Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
in ROJEV
A A
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
Share on FacebookShare on Twitter

Mîdye Miqted

Di nava şerên cîhanê yên ku hatine qewimandin heger ne tam li ser gelê Kurd dihate qewimandin lê belê gelê Kurd, erdnîgariya Kurdistanê jî para xwe ji wan şeran girt. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê xwedî dewlemendiyekî li ser erd û bin erd bû cihê şaristaniya bû her wiha li hember siyasetên qirker stratejieya parastina rewa esas girtin ango bi vê stratijeyê stuna tekoşîna li dijî pişaftinê dan destpêkirin.Gelê Kurd salên dirêj êdî ne tenê bi jînosayidên fîzîkî re rû bi rû diman lê belê di roja îro de bi ya mejî jî her tên hedef girtin.Ev yek jî heya ku vala derkeve hewcedariya xwe bi şoreşek zihnî heye ew şoreş jî li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratik xwe ragire.

Stratijeya ku em behsa wê dikin avabûna partîbûyina PKK’ê 1978 wê bi rasteqînî dide pênase kirin.Ava kirina partîbûna PKK’ê li gundê Fîsê ya navçeya Licê a Amedê di serî de rêberê enternasyonalîst Abdullah Ocelan yek ji damezirînerên wê partîbûnê bû.Çawa ku li hember sosyalîzima netew-dewlet partîbûna PKk bersivek di dem û cih debû,destpêka artêşbûna wê jî bersivek cidî li hember şehîd xistina yek ji damezirînerên partiyê Heqî Qerar bû ,ku bi sîxortî ji aliyê koma bi navê”Stêrk Sor”tê nasîn bû hedef û bi vê awayî xwestin ku ev tevger gavê paş ve bikşînin lê bi sekna rêbertî û îsrara mîlîtanên wî tekoşîna PKK’ê bi hêrsa tolhildanê mezintir bû.Moderniteya demokratik ku rêbertî pêşkêş dike jî bersivek li hember modernîteya Kapîtalizimê bû.Di heman demê de lidarxistina Kongra 12 ’emîn a PKK’ ê jî bersivek li hember şehadet xistina du sazkarên Partiya Karkerê Kurdistan Alî Heydar Kaytan û Riza Altûn bû.

Ev derbas 52 sal dibe û hîna jî dewletên komoploger ku xwestin bi dîlbgirtina rêbertî tesfiya kirina PKK’ ê îlan bikin .Pir bi îsrar şer bi ser tevger û gelên ku xweparastin dikin riya xelasiya ji mîtingeriyê dikin,lê belê tişta herî balkêş ku ev 52 sal cîhan matmayî kiriye û di serî de dewelata tirk bê vîn û îrade kiriye îsrar bûna bi coş a PKK`ê li hember faşîstiya dewleta Tirk .52 sal yanê nîv sedsal di şexsê dewleta Tirk hêzên NATO bi valaderketina pilanên wan rû bi rû dimînin.Ev yek jî bandorek erênî li ser civakên ku bi salane ji ber zordariya van hêzên ku li ser hesabê perçiqandina gelan kapîtalistiya xwe mezin dikin êdî ev civak bi destê xwe wê çaranosa xwe ava bikin û riya derbasbûna ber bi aştiyê hildibjêrin.Bandor bûna PKK`ê li ser civaka Rojhilata Navîn vedughere felsefe û zihniyeta rast a ku PKK`ê xwe li ser ava kiriye ew felsefe jî sazkarê wê rêber Abdullah Ocelan e.Felsefeya Netewa Demokratik e.

Ev 52 sal PKK`e hatiye damezirandin lê belê 40 sal bi dirêjahiya xwe bi tekoşînê têr û tijî bû.Piştî 40 sal ji şerê çekdarî û piştî ku civaka Kurd li çarperçeyên welêt gihêşt asta xwe birêvebirin û parstinê û piştî sedsalek bi tundî û qirkirinê têr û tijî bû PKK`ê biryara xwe fesih kirinê di 12 Gulanê de da lê ev biryar li ser bingeha pêkanîna peyam û perspektîvên rêber Abdullah Ocelan ku di 27`e Sibatê de bû.Dibe ku gelek kes ji vê biryarê matmayî man lê belê heger mirov baş analîz bike wê bikeve wê ferqa ku êdî dema pêkanîna aştiyê ye vê carê jî bi rêka mejî û siyasetê û siyasetek ku xwe dispêre demokratik bûn û sosyalîzima demokratik. Ger demokratî nebe wê aştî jî çênebe ger pêşî li van şeran neyê girtin wê kaos zêde bibe û civak carek din veguherin 500 sal berê û bi pişaftin,qirkirin û siyasetên înkar û îmhayê re rû bi rû bimînin, em qala civaka Kurd tenê nakin lê belê tevahî civakên Rojhilata Navîn ku wan jî zirarên pir mezin ji ber faşîstiyê jiyan kirin e.Serdema ku niha em tê de jiyan dikin tê de du xêzên paralel di cîhanê de hatine pêşberî hev yek ya demokratik û yek jî ya kapîtalîzim û desthiledarî yê ye kîjan ji van tam li gor berjewendiyên gelan tekoşîn bike û bibe bend li hember herrkîna xwînê û bi aqilek demokratik tev bigere wê bi ser keve.Misoger wê pirojeya gelan netewa demokratik serkeftinê jiyan bike,heger xêza din jî di rêgeha şaş pêş de bimeşe êdî wê ber bi çala reş ve biçe.

