Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi hişmendiya DAIŞ’ê jinên Berava Sûriyê tên kuştin’

30/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Bi hişmendiya DAIŞ’ê jinên Berava Sûriyê tên kuştin’
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Rêveberiya Rêxistina Sara Nisriya Mehmûd diyar kir ku HTŞ’ê bi hişmendiya DAIŞ’ê jinên Berava Sûriyê dikujin û wiha got: “Pêwîste hêzên navneteweyî li hemberî komkujiyên li Berava Sûriyê tên kirin bêdeng nemînin.”

Piştî hilweşêna rêjîma Baas rewş li tevahî Sûriyê hat guhrtin, piştî hatina HTŞ’ê gefên qirkirin û komkujiyan li ser pêkhateyên Sûriyê zêde bû. Di 7’ê Adarê 2025’an cîhanê çavê xwe li ser qirkirina gelê elewî vekir. Çêkdarên HTŞ’ê li Berava Sûriyê bê serûber Elewî kuştin, ji xwe yê herî zêde para xwe ji kuştin, revandin  û binpêkirinan girt, jinên Elewî bûn.

Derbarê revandina jinên Elewî li Berava Sûriyê rêvebera Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisriya Mehmûd ji rojnameya me re axivî.

‘Piştî hatina desthilata Şamê rewşa Berava Sûriyê aloztir bû’

Nisriye Mehmûd destnîşan kir ku piştî hatina desthilata Şamê rewşa Berava Sûriyê xerabtir bû û wiha got: “Weke tê zanîn piştî hatina desthilata Şamê li ser desthilatdariyê rewşa Berava Sûriyê ber bi xerabûnê ve diçe, qetilkirin, komkujî û binpêkirin bi serê gelê Elewî de tê kirin. Jin tên revandin û qetilkirin, çekdar kiryarên xerab bi serê jin û zarokan de dikin. Deshilata Şamê li hemberî komkujiyên xwe bêdeng kir û hewil da komkujiyan veşêre. Li gorî hin agahiyan , hin jinên ku ji aliyê çekdarên HTŞ’ê hatin revandin niha ew  jin tê kirîn û firotin, sûcên dijmirovî jî di derheqê wan de tê kirin.”

‘Qirkirina jin, qirkirrina civakê ye’

Nisriya diyar kir ku bêdengiya li hember vê komkujiyê bêwijdaniya hêzên cîhanî eşkere dike û wiha domand: “Bêdengî li hemberî van kiryarên xerab yê di derheqê jin û zarokan de tê meşandin, aloziyê û bêmafiyê diyar dike. Tecewîza ku li ser jin tê kirin  ji aliyê desthilata Şamê ve, ji kiryar û terzê DAÎŞ’ê ne dûre, çavgirtina li hemberî van komkujiyan dagirkeriyê û neqebûlkirina mafê jinê diyar dike. Divê bêdengî li hember bêmafî û tecewîza ku li ser jinê tê kirin bê seknandin, ev kiryarên xerab yên li ser gelê Elewî tê kirin mafê mirovbûnê diyar nake, lê desthilatdarî û qirkirinê diyar dike.”

‘Pêwîst e hêzên navneteweyî komkujiyên li dijî jinan rawestînin’

Rêveberê Rêxistina Sara a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisriya Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rêxistinên mafê mirovan kir û wiha got: “Banga me ji bo tevahî rêxistinan û dewletên navnetew ku bi gelê Elewî re alîkarbin û ev komkujiyên ku li ser wan tên kirin, werin bi dawî kirin. Hemû rêxistin û destgehên jinan divê xwedî li van jinan derkevin û ew çeteyên ku kiryarê xerab bi wan jina dikin werin cezakirin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.