Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’

08/05/2025
in ROJEV
A A
‘Pêwîst e kesên sûcdar werin cezakirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\Qamişlo

Endama Kordînasiyana Kongira Star Gulistan Gulo diyar kir ku HTŞ`ê di çend rojên dawî de serçeteyê girêdayî dagirkeriya Tirk û kujerê Hevrîn Xelef Hatim Ebû Şeqra weke fermandarê ferqeya 86`an li herêmên Dêrezorê, Reqa û Hesekê erkedar kir û got: ” Pêwîst e ev kesên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de heye di asta navdewletî de wein cezakirin.”

Weke tê zanîn gelek serçeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker mîna Mihmed Casim Ebû Emşa, Hatim Ebû Şeqra û hwd di rêveberiya desthilata Şamê ya nû de weke fermandar tên erkdarkirin. Di derbarê vê mijarê de Endama Kordînasiyana Kongira Star Gulîstan Gulo ji Rojnameya me re axivî.

‘HTŞ`ê serçeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk weke fermendar erkerdar dike’

Gulîstan Gulo di destpêka axaftina xwe wiha got:”Weke tê zanîn Sûrî di nava pêvejoyeke hestiyar de derbas dibe. Herwiha pêvejoyeke ku guhertin û veguhertina ku li tevahiya Rojhilata Navîn tê kirin derbas dibe. Di heman demê de piştî ketina Rejîma Baas gelek guhetin û veguhertin li tevahiya Sûriyê çêbûn û Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû. Xewin û xeyala tevahiya gelê Sûriyê ew bû ku piştî ketina Rêjîma Baas Sûriyeke wekhev û Demokratîk were avakirin û her kesî kêfxweşiya xwe ji bo vê yekê daxuyakirin. Lê mixabin piştî hatina desthildariya Şamê li ser dasthilatdariyê ew xewin û xeyalê gelê Sûriyê hate şikandin. Ji ber ku em dibînin ku desthilatdariya Şamê bi hişmendiya DIAŞ`ê komkujiyan li dijî tevahiya gelê Sûriyê pêktîn e. Ji dema ku desthilatdariya Şamê hatîye li ser desthilatdariyê û heta roja îro Sûrî di nava aloziyê de jiyan dike. Em dibînin ku desthilatdariya Şamê serçeteyên mîna Mihmed Casim Ebû Emşa û Hatim Ebû Şeqra ên ku destê wan di kuştina gelê Sûriyê de heye weke fermandaran di nava artêşa xwe de erkedar dike. Ji ber vê yekê pêwîst e ev kesên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de heye, hebûna wan di Sûriya nû de nebe.”

‘Desthilatdariya Şamê bi israre ku van serçeteyan di nava xwe de erkdar bike’

Gulistan Gulo da zanîn ku ev serçeteyên ku desthilatdariya Şamê wan weke fermandar erkdar dike wê bi tu awayî nikarin Sûriyê birêvebibin û wiha berdewam kir: “Ev serçeteyên ku destê wan di kuştina jinan û tevahiya gelê Sûriyê de heye, divê ku cihê wan di Sûirya nû de nebe. Ji ber ku ev kes dîroka wan pir tariye û gelek komkujî li dijî gelê Kurd û tevahiya gelê Sûriyê pêkanîn e. Herwiha Sûrî welatekî pir rengîne û gelek pêkhate lê jiyan dikin weke ereb, kurd, suryanî, çerkes û hwd. Ev pêkhatiyên ku li Sûrî jiyan dikin her pêkhateyek dixwaze ku bi aramî jiyan bike. Weke tê zanîn ji dema ku desthilatdariya Şamê hate li ser desthilatdariyê û heta roja îro aramî li Sûriyê çênebûye. Me dît ku desthilatdariya Şamê berî 8`ê Adarê gelek komkujî li dijî civaka Elewî pêkanîn û heta roja îro ew komkujiî berdewam dikin. Di herêmên Şamê de jî li Cermane û Sehnayede gelek komkujî li dijî pêkhateyên dursî pêkanîn. Ji ber vê yekê niha Sûriyê di rewşeke ne aram de jiyan dike, herwiha HTŞ`ê di çend rojên dawî de Şerçeteyê girêdayî dagirkeriya Tirk û kujerê Hevrîn Xelef Hatim Ebû Şekra weke fermandarê ferqeya 86` li herêmên Dêrezorê, Reqa û Hesekê erkedar kir. Berî wê dîsa HTŞ`ê Hatim Ebû Şeqra di mecilseke leşkerî de erkedar kir, lê me li hemberî vê yekê helwestên xwe dane diyarkirin û got nabe kujerên jinan welatê me birêvebibin. Em dibînin ku desthildariya Şamê bi israre ku van serçeteyan di nava xwe de erkdar bike.”

‘Hatim Ebû Şeqra di asta navdewletî de kesekî teror e’

Gulistan Gulo eşker kir dema ku welat were avakirin kesê ku wî welatî birêve bibe pêwîst e ku nasnameya hemû pêkhateya hebêz bike û wiha pê de çû: ” Em tev dizanin ku Hatim Ebû Şeqra di asta navdewetî de kesekî ku di serî de Hevrîn Xelef û gelek welatiyên sûriyê qetilkirine û di nava cîhanê tevahî de Hatim Ebû Şeqra kesekî kujer tê naskirin. Em vê yekê şermezar dikin, ji ber ku ev serçeteyê weke Hatim Ebû Şeqra heta niha gelek komkujî li dijî jinan pêkanîne û gelê Sûrî qetilkirine. Ji ber vê pêwîst e ev kesên ku destê wan di xwîna gelê Sûriyê de heye di asta navdewletî de werin cezakirin. Herwiha divê ku saziyên mafê mirovan û hêzên navdewletî bê deng nemînin û helwestên xwe nîşan bidin. Ji ber ku rewşa Sûriyê ber bi xirabiyê ve diçe, di heman demê de li Sûriyê rewşek pir xirab tê jiyan kirin û bi taybet di aliyê jin de. Em dibînin dema ku kesek li herêmên dibin desthilatdariya Şamê de daxwaze mafê xwe dike tên qetilkirin. Herwiha ev desthilatdariya ku serçeteyên dagirkeriya Tirk di nava rêveberiyên xwe de erkedar dike, emê bi tu awayî vê yekê nepejirînin. ”

Endama Kordînasiyana Kongira Star Gulistan Gulo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Banga min ji hêzên navdewletî û saziyên mafê mirovan re ew e, ku bi lez destwerdana Sûriyê bikin. Ji ber ku Sûrî di nava aloziyekê de jiyan dike, herwiha herî zêde pêwîst e ku saziyên navnetewî bi lezgînî destwerdana Sûriyê bikin.”

Post Views: 27
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.