Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Taxa Qedûrbek yek ji kevintirîn taxên bajarê Qamişlo ye

11/05/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Taxa Qedûrbek yek ji kevintirîn taxên bajarê Qamişlo ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Taxa Qedûrbek yek ji kevintirîn taxên bajarê Qamişlo ye, ew bi avakirina Qamişlo re hatiye avakirin. Navê vê taxê li ser navê yekem malbata ku li taxê niştecih bû hatiye kirin.

Qedûrbek yek ji taxên herî kevn ên bajarê Qamişlo yê. Ew bi pirrengiya xwe ya civakî ya hevgirtî tê naskirin. Ev tax yek ji taxên gelêrî yên kevnar ên kurdan tê hesibandin û ew bi avakirina Qamîşlo re hatiye avakirin. Ew li bakurê rojavayê rêya sereke ye û ji aliyê rojhilat ve bi taxa Meyselûn ve tê sînordarkirin, di navbera wê û bazarê de riya sereke ya bajêr heye. Li aliyê başûrê wê jî taxa Zeytûniyê heye, ku dirêjahiya gundê Mahmakiyê ye û dikeve ser sînorê Tirkiyê. Ji aliyê rojava ve bi çemê Ceqceq re sînordar e

Taxa Qedûrbek bi pirrengiya pêkhateyên xwe navdar e

Ev tax bi pirrengiya pêkhateyên xwe ji taxên din tê cudakirin, ji ber ku pêkhateyên wê ji Kurd, Mehelmî û hin Erebên ku ji gundên derdora Tirbespiyê koçber bûne, tê de dijîn. Gelek stranbêjên navdar wek Merwan Sebrî, Selah Resûl, Ednan Seîd û hwd ji vê taxê derketine. Di heman demê de ev tax ji hêla hevkariya di navbera niştecihan de tê naskirin.

Li destpêka taxê Şirketa Tûtin ango ya ku jê re dibêjin (Rêcê) heye û li dawiya kolana Rêcêjî goristana xiristiyanan heye. Di nav taxê de bexçeyek biçûk ku şênî jê re dibêjin (Meştel) jî dihewîne û tê de xelk ji bo bêhnvedanê kom dibin û şa dibin. Her wiha dibistan jî di nav de dibistana El-Weam, El-Zehraa û dibistana Hafiz Îbrahîm jî hene. Ev tax bi gelek mizgeftên xwe navdar e û yên herî girîng ev in: Mizgefta Îmam El-Xezalî, Mizgefta Xalid Bin El Welîd, Mizgefta Elî Bin Ebî Talib, Mizgefta Îbrahîm Heqî û Mizgefta Goristanê. Ev goristan bi navê Goristana Îslamê tê nasîn ku karwanê şehîdên Serhildana 12 adrê û Şêx Meşûq El-Xeznewî tê de spartine axê.

Ji bo pêdiviyên şêniyên taxê bi cih bînin li taxê gelek firoşgeh derketin holê. Gelek urf û adetên ku kurd bi wan tên naskirin li vê taxê belav bûne, wek hevkarî. Piraniya şêniyên taxê di navbera tax û bazarên Qamişlo de, li ser erebeyan an jî li ser motorsîkletên sê teker wek firoşkarên kolanan dixebitin.

Taybetmendiya vê taxê welatparêziya wan e

Dema ku Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin hatin avakirin, gelek xort û keçên taxê ji bo parastina xaka xwe û hesreta azadî û jiyaneke bi rûmet tevlî van hêza bûn, bi dehan şehîd ji vê taxê hene.

Tax nêzî 14 komînan dihewîne da ku kar û xebat ji bo xizmeta gel bê kirin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.