Esma Mistefa/Qamişlo
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de piştî Banga Rêbere Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratî, asta Xwendina parêznameyên Rêbertî bilindtir kirin. Koordînasyona Kongra Star a Kantona Qamişlo Newroz Xelîl diyar kir ku ji bo girîngiya têgihiştina nameya ji bo jinan hatiya şandin û pêvajoyê, wan pêwîstî bi xwendina parêznameyan dîtin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, xwendina parêzname û pirtûkên Rêber Apo weke çandekê ku xwe li ser perwerde dikin dibînin. Ev yek di tevahî pêvajoyan re nehat rewastandin û heyanî niha jî weke awayê xweperwerdekirinê tê domandin. piştî Banga Rêbertî a Aştî û Civaka Demokratîk, careke din xwendina parêznameyan destpêkirin. Ev xebat ji aliyê Kongra Star a Kantona Qamişloyê bi tayebet piştî nameya Rêbertî ji bo hemû jinan rêkirib, hat destpêkirin. Têkildarî vê yekê Koordînasyona Kongra Star a Kantona Qamişlo Newroz Xelîl ji rojnameya me re axivî.
Rêberê ku hesabê dijim û hêzên navnetewî bi bin xistiye, divê bê xwendin
Newroz di destpêkê de xuya kir ku Rêber Apo di girava Îmraliyê de li gor her pêvajoyekê parêzname nivîsandin û got: “Rêbertî di girava Îmraliyê de têkoşîna azadiya tavahî gelê kurd da meşandin. Rûxmî şert û mercên dijwar û zehmet yên girtîgehê lê Rêbertî tu carî bê îrade nema û ji gelê xwe re digot “yên ku azad bibin hûn in ne ez im”. Bi vê re em asta aîrade û zanebûna Rêbertê fem dikin ku di aliyê hişmendî û îdolojiya xwe de şiqas azad û serfiraz e. Dijminê gelê kurd bi girtina rêbertî re negihîşt tu encamê, hêviyên ku wan dikirin ji salên 90’î û heyanî vê demê yek jî pêk nehat û bi ser neketin. Ev bi serê xwe têkbirina hêza navnetewî a ku dixwastin di şexsê Rêber Apo û gelê kurd de felsefeya azadiyê û doza gelê kurd bibin xistibana.
Rêber Apo di hinder girtîgehê de li gorî pêvajo û merheleyên ku di tevahî cîhanê, Rojhilata Navîn, Kurdistan û gelê kurd tê re derbas dibû, Parêzname û pirtûkên têr û tijî derxistine. Bi derketina her parêznameyekê re dijmin ditirsiya û hesabên xwe careke din nû dikirin. Rêberê ku hemû hesabên dijmin têk birine û rêbertî ji tevahî gelên bindest re kiriye, divê pirtûk û ramanên wî di nava hemû gelan de bên xwendin û perwerdekirin”.
‘Li gorî pêvajoyê me pêwîstî bi xwendina parêznameya 5’emîn dît’
Newroz da zanîn ku bi banga Rêbertî a Aştî û Civaka Demokratî û nameya ku ji hemû jinan re şandiye divê careke din xwekurkirin di vê felsefê de bê kirin û wiha domand: “Banga Rêbertî û nameya ku ji bo jin şandiye, pêvajoyekî nû û perispektîvên nû dan pêşiya jina kurd. Ev name di gelek aliyan de hate nirxandin û şîrovekirin. Hezkirin û daxwaza Rêbertî ji jina kurd û jinên azadêxwaz re; diyarker û zelal bû. ji lewra me dît ku ji bo hîn zêdetir em xwe di cewherê vê nameyê û erka li ser milê xwe hîn zêdetir li gorî pêvajoyê birêxistin bikin, me pêwîstî bi xwendina parêznameya 5’emîn a Rêber Abdullah Ocalan dît”.
Kampanya xwendina parêznameyê
Newroz Xelîl di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Li rex tiştên ku me anîne ziman li ser asta Rojhilata Navîn û Kurdistanê gelek guhartinên cidî hatine jiyankirin. Bi taybet di aliyê yekîtiya gelê kurd de gavên dîrokê hatin avêtin. Hemû geşedanên ku îro tên jiyankirin di pirtûkên Rêbertî de hatine nirxandin, şîrovekirin û şareserî çiye hatine zelalkirin. Me jî Kongra Star li Qamoşlo dest bi Kampanya xwendina parêznameya 5’emîn kiriye. ev xwebat wê di hundir her komîn, meclis û saziyekê de bê pêkanîn. Her wiha ji aliyê komisyonan ve bê şîrovekirin. Helbet armanca me ew e ku gel ji nêz ve rewşa heyî bi nêrnên Rêber Apo bixwîne û nas bike ye”.