Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ev hevdîtin bingeheke ji bo proseya çareseriya tevahî Kurdistanê’

29/04/2025
in ROJEV
A A
‘Ev hevdîtin bingeheke ji bo proseya çareseriya tevahî Kurdistanê’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê û Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamuran Berwarî xuya kir ku şandeya DEM Partiyê silav û peyamên Rêber Apo ji gelê Başûr re anî bûn û wiha got: “Çekdanîn tenê bi axaftinê nabe, divê şert û merc bên sererastkirin.”

Şandeyek ku ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû kirin de, hevdîtin pêk anîn.

Di Derbarê hevdîtina şandeya DEM Partiyê ji bona Başûrê Kurdistanê de, Mamosteyê Zanîngeha Dihokê û Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamuran Berwarî ji rojnameya me re axivî.

‘Armanca hatina şandeya DEM Partiyê li Başûrê Kurdistanê gavên ji bo proseya aşitîyê ye’

Akademisyen û sîyasetmedarê Kurd Dr. Kamuran Berwarî di hatina DEM Partî û serlêdanên wan yên ji bo Başûrê Kurdistanê weke destpêkirina proseya çareseriya nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di rêze hevdîtinên DEM Pariyê ji bo partiyên kurd di 22’ê Nîsana 2025’an de şandeyek derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Armanca sereke ew e ku bang û peyamên Rêber Abdullah Ocalan yên ji bo çareseriyê dane, ew bang ji bo hemû gelê Kurd û perçeyên Kurdistanê ye. Nêrînên hikûmeta Tirk û hevdîtinên li gel rayederên hikûmetê tên kirin di rojeva serlêdanên şandeyê de cih digirtin. Ev jî pêwîst dikir ku hikumeta Federal a Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê fêm bikin ku ev banga Rêber Apo ji bona tevahî Kurdistanê ye. Di heman demê de jî hatina şandeyê cudahiya wan ji serlêdanên berê hebû bû ku bi gelek siyasetmedar, mamosteyên zanîngehê û welatparêzên Başûrê Kurdistanê re hevdîtin kirin. 22’ê Nîsana 2025’an li Enkawa ya li Hewlerê cihdigire cîvînek hat amadekirin. 50 pirs weke pêşnûme hatin pêşkeşkirin. Gelek pêşniyarên ku ji bona pêşxistina proseyên aşitiyê hatin dayin. Navbera demijmêr 3 û 4 saetan ev hevdîtin berdewam kir. Ev hevdîtinên li Hewlerê li gel hin partiyên siyasî yên nûnerên şaxê Rojhilat, Bakur û Başûr dikin re pêk hatin.”

‘Hevdîtin peywendiyên di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de xurtir dikin’

Kamuran Berwarî bal kişand ser girîngiya wan hevdîtinan û wiha axaftina xwe domand: “Ev helwest û xwastekên Rêber Apo ji bona çareserî û demokrasiyê pir bi wate ne. Ji ber wê ye ku şandeya DEM partî serlêdana Başûrê Kurdistanê kir. Ev hevdîtin dê bibin pirek di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de. Her wiha hevdîtinên wisa dê berdewam bikin ji ber ku pêvajoya çareserî û demokrasiyê ne hêsan e û divê bên berdewamkirin. Ev demên wisa kêliyên dîrokî ne û pêwîstî bi yekgirtin û bi hev re karkirinê heye. Pêwiste sîyaset û diplomasiya Kurdî ya navxweyî pêşbikeve. Pêwîste hêzên navnetewî ji bona ev proseya aştî piştgirî bidin û DEM partî bikare xwe bigihîne hemû aliyên peywendîdar. Dê di nav wan mehan de gelek danûsitandinên diplomasî bên pêşxistin. Ji ber ku ev proseya çareseriyê ya li gel Rêberê gelê Kurd Rêber Apo tê meşandin ne tên asta Bakurê Kurdistanê de, di heman demê de girêdayî hemû beşên Kurdistanê ye. Ji ber ku ev prose proseya Rêber Apo ya “Konfederalîzma Demokratîk e” Rola girava Îmraiyê rola serekeya di hevgirtina gelê kurd û gelan de. Pêwiste di serî de Rêber Apo û hemû aliyên ku wê proseyê radibin ji aliyê gelê kurd ve bên parastin û piştgirîkirin. Divê mafê hêviyê ji Rêber Apo re demildest bê dayîn û di heman demê de pêşiya siyaset kirinê bê vekirin. Divê konferansek li ser asta navnetewî bê lidarxistin û Rêber Abdullah Ocalan jî li gel hevalên xwe beşdarî wê konferansê bibe. Danûstandin li gel Tevgera Azadiyê destpê bike û wisa kongre bê lidarxistin. Weke din ti rêyên ku çareserî û demokrasiyê nîne.”

‘Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê gavên şênber nehatine avêtin’

Berwarî nêzîkbûna hikumeta Tirkiyê ya ji bo Banga Rêber Apo rexne kir û wiha axaftina xwe qedand: “Piştî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya binavê “Banga Aştî û civaka demokratîk” hat dayîn, rûxmî ku banga pêvajoyekî dîrokî dike lê tu hewildan ji aliyê hikumeta Tirkiyê ve nehatin kirin. Tu gavên erênî û şênber heya niha nehatine avêtin. Rayedarên dewleta Tirk dibêjin “Pêwîste PKK’ê çek dayne” Çek danîn ji bo çareserkirina pirsgirêk û gelan ne çareseriye. Ji ber ku dema ji aliyekê hate xwestin ku çek daynin du encamê wê hene; yek, radestbûyine ya dûyemîn jî, çareserkirina pirsgrikên wî gelî ye. Ji xwe ji bona gelê Kurd û Tevgera Azadiyê radestbûyîn ne pejirand û ji destpêkê ve li gorî mercên ku tê de hatiye avakirin û pêvajoyê şerê çekdarî kir. Ji ber wê sedemê  ku daxwaze gelê Kurd ew e  PKK’ê bibe tevgerekî sîyasî û bikare bi riyên demokratîk kar û xebatên xwe bimeşîne. Ger ew jî pêk neyê Tirkiyê û dewletên hegemon yên din jî nikarin xwe bigihînin asta demokrasiyê. Li ser wê bingehê şandeya DEM Partî hat Başûrê Kurdistanê û rêze hevdîtin pêk anîn.”

Post Views: 21
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.