Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hevkariya bi Rojava re misogeriya demokrasiyê ye

11/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Rejîma ketî ya Baas, ji bona ku desthilatdariya xwe mayînde bikira, pala xwe da rêbaza leşkerî ya şidet û zorê û tevayî daxwaz û xwestekên gelên Sûriyê yên demokrasiyê bi wê hewesa xwe ya destpotiyê re pênase kir. Ji bona wê jî Sûriyê veguherand qadeke vekirî ji destwerdanên derve re û roleke mezin û sereke di teqandina aloziya welêt de lîst. Ji lew re jî bi awayekî lezûbez, şer û pevçûnên qewimîne derbasî nava bajar, gund û cihên bi ewle yên sivlan kir. Bi vî awayî jî rewatiya xwe ji dest da û çi sazî û dezgehên ku bi rê ve dibirin jî bê wate û ne meşrû bûn.

Îroj piştî hilweşîna rejîma Baas, li paytexta Sûriyê Şamê HTŞ desthilatdariya xwe ava dike û li ser rêya Baasê jî destpotiyeke nû sazûman dike. HTŞ hewl dide bi hişmendiyeke tundrew a Selefî, li ser bingeha netewperestiya ku bi yek mezhebekî tundrew re bûye yek, otorîteya xwe li ser civakê tivî bike û bi piştgiriya hêzên faşîst diktator ên fena Tirkiyê hegemoniya xwe li herêm û cîhanê weke defakto raxe holê. Ji bona wê jî, berê xwe daye tesfiyekirina cudahiyên çandî yên Sûriyê û çawa ku bû desthilatdar, li dijî Elewiyan dest bi komkujiyan kir. Vê dawiyê jî Durzî xistin hedefa xwe û hewl dide bi tewanbariyên cuda cuda wan bê parastin bihêle ku derbeya qirkirinê li wan jî bide. Ji lew re, li gundewarên Şamê êrişî bajarokên weke Ceremane, Sehnaye û Eşrefiyêt Sehnaye kir û bi dehan Durzî qetil kirin, malên wan talan kirin û bi rêbazên rêbiran gef li pêkhateyên dîtir ên Sûriyê dixwe û Kurdan weke hedef nîşan dide. Gelo ev ne otorîteya netewperesiyeke hişk a çelûxwar ku bi eznavdiyeke mezhebî ya tundrew re homojenkirî be, mirov dikare çi navekî din lê bike?

Adara derbasbûyî, di navbera Fermandarê QSD birêz Mazlûm Ebdî û El Şara de hevpeymanek hate muhir kirin. Di encamê de, li gorî şopîner û lêkolînvanên navendên stratejîk li dunyayê, bi peymanê re hinek tetmînat ji raya giştî re hatin dayîn ku firsendekê bidin vê rejîma nû li Şamê ka wê guherînek çawa pêk bîne? Şam jî dizane, eger rewatiyek wê hebe dê bi rêya lihevkirinek ji dil bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhatiyên Sûriyê re be. Rêbazên HTŞ û DAIŞ ên komkujî û qirkirinê wê temenê wan ê desthilatdariyê kurt bike. Gotin, tekezî û helwestên navneteweyî ku li benda guherînên cidî û pratîkê ne, wê yekê diteyisînin. Ji lew re jî, her kes, şande û dewlet jê re dibêjin ku; pêwîste hûn hevkariya bi QSD’ê re xort bikin û divê hûn sûdê ji ezmûna Rêveberiya Xwesr werbigirin û bikin şirîkê birêvebirina welat.

Divê her kes û alî, di nav de HTŞ jî, bizanibe ku rola Kurdan û pêkhatiyên Sûriyê di avakirina Sûriyeya nû de, navendî û hewceyek dîrokî ya organîk e. Sûriyeya nû nikare bêyî ezmûna Kurdan û gelên Sûriyê bi gewde bibe. Heya vê kêliyê, yekrêziya axa Sûriyê bi vê hişmendiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hatiye parastin, hişmendiya HTŞ parçe dike. lihevkirin û hevkariya bi hişmendiya demokratîk a Rêveberiya Xweser re wê rê li ber hemû rengên destwerdanan bigire, misogeriya yekîtî, azadî, aramî, edalet û wekheviyê ye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.