Hemza Sêvo/ Qamişlo
Mafê hêviyê têgehek zagonî ye ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrpayê di 1977’an de derxist. Di serdema niha de jî piştî 26 sal ji tecrîda li ser Rêber Apo, di warê pêkanîna mafê mirovan de, mafê hêviyê ji bo wî mercekî girîng û tekûz e.
Mafê Hêvîyê çi ye û kengî derket?
Wateya mafê hêviyê di pênaseya xwe ya giştî de, amaje dike ku dema kesayetek di girtîgehê de be û azadiya xwe winda kiribe, tevî ku salên hukim lê hatibe birîn an jî hukim mayînde li ser hatibe ferzkirin, dikare hêvîya xwe, xewn û xeyalên xwe winda neke. Herwiha ev têgeh di naveroka xwe de destnîşan dike ku eger hukim li ser girtiyekî/ê hatibe kirin, divê hukim li ser esasê arastkirin û sererastkirina çareseriyê bê kirin û piştî demekê derfetek ji bo wî/wê were dayîn. Ev yek jî li gorî yasaya û nirxên mirovahiyê dide tekezkirin ku mirov dikare were guhertin û şaştiya xwe rast bike eger sûcekî mezin li dijî pîvanên mirovahiyê kiribe û bi dilsozî pirsgirêkê çareser bike di şertûmercên zagonî de. Ev têgeh yekm car Dadgeha Ewropayê ya Mafê Mirovan di sala 1950’î de derxist, bi wateya ku maf ji bo kesên girtî yên ku hukmê mayînde li wan hatibe birîn, tê dayîn piştî ku demeke destnîşankirî ew kes azad bibe, ev dem jî ji welatekî cudatir e ji welatekî din. Herwiha yekem car mafê hêviyê sala 1977’an di dadgeha destûrî ya Elmaniyê de hat pêkanîn.
Girîngiya mafê hêviyê
Mafê hêviyê yasayekî girîng e ji bo kesên dîlgirtî, nexasim kesên ku di bin sûcên azadî û wekheviyê de ji bo civakê hatibin girtin û cezakirin. Bi kesên wiha civak dikeve qonaxên serdemên tarî, dîrok û tişta ku hêzên serdest bi serê civakê aniye, şahidê vê yekê ye. Ji van kiriyaran girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e ku di encama Komployeke Navnetewyî de ji hêla hêzên hegemona cîhanî bi serkêşiya dewleta Tirk ve hate girtin û ev zêdeyî 26 salan e ku dibin tecrîdê de dijî.
Biriyarên navnetewî yên dijî tecrîdê
Di sala 2004’an de, ceza ya mirinê di derheqê Rêber Apo de ya hatibû birîn, rabû. Ji bo vê cezayê hat dayîn cezaya giran a jiyana tevlihev. Li gorî maddeya fermî ya 2’yan a Zangona Sûcdaran a Tirkiyê, hukmê girtina mayinde li Rêber Apo hat birîn. Ev hukim ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî (ECHR) ve wek biriyareke dijî nirxên mirovahiyê hate naskirin. Heman dadgehê diyar dike ku hukmê girtinê heya dawiya jiyanê li Rêber Apo bêyî ku mafê danûstandin û azadiyê bibîne, sûcekî derzagonî ye. Di sala 2014’an Dadgeha Ewropayê ya Mafê Mirovan de li ser girtina Rêber Abdullah Ocalan, got ku cezaya ku di şexsê Rêber Apo de hat birîn, biriyareke dijmirovî ye celebeke neinsanî ye. Berî vê biryarê, di biryarekê din ya dadgehê ya 9’ê Tîrmeha 2013’an de ji Vinter Netewên Yekbûyî diyar kir ku divê mafê hêviyê hebe û cezaya girtina heya dawiya jiyanê were guherandin, da ku herî zêde piştî 25’an Rêber Apo were azadkirin.
Mafê hêviyê, mafekî rewa ye ji bo Rêber Apo
Doza ramanvan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi doza siyasî ve derdikeve derdora sinorên cografîyê û digihêje pirsên girîng ên azadî, dad û mafê mirovî li dijwarî. Ji sala 1999’an ve heta niha, ew girtîgehê Imraliyê ye. Sedem jî ew e ku Abdullah Ocelan doza azadiya gelê kurd û hemû civakên bindest kiriye. Ji ber vê sedemê jî ew têkoşîneke ku di nav şertûmercên dijwar ên dijmirovî de dijî û piştî 26 salên girtina wî, ruxmî banga Aştî û Demokrasiyê jî ya ku Rêber Apo kir, dewleta Tirk mafê hêviyê nade wî û hezarên girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê ku azad bibin. Girêdana Rêber Abdullah Ocalan bi mafê hêvîyê ve girêdaneke ku dest jê nayê berdan. Herwiha li gorî zagonên navdewletî yên mafê mirovan, divê mafê hêviyê ji bo wî were dayîn.





