Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Reşkujiya li serê gelê Ermen

04/05/2025
in POLÎTÎKA
A A
Werin em li dijî dehakan agirê Newrozê dadin
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Ji bo ku naveroka hin karesatên wisa were fêmkirin û heqîqat ronî bibe, hewce ye mirov li serdemên derbasbûyî vegere.

Di sed sala 19. û bi taybet jî ber bi dawiya sed salê ve êdî împaratoriya Osmanî hatibû li ber sikratê. Ji ber vê yekê ji aliyê dewletên emperyalîst ên demê ve wekî ‘Zilamê Nexweş’ dihate dîtin. Wan ne ji bo ku vî zilamî sax bikin, ji bo qetqetî û parçe parçe bikin û daqurtînin ev nav li ‘Zilamê Nexweş’ kiribûn. Di demek ku ‘mêrê pîr’ ji derdê sikratê dinalî de, gelên wekî Ermen, Ereb, Kurd jî, ku di binê nîrê Osmanî de bûn,  dest pê kiribûn li çarenûsa xwe dipirsin. Di vê çarçoveyê de; di çaryeka dawî ya vê sed salê de Konferansek Ermenan çêbû. Dibe ku li vê civînê gelek tişt hatibe nîqaşkirin. Lê cewhera vê, rewşa gelê Ermen û împaratoriya Osmanî ku wekî Zilamê Nexweş dihate binavkirin. Werhasil ji vê dîrokê pê de gelê Ermen dest pê kir rewşa xwe ya neteweyî lê bipirse. Mercên serbestî û azadiyê lê bikole, di astekê de ji aliyê hin rewşenbîran ve be jî têkoşîna vê bimeşîne.

Lê li aliyê din hêzên emperyalîst jî vala nedisekinîn. Mînak, împaratoriya Almanyayê ku hêzeke girîng a emperyalîst a wê demê bû, wekî tifaqa herî girîng împaratoriya Osmanî hilbijartibû. Diviyabû li rojhilat ev împaratorî saxlem bimana ku berjewendiyên wan misoger bûna û bihatana parastin. Jixwe hêzên emperyalîst timî li Rojhilata Navîn ajan û amîlên di bin navê ‘mîsyoner’ de dihewandin. Mînak, Almanya bi xwe di serê 1800’an de subayekî xwe yê bi navê Moltke erkdar kiribû. Karê wî yê esasî modernîzekirina artêşa Osmanî bû. Dîsa di çaryeka dawî ya sed sala 19. De jî navê misyoner-subayê Alman ku di nava erdên Osmanî de kar dikir jî, ‘Göls’ bû.

Ji ber ku mijara me ne dîrok e û vê derê jî ne kursiyê dîrokê yê zangehekê ye, em lêborîna xwe ji xwendekaran dixwazin lê ji bo fêmkirina hin tiştan, kûr û dûr çûyin neçariyek e.

Werhasil, ‘Göls’ di heman demê de kesekî civaknas bûye jî. Li gorî wî ji bo ku Osmanî ji rewşa xwe ya ‘Zilamê Nexweş’ derkeve divê Osmanî Ermenên di nava xwe de çareser bike. Yanî bi şiklekî ji nav bibe. Dîsa heman kesê bê yom di dîrokek ewqas zû de ji bo Dêrsimê dibêje ‘Dêrsim pirsgirêk e divê hûn Dêrsimê jî çareser bikin”.

Piştî bi dehan sal ji planên ‘Göls’ê Alman, pêşengên Îttihat ve Terakî Enver, Talat û Cemal paşe dibin dildarên û alîgirên împaratoriya Almanyayê. Ev, ji ber tiştê li jorî hatiye ziman diyar e ne tesadufek e. Di serê sed sala bîstan de partiya Îttihat ve Terakî ya pêşengiya Enver, Talat û Cemal paşe bi temamî rêveberiya împaratoriya Osmanî xistiye destê xwe.

Dema welê dibe, ne yekser roja planên ‘Gölsê’ Alman bilind dibe. Ruhê planên ‘Göls’ ew e; Osmanî nikare erdên xwe yên pir mezin biparêze. Eger bixwazibe xwe biparêze divê dewleteke biçûk ava bike. Ji erdên mezin dest berde. Anatoliyê ji xwe re esas bigire. Lê li vê derê jî Tirkan bike qewmê zêde. Di serî de Ermenan ji holê rake. Yên din jî bi şiklekî çareser bike. Îttihad ve Terakiya Enver, Talat û Cemal paşe vê perspektîfa împaratoriya Alman ji xwe re digire.

Îttihad ve Terakî li ser vê esasî di navbera xwe da karbeşiyekê dike: Enver paşe ji bo Kurdan, Talat paşe ji bo Ermanan, Cemal paşe ji bo Eraban deriyên dojehê vedikin.

Dema em behsa vê plana Almanya emperyalîst dikin, ji ber ku erdên pir berfireh ên Osmanî ji wan re dimîne mînak Îngîlîz û Fransî ji vê planê re bê deng dimînin. Heta veşartî, jê re dibin alîkar. Ermen û Kurd û Ereban ji bo ku serî rakin û werin qetlkirin timî tehrîk dikin.

Wekî encam, qaşo ji vê planê herî bi kêm zerer Ereb derdikevin. Lê bi dehan rewşenbîrên pêşeng bi talîmata Cemal paşe, tên îdamkirin. Kurd bi komplo û qetlîamên Enver paşe, li ‘Sarikamişê’ bi dehezaran ciwanên xwe şehîd didin. Dîsa talîmata Enver paşe, heft sed hezar Kurdî ji Kurdistanê di mercên ne destdayî de ber bi rojavayê Anatoliyê dike koçber. Hemû bi rê de jiyana xwe ji dest didin. Jixwe armanc jî ev e. Karesata herî mezin bi serê gelê Ermen de tê. Hê ji beriya ku şerê cîhanê yê yekemîn dest pê bike Planên xwînxwar ên Talat paşe dikevin meriyetê. Di demeke kurt de hê beriya şerê cîhanê yê yekemîn li Klîkya-Edene nêzî sih hezar û li Kurdistanê (Sason) jî 300 hezar Ermen tê qetlkirin. Dîsa di bin berpirsiyariya Talatpaşeyê xwînxwar de bi destê Alayên Hamidiye zêdetirî 1,5 milyon Ermen di dema şerê cîhanê yê yekemîn de bi bahaneya mişaxtîkirinê tê qetlkirin.

Di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de gelên Aşûrî-Suryan, Ereb, Ermen, Kurd zererên wisa yên mezin dibînin. Lê zererên Ermenan dîtî bê tarîf in, tarîf yan jî rawekirina wê nabe. Gelek li welatê xwe, ne tenê hatiye mişaxtîkirin û bûye penaber kokên wî hatiye qelandin. Ermenan ji ber vê yekê ji vê rojê re gotine; ‘METZÎEN’

Na, mirov zêde heqê hêzên emperyalîst û planên wan jî, nexwe; ji  bo ku ber dilê wan xweş bikin, ruxmî ku li Kurdistan, Klîkya-Edene û Anatoliyê kokên wan dane qelandin li jorî Serheda jorîn Ermenîstaneke hişk û ziwa û bê berhem ji Ermenan re dane avakirin.

Post Views: 106
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.