Dîlan Muhim\Qamişlo
Li Rojavayê Kurdistanê gelek cihên dîrokî hene yek jê Perestgiha Girê Endarê ye, herwiha Girê Endarê 50’ km an ji bajarê Helebê dûr e. Girê Endarê bûye şahidê gelek serdemên dîrokî û xwedî şaristaniyek kevnar e.
Her herêmek bi dîrok û çanda xwe tê nasîn
Her herêmek bi dîrok, şûnwar û çanda xwe tê nasîn, Rojavayê Kurdistanê jî bi dîroka xwe ya kevnar dewlemend e. Bi hezarê salan e gelê wê herêmê di nav şert û mercên herî dijwar de dijîn û bi gelek qirkirinên çewsandina vê çandê re rû bi rû mane. Şêniyên Efrînê tevî hemû hewildanên hêzên qirker parastina keneşopiyên xwe yên civakî û şûnwarên xwe yên dîrokî dikirin. Di Efrînê de gelek deverên dîrokî hene weke Kela Nebî Hûrî, Kelha seman, Kilûte, Girê Endarê û Cindirêsê hene. Her wiha gelek deverên dîrokî yên şopa mirovan lê hene.
Girê Endarê
Perestgiha Girê Endarê 50’ km an ji bajarê Helebê dûr e û bi qasî 3’ê km an dûrî navenda bajarê Efrînê ye. Dirêjahiya gir nêzî 270 metreye û firehiya wê 170 metreye, her wiha bilindahiya wê jî dighêje 30 metreyî. Gir bi sûran dorpêçkiriye, ev sûr ji çemê Efrînê dest pê dike û heya 300 metreyan dirêj dike. Li kêleka Girê Endarê gundê Endarê heye nav de korîdor hene û gundên weke Bêlan, Îsalhiyê û sencilrî bi hev dide girêdan. Ev korîdor xwedî girîngiyeke stratîjîk e û bi armanca parastina ji êrîşan hatibû avakirin. Di heman demê de ew perestgeh di gelek serdeman re derbas bûye û li hemberî hemû rewşên avhewayê xwe pastibû, lê di sala 2018’an de û bi êrişên dagirkeriya tirk re girê Endarê hate wêran kirin.
Şopên dîrokî yên Girê Endarê
Li gor xebat û lêkolînên li ser Girê Endarê hatine kirin, 8 hezar sal B.Z û vir ve mirovan li vê deverê jiyan kirin e. Li başûrê girê mezin ê Endarê û bi dûrahiya 100 metreyan girekî din ê biçûk heye, mirovan di wan serdeman de ser wê çandinî pêkanîne. Li ser gir gundekî biçûk hatibû avakirin di gelek pêvajoyên dîrokî yên pêşketî re derbas bûye weke serdema Hîtît, Hurî, Mîtanî, Aşûrî û Medî û derketiye ku jiyan li wî gundî heta sala 1086’an berdewam kiriye. Tê gotin ku dema herêm dikeve bin desthilatdariya Selçûqiyan ji bo winda kirina şopên dîrokî gund hatiye şewitandin. Her wiha bi rêya lêkolînan hate diyarkirin ku niştecihên gundê Endarê yên kevnar di çêkirina hesin de navdar bûn. Li ser Girê Endarê ji aliyê Bakur de perestgehek heye, ji kevirên Bazalt an jî Bezilêt ên hûr hatibû avakirin. Li ser dîwarên wê formên pir berbiçav hatine neqişkirin, mîna şêrên bi bask û neqşên jinan bi awayekî beramberî hevdu hatine çêkirin. Ev neqş yek ji peykerên herî xweşik ê di dîrokê de tê pênasekirin.
Di perestgiha Girê Endarê de li gor lêkolînvanan di sala 1965’an de diravên zêr û zîv ku vedigere gelek serdemên dîrokî hatine dîtin. Di heman demê de peykerên xwedewandên Hurî, Mîtanî, Hîtîtî û Medî hatine keşif kirin. Di pêvajoya kolandinê de peykerê zilamekî hût ku çoka wî dighîne nîviya bilindahiya wî lawirî, hate dîtin. Piraniya van peykeran di perestgehên Mîtanî de têne dîtin. Di sala 1965’an de Kovara El-Holiyet a Sûriyeyê bi zimanê Fransî li ser navê Serokê Erka Keşifê M. Morris Dunand derbarê Girê Endarê de ragihandibû ku Xwedewanda li Endarê xwedawanda rojê ye û bi navê “Xwedawand Tîşop” tê naskirin. Neqşeya şêrên li ser dîwarên Endarê hatine keşif kirin vedigerin sedsala 13’an B.Z. Herwiha ji aliyekî din ve di perestgeha Endarê de taybetmendiyekî din jî ku li tu cihekî din nayê dîtin, ji kevirên kirêcê ve blokên hatine çêkirin û li ser wan jî şûna ling hatiye kolan. Her şopekî pî ango lingekî nêzîkî yek metreyî ye û ew yek di hunera perestgehên Hîtît de wek sembola şûnpêyên xwedê ye.
Şûnwarên Persetgiha Girê Endarê hatin dizîn û firotin
Di 20’ê Çileya 2018’an de dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê êrişî kantona Efrînê û gundewarên wê kirin. Di encamê êrîşan de gelek zirar gihandin mirov û xwezayê. Di van êrişên hovana de gelek şûnwarên dîrokî yên Efrînê hatin hedef girtin. Piştî dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kir, kiryarên dij mirovî jî li ser gelê herêmê dan meşandin. Cihên dîrokî yên Efrîn û şûnwarên wê jî hatin dizîn û rûxandin. Girê Endarê ji van êrişan bê par nema û hemû şûnwarên wê hatin dizîn û li welatên derve hatin firotin.