Stêrk Mihemed/Qamişlo
Endama Komîteya Perwerdê ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Leyla Îlhan diyar kir ku dema em temaşeyî rewşa Îraqê dikin bê guman em nikarin ji rewşa Rojhilata Navîn ya heyî qut bigrin dest û wiha got: “Têkiliya di navbere Îraq û Tirkiyê de yê ku du dewletên dagirker in, li ser Kurdistanê heman polîtîkaya dagirkeriyê didin meşandin.”
Armanca hikumeta Îraqê ji dorpêçkirina Mexmûrê pêkanîna siyaset û planên qirêj yên dewleta Tirk a dagirker e. Rengê jiyana gelê Mexmûrê xweser û azad e, gel hemû awayên bindestiyê red dikin. Lê niha dewleta Tirk a dagirker planeke qirêj daye pêşiya hikumeta Îraqê, ew dixwaze wargehê ji gel re bike zindan û vîna gel bişkîne. Planên wisa qirêj ji taybetmendiyên siyaseta dagirkeriya Tirk e, lewra ji bo dorpêçkirina Mexmûrê û pêkanîna armancên xwe, hikumeta Îraqê kir weke alavekê û bi kar anî, armanca ji vê yekê jî ku dewleta Tirk a dagirker wargehê û herêmê bi giştî dagir bike.
Derbarê dorpêçkirina Mexmûrê Endama komîteya perwerdê ya wargeha şehîd Rustem Cûdî Leyla Îlhan ji rojnameya me ye axivî.
‘Dorpêçkirina wargeha Mexmûrê plana dewleta Tirk a dagirker e’
Leyla Îlhan destnîşan kir ku plana hikumeta Îraqê ji yê Tirkiyê ne dûr in û wiha got: “Rewşa ku niha li Îraqê tê jiyan kirin ji ya Rojhilata Navîn ne cuda ye, di heman demê de têkiliya di navbera Îraq û Tirkiyê de, ku her du hêz weke du dewletên dagirker li ser kurdistanê, dema ku mijar dibe Kurd û destkeftiyên Kurdan heman polîtîkiyê didin meşandin. Ji bo wê jî banga Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk li Kurdistanê û li tevahî cîhanê bandorek mezin kir û ew bang çareseriya hemû pirsgirêkan e, li hember wê jî dewleta Tirk bê navber hewil dide ku banga Rêber Apo vale derxîne, polîtîka xwe ya qirkirinê li ser Kurdan bidomîne û her ku dewleta Tirk polîtîka qirkirinê dide meşandin wargeha me jî zirarê zêdetir dibîne, ji ber ku wargeh parçeyek ji têkoşîna 50’î sal ya tevgera azadiyê û têkoşînek 30’ sal di şert û mercê penaberiyê de dide meşandin. Di van demên dawî de di navbera Îraq û Tirkiyê de civîn, hevdîtin û li ser peymana enerjîyê ya ku bi hev du re sazkirine herdem xeteriyek li ser wargehê daye çêkirin û dewleta Tirk weke şertekê daye pêşiya Îraqê ku çiqas wargehê bike bin zext û fişarê wê dewleta Tirk razî bike ev bi salane ku polîtîkek bi vî rengî tê meşandin. Gelek caran rayedarên Îraqê bixwe dibêjin ku em neçarin ku bikin ji ber ku dewleta Tirk zextê li me dide wê demê em neçar dibin ku zextê li ser we bikin. ”
‘Gelê wargehê bi vîneke mezin têdikoşin’
Leyle diyar kir ku berî 2 salan carek din dewleta Îraqê êrîşî wargehê kir û derdora wargehê bi gîştî têl kir û wiha domand: “Berxwadana gelê wargehê û piştgiriya ku ji derve ji bo gelê wargehê hatî dewleta Îraqê ji vê biryara xwe ya bê zagonî paş de gav da avêtin, di wê demê de rayedarên Îraqê bi eşkereyî gotin ku dewleta Tirk ji bo ku em êrîşî we bikin gefan li me dixwe. Ava Dicle li ser me qut kirin, dewleta Tirk hemû polîtîkan dide meşandin ji bo îradeya ku li wargehê hatiye avakirin ş sekna ku ev 30 sal di şert û mecên penaberiyê de bi têkoşîn û berxwedanî lawaz bike û wargehê têk bibe, ji ber wargeh şahidê zindî yê kiryarên dewleta Tirk ku di salên 80’î û 90’î de li Bakurê Kurdistanê daye meşandin ku di encama van kiryarên dewleta Tirk de 4 hezar gund zêdetir hatin vala kirin û li gorî daneyên fermî 17’ hezar kesên ku berpirsê wan dewleta Tirk e, hatin qetilkirin û hin ji wan heya niha jî winda ne. Wargeh xwedî misyoneke zagonî ya navneteweyî ku ji aliyê neteweyên yekbûyî ve weke penaberên siyasî hatiye qebûlkirin û li gorî vê sitatoya penaberên siyasî xwedî mafê hesab xwestinê ji dewleta Tirk e. Her tim wargeh di bin êrîşa dewleta Tirk deye, sekna gelê wargehê sekna têkoşîn û rûmetê ye. Gelê wargehê di pêvajoya 30 salî de eger çi bi destxistibe bi têkoşîn û berxwedana xwe bi destxistiye. Li gorî pêşeroja heyî di her alî de wê çalakiyên şênber, hişyarkirina raya gîştî, têkiliyên peywendî yên bi dewleta Îraqî re em hewil didin ku van pirsgirêkên ku li ser civakê têne meşandin çareser bikin.”
‘Banga xwedî liderketina welatiyên wargehê dikin’
Endama komîteya perwerdê ya wargeha şehîd Rustem Cûdî Leyla Îlhan di dawiya axftina xwe de bang li netewên yekbûyî kir û wiha got: “Banga me ji hemû kesên ku têkoşîna azadiyê li cîhanê didine meşandin ew e, ku polîtîka qirkirinê ku ji aliyê Îraq û Tirkiyê ve li ser gelê Mexmûrê tê meşandin bisekinînin û em bang dikin têkoşîna ku gelê wargehê dide meşandin di raya gîştî de bê zanîn û neteweyên yekbûyî xwedî li gel derkeve û berpisyariya xwe pêkbîne. Ji ber ku wargeh di milê ewlekarî, pêwîstiyên jiyana rojane, perwerde û tendirostî di bin berpirsyariya N.Y de ye. Lê N.Y çavê xwe ji kiryarên dijmirovî yên dewleta Tirkiyê û Iraqê digre û dengê xwe jêre nake.