Qasim ENGÎN
Çi di dema dewleta Osmanî de û çi jî di dema dewleta Komara Tirkiye de be her tim berovajî gotinên xwe kirine. Dewleta ku herî zêde bi gotinên xwe re nakok û ne yek, dewleta Tirk e. Bi gotina Aleviyan dewleta Tirk; ”Devê xwe Alî dibêje, lê çavê xwe her tim Muavîye dinere.”
Di tevahî dîroka Osmaniyan û dîroka Komara Tirkiye de xisleta herî pêş yê ku tê dîtin ev rastiye. Ji ber wê jî gelek caran ji bo Kurdan destûra; ”Dewleta Osmanî ker jî bibe mirov sûwar nebe” esase. Lê ev mijara ker bûyînê ji bo Komara Tirkiye bêtir derbasdare.
Di dîroka dûvdirêj ya Kurdan de bi dewletên Tirkan re ev ezmûneke gelek girane.
Bêguman ev gotin tenê ji bo me kurdan derbasdar nînin. Ev mijar, di heman demê de ji bo gelên dîtir yê heremî jî derbasdariya xwe heye.
Herî dawî dewleta Tirk bi cêwiyên Erdoxan û Bahçelî yên ku di rihê Enver Paşa peydabûne, ji bo Rojava qala Korîdora Mirovî dikin. Ev Korîdora Miroviye an jî Korîdora Mirîniye, di rastiya xwe de dema mijar bû Komara Tirkiye herî zêde hêzên Ewropî dizanin. Lê çawa ku kerek 9 cûre melavî dizane û dema tê berçem û beravekê de hemûya bîra dike, hêzên Ewropî jî dema mijar dibin Kurd wek vê kerê lê tên.
Osmaniyan gotin tehcîr, qira Ermenan anîn. Gotin tedbîr, qira Sûryan-Keldanan anîn. Gotin Îzmîr, qira Ruma anîn. Gotin Islahkirina Şerqê, qira Kurdan anîn. Gotin Tevgera Aşîtî ya Qibrisê, qira Qibrisê anîn. Gotin birayê Esed, qira Suriye anîn. Gotin birayê me başûr, qira Kerkûk anîn. Gotin Tevgera Çiqilê Zeytûnê, qira Afrîn anîn.
Bi kurtahî çi dewleta Osmanî çi jî Tirkiye dema gotinên aşîtî hildan ser zimanên xwe, bizanin ku pê van gotinan şûn ve; mirin tê, şer tê, talan tê, komkujî tê û sîstematîk qirkirin tê.
Niha jî Korîdorek Mirînî bi navê Korîdora Mirovî servîsê giştî cîhanê dikin. Ev Korîdora Mirînî yê li Rojhilata Navîn ji çi re û kê re çi vebike, emê bibînin. Lê em bizanin ku encamên vê korîdorê, ger ew bêdengiya Ewropa û Rojava dom bike -milîm feyde ji wan re -yê neyne. Êrîşa li ser Rojava êrîşek li ser ewlewiya ye, Rojavaye jî. Êrîşa li ser Rojava êrîşek li ser selametiya Rojava ye jî. Êrîşa li ser Rojava îhraca DAIŞ’ê li ser seranserê giştî cîhane û taybet jî ji Rojava û DYA’ye.
Ma, pir zore Ewropî bibînin ku Erdoxan û Bahçelî bi siyaseta xwe ya îhraç kirina terorê hewldidin ku di serî de Ewropa lê bi giştî jî cîhanê teslîm bigirin?
Ma, pir zore were dîtin ku, xeyalên Erdoxan û Bahçelî bi xeyalên Enver Paşayê dema xwe re yek in?
Ma, pir zore were dîtin ku xeyalên Erdoxan û Bahçelî carek din dagirkirina axa Osmaniyên dema xwe ne?
Ma, pir zore were dîtin ku Erdoxan û Bahçelî hewldidin dewletên Tirkî di bin sêwana Turanîzmê de bikin yek?
Û ma pir zore ku îro li Tirkiyê di bin pêşengtiya Erdoxan û Bahçelî de kêlî bi kêlî, tuxle bi tuxle dîktatoriyeke wek Hîtler-lê hêna xetertirîn- tê lêkirin?
Em vê dizanin, dema carek jî bibe azadî hatibe tam kirin, jê paşve gav avêtin û xwe jê dûrxistin jîn nabe. Ev a destura gelê Kurd û dostên xwe ne!
Lê gelo di serî de Amerîkî û pê re jî Ewropî ma dizanin ku dema Korîdora Tirkan Ya Şer serbikeve, dostê we Erdoxan bi Zombiyên xwe yên DAIŞ’î yê çi li we bike?






