-dewlet a klasîk de rijd dimîne. Wî nekarî dev ji mantiqê navendperstî û li bendewariya dilsoziya hemwelatiyên xwe berde. Helwestek demokratîk garantiya herî mezin ya yekîtiya Sûriyê ye. Eger ku hemî çand, gel û bawerî bi azadî xwe pênase û rêxistin bikin, wê demê avakirina yekîtiya Sûriyê hêsantir be. Sûriya di nav şerekî navxweyî yê dijwar de ye, bêguman dewletên mîna Tirkiyê jî para wê tê de heye. Lê heke li Suriyê nakokî û cûdahiyek çebûya, dê hêzên derveyî nikarîbana ewqasî tevbigerin. Tirkiye niha hewl dide ku Bakurê Sûriyê dagîr bike. Rusya, kêm-zêde temaşevanan teşhîr dike. Ger ku Tirkiyê Bakurê Sûriyê dagîr bike, paqijiya etnîkî bike û çeteyên xwe li wir bi cih bike, wê bêje “Ezê vekişim û vir ji were bihêlim?”  Ma bi rastî Rûsya û Şam ji vê yekê bawer dikin? Heke Tirkî fersenda bibîne, vê pîlanê pêk bîne; bêguman ew ê rejîmê jî armanc bike. Ewê Şamê hilweşînin û hêzên Ixwan Muslimîn nêzî xwe bikin û bînin li ser deshilatdariyê. Ji bo vê jî, bêguman wê Tirkiyeyê bi DYA û NATO re jî tevbigere. Rêveberiya Bakurê Sûriyê hewl dide ku di riya kanalên siyasî û dîplomatîk de dagîrkeriya Tirkî rawestîn in. Ger ev bi ser bikeve, dê ji bo Şamê jî serketinek mezin be. Wekî din, wê Sûriya bi rengekî vekirî dagîr û parçe bikin. Cihên ku Tirk dagîr dikin, encex bi darê zorê û şer derkevin.  Kes xwe ji bilî wiha nexapîne. Bila li Cerablus, Bab û Efrînê binêrin. Ma dagîrkeriya Tirkî daxuyanî daye ku wê di dîroka filan de ji van deveran derkevin? gotinek jî ne kirin. Ev divê bê diyarkirin ku Tirk Efrîn bi pêşkêşkirina Rusya dagîr kir, beriya dagîrkeriyê Rusan bi Tirkan re rêkeftin çêkir; lê Trikî ti carî negot ku ewê di filan dîrokê de ji Efrînê vekişin. Wekî ku Efrîn bajarek ji welatê wî ye, ew destûrê nade ku kes li ser biaxive. Di rewşa niha de, hêzên Bakurê Sûriyê hewil didin ku dagîrkeriya dewleta Tirk rawestînin, wê demê dê nîqaşkirina pirsgirêkên Sûriyê rehetir bê kirin. Divê rêveberiya Şamê vê yekê ji bo xwe wekî fersendekê bibînin. Ji ber ku dema ku Rêveberiya Bakurê Sûriyê û Şamê di çarçoveya destûreke demokratîk de li hev bikin, wê demê li himberî yekbûyînê wê tu astengî nebe. Lê heke Tirk dagîr bikin, wê Rêveberiya Esed jî nikare li Şamê bimîne. Rastî wê Sûriya parçe bibe. Dagîrkeriya Tirkî Rojava û Bakurê Sûriyê tevlî xwe bike. Qibris li ber çavê her kesî ye. Tirkan li herêma Başîqa ya li Iraqê hêzên xwe yê leşkerî bicih kirine. Rêveberiya Bexdayê ji bo derxistina leşkerên Tirkî bi salan e têkoşîn dikin, lê ew dernakevin. Wan di salên 1990`an de li Başûrê Kurdistanê hin baregehên leşkerî saz kirin û carek din nema derketin. Neha jî dagîrkeriya Tirkî dixweze herêmên din jî dagîr bike û baragehên leşkerî bingehên mayînde ava bike. Dewleta Tirk di binê nijadperestî û Osmaniya nû ya Erdogan de, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn xetereyek mezin nîşan dide. Rêveberiya Şamê darbeya herî mezin li Erdogan û rêveberinên wî xist. Li himberî vî dagîrkerê faşîst, divê hêzên Bakurê Sûriyê li dijî dagîrkeriyê yek bin. Sûriye ber bi xetereyek mezin re rû bi rû ye. Dagîrkeriya Tirkî ji bo rawestandina şer na, ew hewl dide ku şer û dagîrkerî belav bike. Yekane awayê rawestandina vê dagîrkeriyê, yekîtiya gelên Sûrî û hêzên wê yên siyasî ye.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.