Ji ber ku yê herî zêde tekoşîna tunekirina gelan û şerê etnîk û nijadan da pêş li hember gelê Kurd dewleta Tirk bi serkêşiya Bahçelî û Receb Tayib Erdogan bû êdî PKK li hember wan gelek car agirbest dan îlan kirin û biryara fesihkirinê herî dawî da ev biryar jî yek ji mercê wan a serke ku Rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan ya ku garantiya vê pêvajo û biryarê hilda ser milê xwe pêvajoya demokratik bûnê bi rêve bibe.Ev biryar ne teslîmkariye lê gavek bi nirx a pir dîrokî ku çaranûsa Kurdistan ber bi vejînê ve dibe ku heya niha jî ti tevger û ne jî rêxistin li hember van sîsteman piroje û biryarek bi vê awayî nedane.Lewam êdî li ser PKK`ê ti tişt nema dem hatiye ku dewleta Tirk gavên cidî bavêje şer li hember PKK`ê bide rawestandin yanê ji biryara agirbestê re rêzdar be çimkî tevî ku PKK biryara xwe fesih kirinê da lê dîsa jî êrîşên dewleta Tirk li ser çiyayên azad bi domdarî dihat kirin.Ya din pêşî li siyaseta demokratik û hiquqî veke û di serî de jî rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan ji zindana Îmralî bide rizgar kirin heger ev gavên serke neyên avêtin êdî yê ku bi hilweşînê re rû bi rû bimîne dewleta Tirk e û yê ku ber bi çala reş ve biçe dîsa dewleta Tirk û yên ku piştgirî didin wî.

Gel çemeke bi azadiyê herkbare û PKK`ê masiyên di wê çemê de ne dewleta Tirk bi şerên ewqas sal li hember PKK`ê xwest masî ji va çemê qut bike lê pilanên pêkanîna aştiyê bi kêrî hesabên wan nehat lewam 52 sal li hember vîna PKK`ê îro bê çare maye,52 sal PKK`ê nebû cihê pêkanîna qetîlamên li ser gelan lê belê bi gavên apoyî PKK`ê bû gipilegeh heqîqetê bû teqînek ku di xwe de azadî û aştî vedihewîne perçeyên wê teqînê ber bi kuva biçe wê ew cih bi aştiyê bixemilîn e.Her çiqas em têbikoşin emê xwedî li kedê PKK`ê derkevin her çiqas em xwe bighînin lutkeya tekoşînan ewqas emê destê rêbertiya xwe xort bikin.Şopên PKK`ê ji Metîna ber bi Qendîl,Gabar,Sason,Cûdî,Ararat,avaşîn û Garê her mayinde û ezelîn e çimkî PKK`ê bi dawî nebû lê dawî li serdemek bi şer dagirtiye anî,PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û parastina nirxên Apoyî ye lewma dema ku em bixwazibin behsa şeref û namosê bikin divê bê du dilî û bi dengek bilind em bibêjin PKK.

Post Views: 12
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin
NÛÇE

Merasîma bîranînê yên şoreşgerên mezin Alî Haydar Kaytan û Rıza Altun hat lidarxistin

14/05/2025
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
ROJEV

PKK misogeriya zindî kirina rihê şoreşgertî û demokratik û parastina nirxên Apoyî ye

14/05/2025
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn
NÛÇE

Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li bajarê Dêrîkê hatin bîranîn

14/05/2025
AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE
HAJMARA PDF

AZADIYA RÊBER APO AZADIYA ME YE

14/05/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

14/05/2025
Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin
ÇAND Û HUNER

Mirov bi çand û zimanê xwe tê naskirin

14/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.