Monday, May 12, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc ne tenê qirkirina Durzî û Elewiyan ne’

11/05/2025
in ROJEV
A A
‘Armanc ne tenê qirkirina Durzî û Elewiyan ne’
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed/Qamişlo

Li gundewarên Şam û Siwêdayê de, aloziya di navbera hêzên desthilata Şamê û komên girêdayî Durziyan, veguherî şerekî çedarî. Di encamê de ji her du aliyan kuştî çêbûn. Siyasetmedarê Durzî Semîr Ezam diyar kir ku armanca desthiladara Şamê qirkirina tevayî pêkhateyên Sûriyê ye. 

Li taxên Eşrefiyê, Sehnaya û Ceremana yên Şamê di navbera Durzî û deshilatara Şamê de 29`ê heyva borî de şer û pevçûn derketin, di encamê de zêdetirî 73 kesî jiyana xwe ji dest dan. Herwiha hinek kes jî birîndar bûn. Ji bo rawestandina şer banga destwerdanê hat kirin. Îsraîl jî rasterast gef li desthilata Şamê xwarin.

Li ser şer û pevçûna pêkhateyên Durzî û desthilata Şamê, Meclisa Leşkerî ya Siweydayê di rêya daxwiyaneykê nivîskî de wiha gotin “Em dê bi hemû hêza xwe bersiva her cure dijminatiya ku di paşerojê de hebe bidin.”

Herwiha Meclisa Leşkerî ya Siweyda ya girêdayî civaka Durzî ragihand ku ew dê destûrê nedin ti hêzên girêdayî desthilladara Şamê ku bikevin herêmên wan. Civaka Durziyan ya li parêzgeha Siwêda ya başûrê Sûriyê dixwaze di pêvajoya destûra nû de, mafên xwe yên olî û çandî bidest bixe, lê aloziya di navbera wan û desthildara Şamê ya nû de careke din veguherî pevçûnan.

Li ser mijarê Siyasetmedarê Durzî Semîr Ezam ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku armanca desthiladariya Şamê ji êrişan ew e ku komkujiyan di derheqê hemû pêkhateyên Sûriyê de pêk bîne.

‘Şerê qirkirinê’ 

Siyasetmedar Semîr Ezam wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tiştê ku li Sûriyê diqewime, mirov dikare şerê qirkirina pêkhateyên Elewiyan û Durziyan bi nav bike. Herwiha tê gotin ku desthildariya Şamê û komên girêdayî wê di dema dawî de qirkirina gelê Kurd jî tînin ziman. Ev tê wateya ku desthildariya Şamê ji bilî hişmendiya xwe, ti kesî qebûl neke. Ew bi navê Îslamê û li ser çend rêzên ku di Quranê de hatiye dayîn, van komkujiyan pêk tînin. Mixabin jî hejmarek şêxên Îslamê jî gihiştine vê baweriyê.”

`Yê ku hişmendiya van çeteyan bipejirîne, tune ne`

Semîr Ezam li ser birêxistinkirin Durziyan yên li Siwêdayê û deverên din wiha got; “Siweyda ne îro, wê ji sala 2013`an de xwe birêxistin kiriye. Ev tiştkî girîn û rastiyeke li ser rûyê erdê ye. Leşkerên Siwedayê ji bo parastina bajarê xwe û berjewendiyê gelê xwe, li hember Cebhet El-Nisra û DAIŞ`ê li ber xwe dan. Niha jî hêza me ya xweparastinê gelê me yê ku rastî êrişan tên, diparêzin û parastina bajarê xwe ew her tim amade nin. Lewra daxwaziyên me Durziyan ew e ku, em bi zimanê xwe bi ola û çanda xwe li Sûriyê bijîn. Lewra ev çeteyên ku dixwazin Sûriyeke nû bi hişmediya xwe ava bikin, wê ti carî ji aliyên pêkhateyan neyên pejrandin. Eger desthiladariya Şamê avakirina weletek nû dixwaze, divê destpêkê daxwazên me pêk bîne. Încex bi vî awayî Sûriyeke nû û azad were avakirin.”

Ezam got, wê çareserkirin bi çeteyên mîna vê hişmendiyê re, tine be. Bê goman çareserkirina kirîza Sûriyê ne di destê gellê Sûriyê de ye. Lewra ev kirîz ji sala 2013`an de ji aliyê Îtalafa Sûriyê hatiye plan kirin. Herwiha Semîr Ezam got, divê destpêkê şerê navxweyî yên pêkhateyan olperestî were rawestandin.

‘Bêdengiya dewletên navneteweyî şer gurtir dike’

Siyasetmedar Semîr Ezam axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo rawestandina komkuiyên (taifî) ku pêk tê ne tenê li Siweyda, Eşrefiyê û Sehnaya li tevahiya Sûriyê, me bang li dewletyên navneteweyî kir ku bi erkê xwe yê mirovî rabin. Tevî ku dewletên navneteweyî û rêxitinên derve hemû bûyerên ku diqewimin dibînin. Tevî ku beriya niha ji bo rawestandina komkujiyên li Sirbiya Kosofo û Indonîsiyê, çareserkirin. Lê heta niha ji bo komkujiyên ku li Sûriyê çêdibe, bê deng mane. Eger wiha bê deng bimînin wê şerê olperestî li Sûriyê kûrtir bibe û wê bi milyonan welatî jiyana xwe ji dest bidin.”

2`ê Gulanê Şêxên Durzî yên Civata Misilmanên Miwehidîn û rûspiyên olî û şêniyên Durzî civînek li dar xist. Rêberê ruhanî yê Civata Misilmanên Miwehidîn Şêx Hikmet El Hicrî, şêx Yûsif El Cerbiû, Hemûd El Henawî, Hesen El Etreş, Yejya Amir, Akif Hinêdî, Wesîm Îzedîn û nûnerên komên çekdar ên xwecih beşdarî civînê bûn.

Piştî civînê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de diyar kirin ku ew parçebûn û cudabûna ji Sûriyeyê, her wiha radestkirina çekan bo desthilata Şamê red dikin.

Civîn bi van daxwazan bi dawî bû:

– Divê bilez hêzên ewlekariyê yên hundirîn û saziya edaletê werin aktîfkirin. Divê endamên wan ji şêniyên parêzgeha Siwêdayê bin.

–  Divê bi lez dorpêça li ser Ceremana, Sehnaya û Eşrefiya were rakirin û jiyana asayî vegere.

–  Parastina rêya Şam-Siwêdayê ji aliyê desthilata Şamê ve were mîsogerkirin.

– Divê li tevahiya Sûriyeyê şer were rawestandin.

Post Views: 28
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir
NÛÇE

 Peymangeha Amadekirina Mamosteyan Roja Zimanê Kurdî pîroz kir

12/05/2025
PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn
NÛÇE

PKK: Kadroyên me yên pêşengê tevgera me Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn tevlî karwanê azadiyê bûn

12/05/2025
Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.
NÛÇE

Dîwana Kongreya PKK’ê ya 12’emîn encama danezana kongreyê eşkere kir.

12/05/2025
Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.