Dîlan Mulhim\Qamişlo
Kerkarên bi navên Mehmûd Şehlan û Şivan Ehmed ku ji bajarê Qamişlo ne, Cejina Karkeran a Cîhanî li tevahiya kedkar û xebatkaran pîroz kirin û wiha gotin: “Em dixwazin ku bêhtir di karê xwe de serkeftî bin,him ji bo xwe û him jî ji bo welat û gelê xwe, ji ber ku karê me ne tenê ji bo me ye, lê ji bo welat e jî.”
1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê ye. Roja Cîhanî ya Karkeran, li hin welatan jî wekî cejna Karkeran tê nasîn. Her sal di 1`ê Gulanê de ,pîrozbahiyek salane li gelek welatan ji bo pîrozkirina karkeran tê lidarxistin, ku ji hêla tevgera kedkar, komunîst û sosyalîst ve tê organîzekirin. Her sal li piraniya welatên cîhanê di 1’ ê Gulanê tê pîrozkirin û li hejmarek ji wan jî cejna fermî ye.
Di derbarê Roja Cîhanî ya Karkeran, karkarên bi navê Mehmûd Şehlan û Şivan Ehmed ku ji bajarê Qamişlo ne ji Rojnameya me re axivîn.
Karkerê bi navê Mehmûd Şehlan kefxweûiya xwe bi hatina Roja Karkeran a cîhanî anî ziman û wiha got: “Em wek
karker pir kêfxweşin bi Roja Cîhanî ya Karkeran, ji ber ku em rûmetdayîn ji xwe û karê xwe re dibînin. Em ji sibehê ve heta êvaran kar dikin û diwestin ji bo em xwe bidin jiyankirin, her roj li ser vê rewşê moralên me pir dişkê ,lê dema ku em rûmeta karê xwe ji aliyê tevayî Cîhanê ve dibînin em xwe nasdikin û pir kêfxweş dibin. Herwiha em dixwazin ku bêhtir di karê xwe de biser bikevin ,him ji bo xwe û him jî ji bo welat û gelê xwe em kar dikin.”
‘Em cejina kadkaran weke sembola têkoşînê pîroz dikin’
Karkerê bi navê Şivan Ehmed diyar kir ku ew cejina kedkaran a cîhanî li tevahiya kedkar û xebatkaran pîroz dikin û wiha got: “Em weke Karker û xebatkar vê rojê him wek cejin him jî wek sembola têkoşînê pîroz dikin. Ev roj ji bo me cihekî wê a taybet heye ku we disipêre bingeheke exlaqî ku tê de keda bi miltyonan ji karkeran tê bibîranîn û
pîrozkirin.”
‘Tevî hemû zehmetiyan em karê xwe berdewam dikin’
Şivan Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bê guman dema em dibêjin kedkar, ew kesên xwediyê ked û xebatê ne. ew kar û xebat çi dibe bila bibe lê di encamê de kedek û westîbûnek mezin tê dayîn. Ji ber wê jî tevlî zehmetiyên ku em dikşînin, lê em karê xwe berdewam dikin. Em bi hêvî ne ku cejina kedkaran a îsal bibe sala demokrasî û aştîtiyê li tevahiya Sûriyê.”






