Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Salar Yunis û Parlementera Dem Partiyê Salîhe Aydenîz diyar kirin ku wê konferans bibe bingeh ji bo kongreya netewî ya Kurdî, herwiha wan tekez kirin ku dê piştgiriya xwe ji bo konferansê û xebatên yekrêziya Kurdî bidomînin.
Konferansa Kurdî ji girîngtirîn gavên dîrokî bû ku li bajarê Qamişlo di 26’ê Nîsanê de hat lidarxisin, ne tenê hêviya gelê Kurd li Rojava ji bo bidestxistina mafê Kurd ji hemû aliyê ve pêkan bû, lê belê hêviya yekrêziya gelê Kurd hem jî partiyên siyasî li ser asta Rojava û tevahiya Kurdistanê xurtir bû. Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêviyeke mezin li cem gelê Kurd ava bû ku piştî Konferansa Kurdî li dar ket, ew ê kongreya netewî ya yekbûna Kurdan bê lidarxistin. Derbarê heman mijarê de Parlementera Mêrdînê Salîhe Aydeniz û Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Salar Serhed Xelîfe Yunis ji rojnameya me re axivîn.
‘Bi rihê Mam Celal em ê yêkitiya Kurd bidin encamdan’
Berpirsê Peywendiyên Derve yê YNK’ê Salar Serhed Xelîfe Yunis da zanîn ku wê bi rihê Mam Celal yekrêziya kurdî bi encam bibe û wisa got: “Bi şewêzakî fermi li ser navê YNK’ê em tevlî kongreyê bûn. Bi amadebûna 300 endam û saziyên partiyên Kurdî li Qamişlo ev kongre hat lidarxistin. Ev kongre bi taybetî bi piştgriya YNK’ê û fermandarê QSD’ê Mezlûm Ebdî hat lidarxistin. Ev konferans, bingeha yekitiya hemû beşên Kurdistanê ye. Girîngiya wê konferansê di aliyekê din de jî, di heman demê de avakirina desteyekê jî li ser rêvebirina peywendiyên Şamê ne. Ev peywendiyên ku ji bo yekrêziyê tên meşandin, piştgiriya reber û pêşengên gelê Kurd hatin avakirin. Mam Celal daxwaza wî bû ku ev konferans bê lidarxistin û Kurd hemû bin sîwanek de kom bibin. Em tekez dikin ku dê bi rihê Mam Celal yekrêziya gelê Kurd bighînin lûtkeyê Divê hemû Kurd û taybet jî kurdln Rojava deng bidin peyamê Mam Celal û rêberê din yên Kurd û Kurdistanê.Em spasiya rêzdar Bafil Telebanî û Mezlûm Ebdî jî dikin.”
‘Pêwist e xebatên ji bo yêkbûyina Kurdî bidomin’
Salar Serhed Xelîfe tekez kir ku pêwîst e xebatên yekbûna Kurdî berdewam bibin û wiha bi lêv kir: “Helwest ne tenê gelê Kurd, di heman demê de gelên ku herêmê jiyan dikin pir erenî bû. Ji ber ku yekgirtina Kurdan yekbûyîna gelên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku her aliyên cîhanê nûner û siyasetmedarên Kurd tevlî konferansê bûn. Di heman demê de, encamnameyekê yekhelwestî hat diyarkirin û hat xwendin. Em çar partiyên Kurdistanê yên navdar weke; YNK, DEM Partî, KDP û PYD’ê, di heman demê de jî kesayet û dezgehên siyasî di wê biryarnamê de bûn yekhelwest û me jî parve kir. Gelek aliyên ku naxwazin Kurd bibin yek, dibêjin ev konferans ji bo parçekirina Sûriyê hat lidarxistin. Em jî dibêjin berovajî wê yekitiya Kurdan yekbûyin û demokratîkkirina Sûriyê ye.”
‘Ev konferans dê bibe bingeha kongereya netewî ya Kurdistanê’
Xelîfe anî ziman ku ev konferans bingeha kongira netewî ya kurdî av dike û wiha axivî: “Ji xwe ev konferans netewî ye û di bingeha avakirina kongreya asta netewî de xurttir û bihêztir dike. Gelek kesayetên navdar û siyasetmedarên ji derweyî welat jî ev konferansê de amade bûn. Ji ber ku di demekê nêz de konferansa netewî dê bê lidarxistin. Em ê bi rihê Mam Celal Telebanî piştgrî û piştvaniya xwe bidomînin û heya gelê Kurd bibe xwedî maf û statû. Li ser wê bingehê bangawaziya min hemû Kurdên cîhanê ew e ku em nakokiyên xwe yên kesayetî bidin hêlekê, ji bo yekrezî û yekbûyîna Kurdan xebatê bikin.”
‘Di demeke dîrokî de konferans li dar ket’
Salîhe Aydeniz diyar kir ku di demeke dîrkoî de konferans hat lidarxistin û wiha domand: “Rojava cihê şoreşê û berxwedanê ye, ji ber wê jî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê pir bi kelecan in ku konferansa Kurdî li Rojava hat lidarxistin, em piştgiriya wê dikin. Yekrêziya ku çêbû tekez ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd li Rojava ye û avakirina statûyeke Kurdî li Sûriyê û mayîndekirina wê ye. Lewma jî divêtiya hurmetdayîna vê konferansê ji hemû Kurdan tê xwestin, ji ber ku biriyar, azadî, aştî, vîn û sekneke Kurdî tê de heye, herwiha di demeke dîrokî de ev konferans hate lidarxistin. Ji Peymana Lozanê û bi şûn ve dagirkerên Kurdistanê, welat xistin çar parçe û polîtîkayên qirkirinê dan meşandin. Di heman demê de dijminên gelê Kurd sûd ji parçebûna helwestên gelê Kurd werdigirtin û bi dirêjahiya sedsalê re kurdan ji ber nerêxistbûyîna xwe nikarîbûn bibin yek.”
‘Parçeya biçûk gava mezin ji bo yekrêziya netetewî avêt’
Parlementera Mêrdînê Salîhe Aydeniz destnîşan kir ku li Rojava gava mezin ji bo yekbûna navnetewî hat avêtin û axaftina xwe wiha qedand: “Konferansa Kurdî ya ku li Rojava hat lidarxistin wê pilanên dagirkeran û bi taybet Peymana Lozanê vala derxîne. Parçeya biçûk ji Kurdistanê gaveke mezin ji bo parçeyên din ên welat avêt da ku yekrêziya Kurdî pêk were. Piştî serkeftina konferansê li Rojava hewldana yekrêziya navnetewî ya gelê Kurd li tevahiya Kurdistanê xebateke girîng e. Hêviya me gelekî mezin e ku Konferansa Kurdî bibe pêngavek ji bo kongreyeke navnetewî ya giştî û tê de gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek.”