Hemza Sêvo/ Qamişlo
6 sal in ku şîneyên Hesekê û gundewarên wê rastî kirîza avê tên, dagirkeriya Tirk bi rêbazê şerê tîkirinê bi siyaseteke qirêj ava Elok li ser milyonke û 200 hezar kesî ji 4’ê Cotmeha 2023’yan ve qut kiriye.
Qutbûyîna ava Elokê ya ku dibe jêdereke tekane ji bo şîneyên Hesekê mijareke dijmirovî ye ku ji hêla dagirkeriyê ve tê kirin. Stasiyona Elokê xwedî cihekî stratîjîk e, lewma bi sedema cih û girîngiya xwe ji bo şîneyên Hesekê û gundewarên wê bû sedema ku çavê dagirkeriyê lê sor bibe.
Cih, dîrok û girîngiya istratejîk a Stasiyona Elok
Stasyona avê ya Elok 10 km dûrî rojhilatê bajarê Serêkaniyê ye.Ev stasyon çavkaniya sereke ya ava vexwarinê ye ji bo zêdetirî 800 hezar kes ên bajarê Hesekê û gundên wê. Stasyona Elokê di sala 2010’an de weke bersivekê ji kêmbûna çavkaniyên ava vexwarinê re li Hesekê û gundên girêdayî wê hat avakirin. Ji ber ku ava bîrên tevahiya Hesekê şor e û nayê vexwarin hat xwestin ku bîrên kur li deverên nêzî çemên weke Xabûr û çemên din bên kolandin, bi taybet jî li devera Elok ku bi erdîngariya xwe cihekî istratejîk e. Hêjayî bibîrxistinê ye ku 34 bîrên avê yên kûr lê hene li gel wan jî 6 stasyonên ji bo berdana avê hene. Herwiha ev stasiyon dikare rojane nêzî 175 hezar m3 ji avê belav bike, hem jî bi dirêjahiya 67 km avê bighîne stasiyona Hume ya nêzî Hesekê û avê bide gund û bajêr. Rewşa şîneyên bajêr û gundewarên wê, hemjî dabînkariya avê ji bo wan piştî avakirin stasiyonê baştir bû, ev yek wiha domand heya êrişên dewleta Tirk li ser Girê Spî û Serêkaniyê.
Piştî kiriyarên dagirkeriyê kirîzê dest pê kir
Ji sala 2019’an ve piştî ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin û ew dever dagir kirin, stasyona Elok ji xizmetê derket. Herwiha piraniya amûrên stasiyona Elok jî ji hêla çeteyên dagirkeriyê ve hatin dizîn, av li ser Hesekê hat qutkirin, Netewên Yekbûyî jî tekez kir ku amûrên stasiyonê yên ku hatin dizîn buhayê wan bêtirî 200 hezar Dolarên Emrîkî ye.
Çend caran ava Elok hat berdan û rawistandin?
Piştî dagirkirinê cara yekem ku av dîsa ji bo şîneyan hat berdan di meha Îlûna 2020’an de bû, ji destpêka mehê heya 30’ê Berfanbara 2020’an av hat dayîn. Piştî wê jî, ji 1’ê Çileya 2021’ê heya 31’ê Berfanbara sala 2021’ê av bi hat dayîn, lê di nav re qutbûyîna avê gelek caran çêdibû. Herwiha ji 1’ê Çileya 2022’yan heya 31’ê Tebaxa heman salê av hat dayîn, lê dîsa bi qutbûyîn av dihat berdan. Piştî wê di 1’ê Îlûna sala 2022’yan de hat dayîn û heya 31’ê Gulana 2023’yan domand. Piştre bi rengekî qels û kêm ji 1’ê Îlûna 2023’an heya 4’ê Cotmehê av hat dayîn û paşê qut bû. Bi dirêjahiya sala 2024’an av ji Elokê bo şîneyên Hesekê û heta roja îro nehatiye dayîn. Bi vî hawî, 1 meliyon û 200 hezar şîneyên Hesekê di kirîza avê de dijîn.
Qutkirina avê sûcekî çawa ye?
Di rewşa dagirkerî û êrişan de hin zagon hene ku nabe tu dewleta dagirker wan bin pê bike, ev yek jî li gorî biriyarên navnetewî yê mafê mirovan. Di sala 1949 Peymana Cinêv a çaran de bi madeya 55’an biriyarek da, ev biriyar girêdayî rewşa dagirkeriyê bû. Tê de hat tekezkirin ku divê dewleta dagirker hemû pêdiviyan weke av, elektrîkê û hwd… ji şîneyên welatê dagirkirî re wî re pêşkêş bike, eger ev zagon jî hate binpêkirin, dikeve lîsteya tewanê şer. Bi mînaka qutkirina avê li ser bajarê Hesekê piştî dagirkirina Serêkaniyê, tê tekezkirin ku dewleta Tirk a dagirker sûnc û tewanên şer di derheqê şîneyên Hesekê de dide meşandin, li gorî zagonên navnetewî jî divabe were muhasebekirin.
Hin proje ji bo bidestxistina avê
Da ku rewşa gelên Hesekê aloztir ne be û kirîza avê bê çareserkirin, hem jî ava Hesekê bikeve xizmetê û bê vexwarin, Gernîndeya Avê ya Hesekê projeyên zelalkirina avê pêk anîn. Ji van pirojeyan 2 stasiyon li Holê, 6 li Şedadê, stasiyonek li Til Temir, stasiyonek li Mexrûm, yeke din li Um Midfee, li hêleke din 20 stasyon û çavkaniyên avê yên taybet û giştî hatin amadekirin. Ji çavkaniya Şemoka ya sereke av tê hemû stasiyonan, herwiha projeya ava Furatê hat amadekirin û piştî çend mehan di dawiha sala 2024’an de ji ber qutbûna elektrîkê hat rawistandin.
Hewldanên çareserkirina avê li Hesekê
Da ku stasiyona Elokê bikeve xizmetê gelek hewldan hatine kirin, sedem ew ku ev stasiyon jêdera bingehîn a peydakirina avê ji bo bajarê Hesekê, gundewarên wê û Tiltemir ê ye. Gernîndeya Avê ya bajarê Hesekê ji me re diyar kir ku miliyon û 200 kes sûd ji ava Elokê werdigirtin, niha jî ji sedî 10 rêjeya avê ya ku şîneyên Hesekê sûdê jê werdigirin, ev rêje ji bîrên Şemoka tê bidestxistin û bi riya tangerên avê li şîneyan tê belavkirin. Herwiha heman jêderê destnîşan kir ku ji bo Stasiyona Elok bikeve xizmeta gel de av ji hêla Rêveberiya Xwer ve elektrîk ji bo stasiyonê hat û tê dayîn, lê dewleta Tirk a dagirker tevî vê yekê ne li gorî peymanan dimeşe. Piştî ketina rêjîma Baas çavên gelên Sûriyê û bi taybet şîneyên Hesekê li hin gavan e ku were avêtin, di serî de mijara ewlehiyê û çareserkirina kirîza avê ya ku temenê wê bû 5 sal. Di roja îro de tê zanîn ku daxwazeke yekane ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên civaka sivîl heye ku ne tenê mijara avê ya ku dagirkeriya Tirk weke dosyake zextê bi kar tîne, bi dawî bibe, lê belê daxwaz ew e ku dagirkerî destwerdana xwe di dosyayên girêdayî gelên Sûriyê de bi dawî bike û xwe vekişîne ji xaka Sûriyê.






