Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi saya şoreşê min firoşgeheke şêraniyê vekir’

30/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bi saya şoreşê min firoşgeheke şêraniyê vekir’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Dêrik

Jina bi navê Xunav Ehmed ku xwediya firoşgeha şêraniyê ye diyar kir ku bi saya Şoreşa Rojava jinê karî gelek gavên serkeftî bavêje û wiha got: “Şoreşê bandor li min kir da ku ez û xwişkên xwe firoşgeheke şîraniyê vekin.”

Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek jin û ciwanan hewil dan bi rêya vekirina pirojeyên taybet yên biçûk aboriya xwe pêşbixin û xeyalên xwe pêk bînin. Yek ji jinên ku ji bo pêşxistina aboriyê firoşgeheke şêraniyê di sala 2018’an de li bajarê Dêrikê vekir, jina Kobanî Xunav Ehmed e  ku bi 4 xuşkên xwe re ev firoşgeh vikir û niha nêzî 7 karmendan tê de kar dikin.

Di derbarê vekirin, kar û xebatên firoşgeha şêraniya ya bi navê  Yasmîn, xwdiya firoşgehê Xunav Ehmed ji Rojnameya me re axivî.

 Şêraniya Yasmîn

Jin Kobanî Xunav Ehmed  di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Destpêkê em li Şamê bûn ,li wir nêzî 8 salan min di cihê şêraniyê de kar kir û ez fêrî çêkirina şêraniyê bûm. Dema em hatin bajrê Dêrikê ez û sê xwîşkên xwe û bi alîkariya birayê min jî me nîqaş kir û em pirojeyeke bi vî rengî vekin. Ev yek ji bo me cihê serbilindahiyê bû ku me karî em vê pirojeya xwe pêk bînin. Di avakirina vî cihî de bavê me destek da me da ku em gavek wisa bavêjin. Di destpêka vekirinê de kar gelek baş derbas dibû, lê niha dolar gelek bandor li kar kir, ev yek hêlişt ku çûn û hatin kêm bibe. Raste niha buhayê dolar daketiye lê hîn em her tiştî bi buhayekî giran dikrin. Astengiya ku rastî me tê di milê kêmbûna kare û buhayê kelûpelan de ye.”

‘Eger xwesteka mirov hebe astengî ji holê radibin’

Xunav Ehmed bang li tevahî jinan kir ku bi îradeyeke xurt xewin û xeyalên xwe pêk bînin û axaftina xwe wiha qedand: “Hêviya min ew e ku rewşa Sûrî ber bi başiyê vê here û kar vegere weke berê. Di heman demê de her jineke ku xwedî xewn be, bila xewnên xwe pêk bîne ji ber ku dema xwesteka mirov hebe tu astengî nikarin pêşiya mirov bigre.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.