Saturday, June 7, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Enerjiya rojê bi hevkariya şîniyên gundê Sihil hat danîn’

27/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Enerjiya rojê bi hevkariya şîniyên gundê Sihil hat danîn’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Mihemd Salih Yûsif diyar kir ku ji ber kêmasiyên sotemenî û elektrîkê şîniyên gundê Sihil enrjiya rojê ji bîra avê re danîn. Herwiha Yûsiv tekez kir ku ev piroje bi hevkariya gundiyan pêk hat, wê rewşa ava gund baştir bibe, lê divê şîniyên gund avê li gorî pêdiviya xwe bi kar bînin.

Ji ber sûdmendiya ku ji enerjiya rojê tê wergirtin, hem jî  kêmbûna sotemeniya ku bi neyînî zererê dide jîngehê, piraniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstema enerjiya rojê ji bo xwe weke sîstemeke guncav dibînin. Êdî bijarteya şîneyên herêmê di hemû qadan de çi ji bo bidestxistina elektrîka mal, kargeh, bîrên avê yên ji bo çandiniyê û hwd… enerjiya rojê ye.

Gundê Sihil yê dikeve başûr-rojavayî bajarê Tirbespiyê ku yek ji gundên ku enerjiya rojê ji bo bîra avê ya ku dikeve xizmeta şîniyan, lê hatiye pêkanîn.

Ev gav jî bi awayekî hevbeş û li ser hîmê sîstema koperatîf û xwerêvebirinê hatiye avêtin ku şîniyên gund bi hev re enerjiya rojê ji bo bîra avê ya giştî danîne.

Derbarê pêkanîna projeya enerjiya rojê ji bo bîra avê, endamê komîteya projeyê Mihemd Salih Yûsif ji rojnameya me re axivî.

‘Ji ber kêmasiyên sotemeniyê û elektrîkê enerjiya rojê hat danîn’

Yûsif diyar kir ku ji ber kêmasiyên sotemenî û elektrîkê şîniyên gundê Sihil enrjiya rojê ji bîra avê danîn û wiha got: “Aloziya elektrîkê ne ya gundê me tenê ye, lê ya herêmê tevî ye, piştî aloziya Sûriyê alozî ketin rewşa elktrîk û sotemeniyê. Lewma jî şîniyên gundê Sihil bi rengê hevkarî û koperatîfê jenetorek ji bo bîra avê ya gund kirîn, hem jî çi hewcedariyên sotemeniyê û elektrîkê, çaksazkirina alavên jenetor û xetasê av peyda kirin. Lê piştî hedefgirtina hemû stasiyonên elektrîk, sotemeniyê û navendên xizmetguzariyê yên herêmê ji hêla dewleta Tirk ve, êdî sotemeniya ku ji bo jenetor kêm bû û elktrîk bi carekê nema hat. Lewma jî ji ber kêmbûna sotemendiyê û qutkirina elektrîkê em neçar bûn ku sîstema elktrîkê ya jenetor bi sîstema enerjiya rojê veguherînin. Me komîteyek ji bo meşandina kar û xebatên projeyê ava kir, lêkolîn û lêpirsîn li ser awayê pêkanîna wê hatin kirin. Herwiha me li ser malpera gund a facebookê ragihand ku em ê dest bi xebateke wiha bikin. Weke insiyatîfê hat belavkirin û li ser esasê  wê piraniya gundiyan pere dan, hem kesên ji derveyî welat û hem jî kesên di gund de, herwiha hin kesên ne ji gund jî bûn alîkar ji bo projeyê.

‘10 hezar dolar ji bo projeya enerjiya rojê hat xerçkirin’

