Remezan Olçen
Partiya Karkerên Kurdistanê kongra xwe ya 12’an pêk anî. Hem jî di demekî wisa de pêk anî ku Rojhilata Navîn, Kurdistan di duryanekê re derbas dibe. Çarenûs, hevsengî, qayişkêşî diguherin û yên nû çêdibin. Salên 1970’yî çawa ku herêm bi civak û siyasetê diguherî, li cîhanê şerên rizgariya netewî li dar bû niha di roja îro de jî li aliyekî şer li aliyê din jî her alî dixwaze xwe li ser ya din ferz bike.
Bi pêşengiya Rêber Apo, PKK û gelê Kurd di dewrekî wiha de dest li rêveçûna xerab a dîrokî dest werdidin. Dixwazin bêyî şer, bêyî pevçûn û xirecir aştî tanzîm bibe, bi rêxistinkirina civaka demokratîk hemû civak, bîr û bawerî wê bigihîjin maf û heqê xwe. Dema ev tê gotin hin derdor radibin, îdia dikin ku Rêber Apo, Tevgera Azadiya Kurd ji hemû talebên Kurdan qeriyane. Ez nizanim ev ji fêmnekirina pêvajoyê ye yan ji xêrnexwaziyê ye. Heke ji fêmnekirinê be mirov dikare bi hev re rune û hev îqna bike. Lê heke ji xêrnexwaziyû ye, navê vê yekê tiştekî din e. Ez wê jî ji wijdanê civakê re, dihêlim.
Çareseriya pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê pêvajoyeke dûr û dirêj dixwaze. Ji îro heta sibê wê ew siyaseta înkar û qirkirinê weke bi devê kêrê bê jêkirin; wê neguhere. Di pêvajoya dem dirêj de wê ew jî pêk bê, lê niha ji îro heta sibê tiştên bên kirin hene ku Rêber Apo ji aliyê xwe ve, Tevgera Azadiyê û em Kurd ji aliyê xwe ve em ê bikin. Hiqûqa cîrantiyê em ê ji nû ve rêxistin bikin. Heke gotin li cî be em ê bi hev re kedî bibin. Ji xeynî vê rêyeke din tine.
Li aliyê din ji ber civakbûnê bi xurtkirina yekrêziya mala Kurdî, em ê daxwaza serxwebûna xwe bikin. Daxwaza ziman û çanda xwe bikin. Lê em ê vê ji dewletê nekin. Em ê ji xwe vê yekê bikin. Xwe xurt bikin, paşeroja xwe weke Kurd înşa bikin. BI ziman, çand û nasnameya xwe dîroka reşzivirî biguherînin. Ji bo vê PKK’ê pêşengî kir û dike. Vaye kongreya xwe jî pêk anî. Guherîn û veguherînê ji roja avabûyî heta îro çawa pêk anî wê ji îro pê ve jî pêk bîne.
Em berbayê heft û heştê kes û kûsan nekin. PKK’ê ne tenê hêzeke çekdar e. Ew bi xwe çeka herî xurt a Kurda ye. Ew rêxistin e. Ew dîrok e. Ew paşeroj e. Di cihekî weke Rojhilata Navîn de dêhna xwe bidinê, ti rêxistineke wisa emr dirêj tine. Hem jî di nava vê dojehê de tevî êrişên NATO’yê yên rasterast. Hemû rêxistin ji hev de ketin. Heta hewldan çêbûn ku PKK’ê jî wisa ji hev de bixin. Kurmê tasfiyekariyê xistin nav, lê taliya talî PKK’ê xwe mezin kir, xurt kir û heta van rojan. Bi sedan komele, sazî û dezgeh bi saya têkoşîna PKK’ê çi li beşên welat çi li derveyî welat xwe birêxistin kirin.
Rêxistingeriyeke weke ya PKK’ê wisa muazam û mezin li ti dera cîhanê tine. Îro ev rêxistin weke bername guherîn û veguherînê li ser esasên demokrasiya radîkal û hişmendiya neteweya demokratîk daniye pêşiya xwe û pêşiya me hemûyan. Ji lewra jî kongreya 12’an a PKK’ê ji niha ve mirov dikare bêje li dîroka têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê rûpelekê digre û rûpelekê nû vedike. Ev ne dawî, despêkeke nû ye.