Dîlan Mulhim\Qamişlo
Nûçegihana Jin Tv Loristan Derwîş diyar kir ku ev zêdeyî 110 rojane li bendava Tişrînê berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin, herwiha destanên dîrokî tên nivîsandin û got: “Berxwedana Bendava Tişrînê berxwedana hebûn û nebûnê ye.”
Dewleta Tirk û çeteyên wê di 8’ê Berfanbara 2024’an de bi awayekî hovane êrişî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê kirin. Herwiha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo ku piştgirtiya şervanên QSD’ê bikin, bi coşeke mezin cihê xwe di nava berxwedaniyê de girtin û nehiştin ku Bendava Tişrînê bikeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê de. Li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî tê meşandin, şervanên QSD, YPG û YPJ‘ê bi berxwedaniya xwe kêlî bi kêlî rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê nîşanî cîhanê dan. Dewleta Tirk a dagirker bi aweyekî hovane li bendava Tişrînê gelek komkujî û êrişî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 200 sivîl û di nav de jî 9 rojnamevan birîndar bûn, herwiha 25 sivîl şehîd bûn û di nava wan de 3`ê Rojnamevan jî hebûn.
Derbarê berxwedana ku li bendava Tişrînê tê kirin, nûçegihane Jin Tv Loristan Derwîş ji Rojnameya me re axivî.
‘Gel heta roja îro li bendavê nobetê digire’
Loristan Derwîş di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ku destkeftiyên şoreşê têk bibe êrişên xwe zêde dike. Di heman demê de nehêle ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî pêk were. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo destkeftiyên şoreşê biparêze, bi rihê şerê gelê şoreşgerî berê xwe dan bendavê û heta roja îro nobetê dikin. Piştî banga Rêveberiya Xweser a Demokratîk bi hezaran jin, ciwan û zarok û kesên temen mezin ji 7 heta 70 salî berê xwe dan bendava berxwedanê. Tevî hemû astengiyan û êrişan gel nobeta xwe heta roja îro dibomîn in.”
‘Zêdeyî 110 rojin li bendava Şehîdan berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin’
Loristan Derwîş anî ziman ku ev zêdeyî 110 rojane ku berxwedaniyeke bêhempa li bendava Tişrînê tê meşandin û wiha berdewam kir: ” Weke tê zanîn ev çar meh in ku li bendava Tişrînê ji aliyê gel û şervanan ve berxwedanî û têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Ev yek dide xuyakirin ku gel û şervan berxwedana bendava Şehîdan ji bo xwe berxwedana hebûnê dibînin. Dema ku ez li bendavê bûm hin dayîkan digotin heger bendava bikeve destê dewleta Tirk û çeteyên wê, em ê agir bi bedena xwexin. Herwiha dema ku dayîke 80’ ê salî li ser bendavê van gotina bîne ziman ev yek dide diyarkirin ku hebûn û nebûna xwe di bendavê de dibîne. Berxwedaniya ku li bendavê tê meşandin û ango manîna gel wê derê diyar dike ku şerê gelê şoreşî zindî bûye. Gelên ku li bendava Tişrînê dimînin dibin balefirên dewleta Tirk a dagirker de jiyan dikin û li berxwe didin, herwiha mînakê vê yekî li Efrînê hatiye jiyan kirin.”
‘Bendava Tişrînê Şoreşek e’
Loristan Derwîş da zanîn ku li Bendava Tişrînê kêliyên dîrokî ji aliyê gel û şervan tên jiyankirin, herwiha berxwedana benava Şehîdan bûye nimûneye ji bo tevahiya gelên Sûriyê û wiha pê de çû: “Destanên li bendava şehîdan têne kirin hatin saz kirin, bû weke mûcîzekî cîhanî pir mezin. Berxwedana ku hate meşandin pêş de çû ji ber ku civakên rêxistinkirî gavan navêjin paş, bi piştgiriya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedan bi ser ket û deng veda li pêşbirî cîhanê û bi taybet gelê Sûriyê. Ev berxwedaniya ku li bendava Tişrînê tê meşandin ne ew berxwedaniya ku mirov ji rêz dibîne ji ber ku li tu cihê cîhanê ne hatiya dîtin dibin balefirên şer de bi gotinên ku em ji mirinê mezintir û kefenê mirinê çirandiye gel dibin balefirên şer de berê xwe didin mirinê. Dema ku gelê me berê xwe da bendavê bi van gotinan berê xwe danê, berxwedaniya ku niha li bendavê tê meşandin vî tiştî esbat dike. Çawa ku dayîk li kêleka zarokên xwe şer kirin û xwedî li axa xwe derketin, Şoreşa Rojava li tevahiya cîhanê hatiye belavkirin, berxwedana li bendava Tişrînê jî bi srê xwe Şoreşeke.”
‘ Li bendavê heta vê kêliyê bêdudilî berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin’
Nûçegihana Jin Tv Loristan Derwîş eşker kir ku gel li bendava Tişrînê di nava toperanê de dîlan digirtin û wiha bi dawî kir: “Tiştên ku min li bendavê dîtin gotin nikare wan hesan şîrove bike, ji ber ku berxwedaniya li bendava Tişrînê li tu cihî nehateya jiyan kirin. Piştî hatin Fermandarê Giştî QSD’ ê Mezlûm Ebdî û Fermandara Giştî ya YPJ’ ê Rohilat Efrîn li ser bendavê hêviyeke mezin kete di dilê gel de. Li bendava Tişrînê gelek hevdîtin hatin kirin, herwiha bi hezên hevpeyîmanên navdewletî re hevdîtin hatin kirin û di heman demê de HTŞ’ ê berê xwe da bendavê û bi taybet xeta cebhê. Gelek nîqaş û lihevkirin li bendavê hatin kirin û li ser hin xalan lihevkirin hatin kirin. Lê dewleta Tirk nahêle ku gel destkeftiyên xwe biparêze, dîsa xwest ku van hevdîtinan xirab bike. Lê bi rihê şerê gelê şoreşgerî li bendavê ji 8’ê Berfanbara 2024’an heta vê kêliyê bêdudilî berxwedaniyeke bêhempa tê meşandin.”