Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dilovan Gever; Sembola dengê berxwedan û rastiyê

04/05/2025
in JIN
A A
Dilovan Gever; Sembola dengê berxwedan û rastiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Şehîd Dilovan Gever di 1994’an de li Geverê jidayîk bûye, ew şervaneke azadiyê bû û rastiya ku li welat dihate jiyîn ji tevahî cîhanê re radighand. Ji ber ku rastiya dewleta Tirk a dagirker ji cîhanê re radighand, hat hedefgirtin û di 2019’an de li Girê Sipî şehîd dikeve.

Rojnamevan ji bo derxistina heqîqetê têkoşînê dikin. Dijminê ku naxwazin ev rastî, rûreşiya wan derkeve, rojnamevanan hedef digre, ji ber wê jî her li cihê ku şer diqewime, cihê ku yek rojnamevan berxwedana gelan derxîne ew yekser ji aliyê dewletan tên hedefgirtin, bi taybet ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve. Dewleta Tirk ne cara yekemîne rojnamevan hedef digre, her ku bixwaze dengê berxwedana gel neghê raya giştî û gel bi hev moralê xwe bilind nekin, rojnamevanan dike armanc.

Dewleta Tirk a dagirker da ku rê li ber derxistina heqîqetê bigire û nexwestina ku binpêkirinên wê ji raya giştî re bê eşkerekirin, ji ber vê yekê çapemeniya azad û rojnamevanan dike hedef, yek ji wan Şehîd Dilovan Gever bû, ku di dema ku karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşand, hate hedefgirtin. Di encama êrişê de şehîd bû.

Kurtejiyan û kesayeta Şehîd Dilovan Gever

Dilovan Gever navê wê yê rast Dîlan Olmaz e, di 1994’an de li Gever ji dayîk bûye. Çîroka jiyana Şehîd Dilovan Gever pênasa vegotina çîrokek rasteqîn a ku hatiye jînê. Her kesê wê nasdikirin dê wê hertim wê bi bîrbînin. Di nava tarîtiya vê serdemê de kenê li ser ruyê wê dibriqî bû pênaseya hêviyê. Dilovan Gever îfadeya bîryardareya têkoşîna ciwanên Kurdistanê, yên ku li hemberî zilmê jinûve avakirina jiyaneke azad dane, herwiha çîroka wê çîroka ciwanên ku li hemberî polîtîkeyên şerên taybet ên dijmin, dihat wateya heta dawiyê israra di lêgerîna rastiyê de. Di 2014’an de Dilovan ji zanîngehê berê xwe da Kobanê da keleha berxwedanê. Dilovan di meşa xwe ya têkoşîna şoreşgeriyê, herdem ber bi heqîqet û azadiyê diçû. Dilovan Gever a ku di refên YPJ’ê de bi kesayeta xwe ya wêrek û kelecana wê naskirî bû, şopên bi wate li pey xwe hişt. Bi kamîreya xwe rastiya ku di welat de dihat jiyîn hewil dida belavî cîhanê bike. Ji bo êrişên dewleta Tirk li ser kurdan pêkêşî cîhanê bike ew di dema ku êriş li ser Girê Sipî dihat kirin, bi destekî rahişte kamîreya xwe û bi destê din jî çeka xwe hilgirt û berê xwe da Girê Sipî. Li Girê Sipî di 13 Cotmeha 2019’an de şehîd dikeve. Dilovan bi peyama ku beriya şehadeta xwe ji rêhevalê xwe yê navenda çapemeniya YPJ’ê şandibû, bîriyardariya xwe bi van gotina anî ziman “Heta ku şervanek tenê bimîne jî ezê li vir bimînim û berxwedana wan ji hemû cîhanê re rabighînim”. Dilovan Gever bû Sembola ragihandina YPJ’ê.

Hêjayî gotinê ye ku Dilovan Gever li hemberî hemû hovîtiya artêşa dewleta Tirk a dagirker xwedî biryardariyek xurt bû. Dilovan herdem digot berxwedanî tekezkirina azadiyê ye.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Lêgerîna rêziknameyeke herêmî ya nû û pêşeroja pirsgirêka kurd

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.