Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em heya dawiyê piştgiriya banga Rêber Apo dikin’

27/04/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Em heya dawiyê piştgiriya banga Rêber Apo dikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo anîn ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mercê bingehîn e  ji bo pêkanîna aştiyeke mayinde û wiha gotin: “Heta ku banga aştiyê bibe pratîk, em ê têkoşînê dewam bikin’

Tevî ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bangeke dîrokî ji bo aştiyeke mind û çareseriya doza gelê kurd û tevahiya gelên herêmê kir, lê heta niha dewleta Tirk a dagirker tu gav navêtin û êrişên wê berdewamin.

Derbarê mijarê de welatiyên bajarê Qamişlo Fadiya Silêman û Ebdulkerîm Ebdo ji Rojnameya me re axivîn.

‘Neheqîq li ser Rêber Apo heye’

Welatiya bi navê Fadiya Silêman ku ji bajarê Qamişlo ye da zanîn ku cîhan bi giştî dizane ku li hemberî Rêber Apo sûcekî dijmirovî tê meşandin û  wiha got: “Êrişên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Kurdan berdewame, bi êrişên xwe re jî dagirkerî sîstema işkence û qirkirinê jî dewam dike. Ev tecrîda ku li ser Rêber Apo tê kirin zordariyek mezine û nayê qebûlkirin. Her kes pêwîste xwedî maf be, lê mafê gelê kurd  hatiye desteserkirin, dewleta Tirk hertim êrişên xwe li ser gelê kurd dike û hewil dide ku mafê gelê kurd bê windakirin. Rêber Apo ji bo bidestxistina mafê gelê kurd û pêkanîna aşitiyê bangeke dîrokî kir, lê dewleta Tirk a dagirker tu gavên berbiçav hî jî navêtine û êrişên xwe dewam dike. Em weke gelê kurd û weke dayik soza me ew e ku em ê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bikin û tekez wê Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û banga Rêber Apo bi ser bixin.”

‘Bê azadiya fîzîkî a Rêber Apo aşitî pêk nayê’

Welatiyê bi navê Ebdulkerîm Ebdo jî anî ziman ku ew piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê ku Rêber Apo ji bo têkoşînê dide meşandin û wiha got: “Bê azadiya Rêber Apo aşitî pêk nayê. Pêwîst e hêzên navneteweyî  bi hemû hêza xwe piştgiriya pêvajoyê bikin. Da ku aştî li tevahî Rojhilata Navîn pêk were. Em ê heta dawiyê xeta Rêbertî biparêzin û xeta aşitî û demokratiyê jî biparêzin.”

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.