Dîlan Mulhim\ Qamişlo
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî diyar kir ku ji bo mijara ezmûnên xwendekaran bi hemhengiya UNICEF’ê civîneke olin di navbera Deseteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Wezareta Perwerdeyê a desthilatdariya Şamê de çêbû, lê heta niha wezareta perwerdeyê a desthilata Şamê xwe bêdeng dike.
14’ ê Nîsanê di navbera Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Wezareta Perwerdeyê a desthilatdariya Şamê de civîneke ji bo misogerkirina proseya ezmûn û mafên xwedekaran çêbû. Hewiha di civînê de li ser gelek xalan nîqaş hatin kirin, lê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê a desthilata Şamê ve erêkirin ne hate kirin. Di derbarê vê mijarê de Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî ji Rojnameya me re axivî.
‘Vexwendineke fermî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê a Sûriyê ve ne hat’
Semîra Hac Elî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Weke tê zanîn gelek hevdîtinên Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Wezareta Perwerdeyê a desthilatdariya Şamê de çêbûn, herwiha gelek nîqaşên me bi UNICEF ê re jî çêbûn. Ev hevdîtin û nîqaşên me ji bo proseya ezûmên xwendekarên refa 9 û 12`an di hundirê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de. Piştî van hevdîtinan bi hemhengiya UNICEF ê civîneke olin di navbera desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Wezareta Perwerdeyê a desthilata Şamê de çêbû. Di civînê de gelek xala hatin nîqaşkirin, lê xala herî girîng xala ezmûnên refê 9 û 12`an bû, ji ber ku xwendekar bi salan e ku xwendina xwe bi minhacê Şamê xwendine û berdewam kirine. Îsal jî weke sala xwendinê piştî rûxandina Rêjîma Baas ew dibistan mane vekirî û xwendina xwe berdewam kirin, ji ber vê yekê ev xala girîng bû ku em nîqaş bikin. Hin xalên din jî hatin nîqaşkirin û ji her du aliyan ve hate erêkirin, piştre di navbera me de gelek name çûn û hatin. Di heman demê de vexwendineke resmî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê a desthilata Şamê ve ji Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ne hat.”
Xalê ku di civînê de hatine nîqaşkirin
Semîra Hac Elî da zanîn ku di 14`ê Nîsanê de şandeya Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 5 kesan pêk dihat berê xwe da Şamê û wiha berdewam kir: ” Şandeya me di 14`ê Nîsanê de çû şamê, ji bo ku bi Wezareta Perwerdeya a desthilata Şamêî re hevdîtinan bike. Ev hevdîtinên me du rojan berdewam kirin, nîqaşên ku me kirin li ser giştî perwerdeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û bi taybet ji bo proseya ezmûnan. Xalê ku me di civînê de nîqaş kirin ku pêrabûnên tomarkirinê bên hêsankirin û dema wê bê dirêjkirin da ku hemû xwendekarên ku minhacên Şamê dixwînin bikarin xwe tomar bikin. Herwiha rê ji xwendekaran bê dan ku ezmûnan li deverên xwe bikin da ku çûn û hatin bandorê li wan neke. Avakirina komîteyeke hevbeş a demkî ji bo rêvebirina proseya ezmûnan bi minhacên Şamê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di heman demê de Proseya perwerdeyê ya xwendekarên Rêvberiya Xweser ji bo sala xwendinê 2024-2025 wekî salên borî berdewam bibe. Bi giştî nirxandina me jê re erînî bû û aliyê wan jî erînîbû, bêguman di dawiyê de pir dirêjkir, ew rêkeftina hevbeş xalên ku li ser hatine erêkirin derneketin. Herwiha daxuyaniyeke fermî ji aliyê Wezareta Perwerdeyê a desthilata Şamê ve ne hate dayînin. Lê nirxandina me erînî ji bo ku em karbin xebatên ezmûnan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî durist pêk bînin. Heta roja îro ji aliyê Wezareta Perwedeyê a Şamê ve erêkirin ne hatiye kirin.”
‘Ji bo proseya ezmûnên xwendekaran gelek hevdîtinên me bi komîteyên cîbcîkar re çêbûn’
Semîra Hac Elî eşker kir ku weke pilan ji bo proseya ezmûnên xwendekaran gelek hevdîtin bi komîteyên cîbcîkar li herêmê çêbûn û wiha pê de çû: “Gelek Hevdîtinên me bi komîteyên cîbcîkar ên kanton re çêbûn, herwiha bi desteya tendurstî re û li kantonan jî hevdîtin hatin pêk anîn. Ji bo birêkûpêkirina ezmûnan da ku xwendekar bi aramî li herêmên xwe ezûmên xwe tomar bikin. Li ser rawestandina vî karî destenîşankirina navendên tomar kirin, dirêjkirina dema tomar kirinê, serjimariyên xwendekaran ku wê çawa belavbibin li ser navendên ezmûnan. Ev pilanzasî û tiştên ku hebûn me hazirî jê re kir, di aliyê piratîkî de li kantonan ev kar û xebatên me berdewam in. Lê heta niha em nizan ku wê biryarek ji aliyê Wezareta Perwerdeyê Sûriyê ve derkeve yan na. Me di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Wezareta perwerdeyê a Sûriyê kir ku biryara xwe lezbike. Ji bo ku demên ezmûnên xwedekaran werin diyarkirin.”
‘Pêwîst e Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê bi erkê xwe rabe’
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Semîra Hac Elî axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Banga min ew ku Wezareta Perwerdeyê a Sûriyê bi erkê xwe rabe û wê rêkeftinê bipejrîne. Ji bo ku xwendekar bi hêsanî jiyanbikin.”