Mihemed Salih eşkere kir ku bêhtirî 10 hezar dolar ji bo projeyê hat xerçkirin û wiha domand: “Ji ber ku av tiştekî sereke ye di jiyana me de û hewcedariyeke mezin pê heye, me dest bi projeya enerjiya rojê kir. Hejmara malên di gund de bêtirî 120 malî ye, bîreke tenê ya giştî heye, ev bîr jî behrî ye. Salên bûrî di werzê havînê de şîniyên gund rastî astengiyan dihatin, her roj du caran tenê av ji bo wan dihat dayîn. Lê piştî danîna sîstema enerjiya rojê wê 3 caran av ji gundiyan re bê dayîn. Piştî dirêjahiya mehekê ji xebata li ser pêkanîna projeya enerjiyê, ev pirojeya me hat amadekirin. Destpêkê 64 lewheyên erjiyê û ji wan re çar stûn hatin bicihkirin,ev stûn zivrok in, ango di cihê xwe de tên gerandin, roj li kû be wê berê lewheyên enerjiyê li rojê be. Enerjiya rojê ya ji bo bîrên avê li gundên derdora gundê me hene, lê ne wiha gerok in, ji ber vê yekê jî mesrefa wê bilindtir bû, meserfa wê jî bêtirî 10 hezar dolarên Amerîkî bû.”

‘Divê şîniyên Sihil avê li gorî hewcedariya xwe serf bikin’

Yûsif tekez kir ku wê rewşa ava gund wê baştir bibe, lê pêwîst e şîniyên gund li gorî pêdiviya xwe avê bi kar bînin û ava xwe biparêzin û wiha axivî: “Weke em dibînin ku rewşa avhewayê ya herêma me tê guhertin, rêjeya barîna baranê kêm bûye û herêm ber bi zuhabûnê ve diçe. Lewma jî divê şîniyên gundê Sihil ji bo ava xwe baldar bin û li gorî pêdiviya xwe avê bi kar bînin. Em dizanin li gundan şînahî û çandinî tiştekî girîng e, piraniya xelkê şînahiyê di hewşên xwe de diçînin. Pêwîst e em hemû li gorî hewcedariyên xwe hin cureyên şînahiyê biçînin û li ava xwe miqate bin, ne ku em bibêjin enrjiya rojê ji bo bîra avê hat pêkanîn û em hemû baxçeyên xwe bikin şînahî û avê bêhtir bi kar bînin. Em hemû berpirsiyar in ku ava xwe biparêzin û li gorî xwe xerç bikin da ku di siberojê de astengî çênebin. Li aliyekî din, ji ber ku ev sîstema enerjiya rojê li hin gundên derdora me hat pêkanîn û ji ber ku ev sîstem riya herî baş e ku were bikaranîn em bang dikin ku hemû kes çi li gundan an jî li bajaran enerjiya rojê ji bo hemû warên jiyanî bi kar bînin. Sîstema enerjiya rojê weke sîstema jenetoran zererê li jîngehê û ekolojiyê nake, lê belê jîngehê diparêze.”

‘Divê Desteya Sotemeniyê mazotê ji jenetor qut neke’

Endamê komîteya karûbarên projeya enerjiya rojê ya bîra gund Mihemd Salih Yûsif da zanîn ku jenetorê bîrê wê li cihê xwe bimîne, divê Desteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê mazotê ji bo jenetor qut neke û wiha bi lêv kir: “Em dizanin ku vaye enerjiya rojê ji bo bîra gundê me hat danîn, ev sîstem ji ber kêmbûna sotemeniyê hat pêkanîn. Lê ev nayê wê wateyê ku em ê nema jenetorên elektrîkê bi kar bînin, lê belê jenetor wê li cihê xwe bimîne, wê jenetorên me weke bijarteye duyem piştî enerjiya rojê di destê me de hebe. Tê gotin dema ku gundek enerjiya rojê ji bo bîran tê danîn Desteya Sotemeniyê mazotê li ser jentoran qut dike, em dibînin ku ev biriyareke şaş û milet ne pê re ye. Ji ber ku di werzê zivistanî de em ê nikaribin enerjiya rojê wekû tê xwestin bi kar bînin, lewma jî wê pêwîstiya me bi jenetorê elektrîkê hebe. Ji ber vê yekê jî pêwîst e Desteya Sotemeniyê ya Tirbespiyê mazotê ji bo jenetorê bîra ava gund qut neke, eger weke berê jî nede, banga me ew e ku di salê de sê caran mazotê ji bo jenetoran bide.”

Post Views: 116
ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin
ROJEV

Belgeyên Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî 12emîn Kongreya PKK’ê kirin

05/06/2025
‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’
ROJEV

‘Şandeya çû Şamê yekitîya Sûrî-sûrî bide teqezkirin’

04/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.