Dîlan Mulhim\Qamişlo
Rêvebera Ofîsa Civaka Êzîdî ya Sûriyê Sûad Hiso diyar kir ku hejimara Êzidiyên di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berî şoreşê bi hezara bûn, lê ji ber rewaş şer gelek Êzidî koçberî derveyî herêmê bûn û îro bi saya Rêveberiya Xweser civaka Êzidî ji komkujiyan rizgar bû.
Dîroka gelê Kurdistanê û tevayiya civakên Rojhilata Navî di civaka Êzîdî de vaşartî ye. Ev civak bi bawerî, jiyan, dîrok, çand û hebûna xwe xwediya bîra herî kevnar ya mirovayiyê ye. Ji ber van taybetmendiyên xwe, ji bo desthilatdaran, bi taybetî dewletên dagîrker her tim wek civaka herî metirsîdar hatiye dîtin. Ji bo qirkirina vê civakê bi dehan ferman li dijî wan hatine meşandin. Jimareke mezin ji Êzdiyên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştî destpêkirina aloziya Sûriyê berê xwe dan Ewropa yê. Gelê kurd bi giştî û bi taybet civaka Êzidî di şoreşa Rojava de pêşengtî kir û ji tevahiya gelên herêmê re bû mînaka berxwedan û têkoşînê.
Di derbarê hebûna Êzidiyan di Bakur û Rojhlatê Sûriyê de Rêvebera Ofîsa Civaka Êzîdî ya Sûriyê Sûad Hiso ji Rojnameya me re axivî.
Dîrok û baweriyên Êzidiyan
Sûad Hiso anî ziman ku dîroka derketina civaka Êzîd li ser rûyê erdê ne diyar e û wiha got: “Dema ku erd hate avakirin civaka Êzîdî jî hate avakirin, herwiha dîroka derketina civaka êzîdî li ser rûyê erdê ne diyar. Baweriya me bi hebûna yek xwedayî tê. Rehkûrbûn û koka ola me dighîje heya 2000 salî berî çêbûna hz Îsa. Ola Êzidatiyê ne weke olên Rojhilata Navîn yên mîna cihûtiyê, mesihîtiyê û îslamê ye, bi yekcarê re peyda bûye, guhertin, pêşketin pêre çêbûye, di destpêkê de me her çar elêmentên jiyanê, ax, av, ba û agir diparastin e.”
‘Armanca dagirkeriyê ku civaka Êzîdî tune bike’
Sûad Hiso da zanîn ku hejimara Êzdiyan di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berî şoreşê bi sed hezaran bûn û wiha berdewam kir: “Piraniya Êzîdiyan li kantona Efrînê cih digirtin û hejmara wan 35 hezar kes bûn û di 23 gundan de jiyan dikirin, herwiha dema ku şerê Efrînê çêbû piraniya Êzidiyan koçberî derveyî herêmê bûn. Lê bi hatine DAIŞ’ê civaka Êzidî koçber bûn û bi taybet li Şengalê, herwiha niha di vê demê de hejimara Êzîdiyan di Sûriyê nagihêje 5 hezar keseyî. Ev şerê ku li herêmê çêdibûn bi taybet civaka Êzîdî dibû hedef, armanca wan ku civaka Êzîdî qirbikin û tune bikin. Dema ku DAIŞ’ê derbasî bajarê Efrînê bû yekser derbasî gundê Êzîdiyan bûn û bi aweyekî hovane Êzid qetil kirin. Ji ber vê yekê ÊzIdî ji bo ku xwe biparêzin koçberî derveyî welat bûn, weke Almaniya, Belcîka û hwd.”
‘Bi saya Rêveberiya Xweser biratiya gelan hate avakirin’
Sûad Hiso eşker kir ku dema ku Rêveberiya Xweser hate ragihandin Civaka Êzîdî xwe birêxistin kir û wiha pê de çû: “Dema ku Rêverberiya Xweser hate avakirin Civaka Êzîdê xwe birêxistinkirin û navendên xwe li tevahiya herêmê vekirin, di her sazîyekê û navendekê de hebûna Êzîdiyan çêbû. Rêjîma Baas tu maf ne dida me lê bi saye Rêveberiya Xweser em gihiştine mafê xwe û ji qetilhaman rizgarbûn, bi riya biratiya gelan, pirojeya Rêber Apo pêkhateyên herêmê bi hev re jiyan dikin. Em di Bakur û Rojhilata Sûriyê de rastî gelek êrişan hatin û yên ku me parastin rêveberiya Xwesere bû, herwiha niha ne ji Rêveberiya Xweser bane em hatbûn qirkirin û wundakirin, hemberî vê yekê berdêlên pir giran buha hatin dayîn û em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe berxwedaniyê berdewambikin.”
‘Pêwîst e civaka Êzîdî asta rêxistbûna xwe bike’
Rêvebera Ofîsa Civaka Êzîdî ya Sûriyê Sûad Hiso axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Rêber Apo gelek caran name ji bo Civaka Êzîdî rêkirine û di sala 2013`an de nameyek ji bo me şiyandin û di nameyê de got civaka Êzîdî biparêzin, herwiha 2025’an de jî nameyek ji me rêkir û got ez jina Êzîd silav dikim û Rêber Apo bi riya vê nameya xwe hêzeke mezin da me. Banga min Civaka Êzîdî re heye ku hîn asta rêxistbûna xwe xurtbikin, li kêleka hêza xwe bisekinin û pêwîst e em xwe bighînin tevahiya jinên Êzîdî û tola jinên Êzîdî rakin.”