Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bendava Şehîdan: Têkçûna pergala osmaniyên serdemê

07/05/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Roja 5’ê Gulanê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê di nava berxwedêrên Bendava Tirşrînê de serkeftina mezin ragihand. Ev serkeftin piştî berxwedana gel a nêzî çar mehan bê navber li ser bendavê û şehîdbûna kerwanekî qehremanên herêmê yên ji hemû pêkhateyan, pêk hat. Berxwedana li Bendavê di demekê de li tevahî Sûriyayê guhertinên mezin têne jiyankirin, çêbû. Di vir de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi hêza xwe ya leşkerî û sivîl, isbat kir heger gel xwe li ser esasê ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGER birêxistin bike tu hêz wê nikaribe vîna wî bişkîne. Min berê jî di nivîsa xwe ya roja 22’ê Nîsana îsal de bi sernavê ‘Bendava Tişrînê Kobana duyemîn e!’ gotarek weşand. Ez ê îro carke din dubare bibêjim ku Benava Tişrînê ji bo biratiya gelan û hêza hevgirtina gel bûye nimûneyek din a berxwedanê. Çawa li Miştenûr Arînan evsaneyên dîrokî nivîsandin û bûn ilhama tevahî cîhanê. Îro Berxwedana hevalên me yên şehîd di şexsê Bavê Teyar, Bavê Hogir, Cîhan Bilgîn û Egîd roj de em hemû şehîdên berxwedanê bi rêzdarî bibîr tînin. Bi ked û têkoşîna wan ev bû xeleka duyemîn a evsaneya Arîn Mîrkan ku li ser Girê Miştenûr hate nivîsandin. Wan Bendava Tirşrînê veguherand keleheke din a serkeftinê. Li Kobanê DAIŞ’ê bi hemû hêz û piştevaniya xwe têk çû. Li Bendava Tişrînê Dewleta Tirak û bi hezaran çeteyên wê têk çûn. Di herdû dîmenan de wêrekiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û fedekariya wan zindî bû. Bendava Tişrînê bi tovê berxwedana Kobanê mezin bibû. Îro bi ragihandina serkeftinê re, berhem û destkeftiyên serkeftinê radestî zarokên Sûriyayê dike. Çima ez dibêjim Sûriyayê ji ber serkeftina Berxwedana Bendava Tişrînê wê bandorê ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bike. Di heman demê de wê destê dirêj ê dewleta Tirk û çeteyên biyanî yên ji gelek aliyên cîhanê ku îro di Sûriyayê de wêranî û xirakirinê dikin, qut bike. Ji lewma pêwiste em bêjin serkeftina Bendavê ya tevahî gelê Sûriyê û têkçûna pergala Osmaniyên serdemê ye.  Li bendavê bersiva komkujiyên Berava Sûriyayê û kujerên bi dehezaran gelan hate dayîn. Di heman demê de riya parastina durzî û hemû pêkhateyên Sûriyê yên li dijî tundrewyê ye. Çawa serkeftina li Kobanê bû zemîna bingeha têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, ji îro ve em dikarin bêjin serkeftina Bendava şehîdan wê bibe zemîna têkçûna pergala tundrew û şidetê. Ji vir ve wê pêlên guhertina di Sûriyayê de destpê bike. Bawer im encamên wê jî wê di çend mehên pêş de zelal diyar bibe. Min got çend meh, dibe wiha dirêj neke jî. Wiha diyare ev serkeftin wê bibe zemîna hevgirtina gelên azadîxwaz ên ji bo avakirina Sûriyaya demokratîk amadene. Li ser vî esasî ji me û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tê xwestin ku li ser esasê hevgirtina gelan ji bo Sûriyaya demokratîk têkoşîna xwe li ser asta Sûriyê û derve mezin bikin. Heger em wateya serkeftina Bandava Tişrînê bi pêkhateyên din ên Sûriyayê re nedin naskirin, wê bar girantir bibe.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.