Hafiz Ahmet Turhalli
Pirsa hevgirtinê di mijara azadî û serkeftinê de cîhekî xwe yê bingehîn heye.
Ger hevgirtin li ser prensîb û pîvanên giştî be, ew ê pêşveçûn û armanc jî zûtir çîbicî bibin.
Mirov an jî civak dema li ser armancan bigihêje hev, kare ji bo paşerojê tiştên giranbuha pêşxîne.
Di dîroka mirovahiyê de, civakên qels û lawaz li derdora armancekî kom bûne û hevgirtina xwe pêş xistine, bi vê hevgirtinê karîbûne serkeftinên dîrokî bidest bixin.
Divê mirov an civak xwedan aramancên biqedir û bilind bin. Girêdana bi armancan karekî girîng e. Hevgirtin ger bê armanc be wê demê belavbûn çêdibe.
Di bizavên olî de, armanc bidestxistina rawiştekî (exlaqî) bilind û pêve girêdayî islahkirina hawîrdore.
Li gor Civakekî Îslamî, divê hevgirtin li ser wan pîvanan pêk were:
“Di başî, qencî û helgirtina berpirsiyariyê de hevkarê hev bin, di guneh, neheqî û tevlîhevîyê de hevkariya hevdû nekin”. (Beqere 2)
Divê em jibîr nekin, kesên bawermendên ola Îslamê ne vê ayatê ji xwere weke armanca jiyanê ya sereke pêşwazî bikin.
Li gor vê ayetê; kesê ji Qur’ana pîroz bawer dikin, li ser başî, dadwerî, exlaqê paqij, xêr û qenciyê hevkariya hevdu dikin.
Teqez: li ser xirabî, zilm, nebaşî û xapandinê hevkariya hevdu nakin!
Ger mirov vê ayetê tenê di nava kesayet û civakên misilmanan de bicîh bike, wê bibin kesayetên xurt û civakên mînak.
Lewre ev ayet takekesîyek (qerekterek) ji bo kesên pabendê wê ne, şênber û eşkere dike.
Ev ayet berê me dide dîroka ku mirovahîyê bi kiryar û tecrubeyên xwe başî û qencî zelal kirine.
Li beramber derewkarî û xapandinê, rastî û durustî. Li beramber dizî û kedxwariyê, xebata helal û zîrekbûn. Li beramber cahilî û nezaniyê, xwendin û xwezanekirin. Li beramber neheqî û zilmê, dadwerî û heqnaskirin û bicihkirin. Li beramber şer ,pevçûn û xerakirinê, aşitî, aramî û înşa. Li beramber koletî û mêtîngeriyê, azadî û wekhevî.
Li baramber Xweda nenasî, xwe nenasî, serkêşî û ji rêderketinê; Xweda nasî û xwenasî, dilnizmbûn û dirêjkirina destê biratîyê.
Hevkariya başî û qencîyê fermana Qur’ana pîroze: ger ev hevkariya başiyê di kesayet û civakan de pêş nekeve, divê ew kesayet û civak têkiliyê navbera xwe û ola îslamê carekî din nûjen bikin. Ev ayeta hanê, kerektera civakekî Îslamî radixe ber çavan.
Ger em rastiya kesayet û civakên misilmanên îro şîrove bikin, em ê bi nêzikbûnên dûrî Qur’anê ve werin suçdarkirin.
Îro hemû civak û kesayetên misilman, li ser tiştên Xwedê qedexekirine hevkariya hevdu dikin.
Hêza madî li ku derê be, xwe li wê derê cîbicîh dikin.
Pere û desthelat çi fermanê bikin, piraniya me wan fermanan pêk tînin.
Werin em hemû bihevre hevkariya aştî û daweriyê bikin. Em li cem feqîr û mezluman cîh bigrin.
Ji bo gele Kurd yê kedkar û berxwedêr jî rêya tekane, çareseriyê rêya doza rewa ye. Doza me dozekî heqe, dozekî rewaye û divê liser doza xwe em heta dawiyê hevkariya hevdu bikin. Ger em li ser doza xwe ya rewa, kar û berpirsiyariyên xwe pêk bînin wê demê serkeftina armancên me, dê pêk were.
Hevkariya gelê me bi rengekî xurt li ser maf û heqiyê, dê bibe mînak ji bo derûdor û cînarên me. Dema ev hevkarî ji bo azadî, aşitî, aramî, dadwerî û zîrektî be, wê serkeftinên me jî mezintir û qîmettir bin. Hevkariya azadiyê wê bi xwe r azadiyê bîne.