Saturday, May 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amerîka û Çîn li dahola şerê aborî dixin!

27/04/2025
in ROJEV
A A
Amerîka û Çîn li dahola şerê aborî dixin!
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Li ser bingeha sîstema kapîtalîst a netew-dewletê û aboriya serwer Amerîka û Çînê berê bazirganiya cîhanê didin rikberiya aborî. Wekî tê destnîşankirin ji biriyarên bacan ên herdu aliyan gaveke metirsîdar e ku şerekî aborî li ser asta cîhanê derbikeve û civak jî bibe qurban jê re.

Turmp aboriya Amerîkî li pêşiya her tiştî dibîne

Bi geşedaneke ji nişka ve, şerê aborî yê cîhanî kete rojevê, ev yek jî dema ku serokê Amerîkî  Donald Turmp biriyara bilindkirina rêjeya baca li ser kelûpelên Çînê, da. Rêjeya wê jî weke yekem car bû 104ji sedî. Turamp bi daxuyaneke çapemeniyê de li Koşka Spî di 9 Nîsanê de ev biriyar da, weke ku wî destnîşan kir, armanca wî ew e ku berhem, kelûpel û keda kedkarên hemwelatiyên Amerîkayê biparêze, li gorî ku wî anî ziman ew ê li pêşiya rikberî û kiriyarên Çînê yê xirab derheqê bazirganiya Amerîkayê bisekine. Lewma jî, Turamp derfet û efûkirineke demkî bi dirêjahiya 90 rojan da hevkarên abornas ku ev rêjeya bilindbûyî li ser wan nayê ferzkirin, lê Çîn ji efûkirinê bêpar e.

Çîn biriyarên dijwar û tolhilandinê li Turamp dide

Piştî çend demjimêran ji axaftinên Turamp, hikumeta Çînê biriyarên tund û dijwar derheqê Amrîka dan û bi gotina ‘Belteciya Aborî’ hem jî bi binpêkirina rêgezên aboriya cîhanî biriyarên Turamp pênase kir. Di heman demê de Çînê biriyar da ku rêjeya baceyan derheqê Amerîkayê ji rêjeya 84 ji sedî ber bi 125’an ji sedî ve bilind bike. Li aliyekî din hin bertek û biriyarên tolhilandinê ji bo Amerîkayê dan. Yek ji van biriyaran rawestandina kirîna hin berhemên çandiniyê wekî fûl û garis ji Amerîkayê. Herwiha danîna qeydên zor li ser kanzayên kêmpeyda yên ku gelek amûrên teknolojî yên Amerîkî bi wan tên çêkirin. Di heman demê de vekirina dosiyayên lêpirsînê derheqê kampaniyên Amerîkî yên li Çînê hatine avakirin ev yek jî bi hinceta binpêkirina kampaniyan ji rêjeya baceyên destnîşankirî re.

Bandora rikberiya aborî ya dualî ji hemû waran ve

Bê guman dema ku du dewletên mezin ên serweriya kapîtalîsta cîhanî dikin mîna Çîn û Amerîka û dikevin nav rikberiya aborî, helbet wê ev yek encam û bandorên girseyî li ser asta herdu aliyan a xwecihî û cîhanê bi xwe re bînin. Di serî de encam û bandor li ser Amerîka bibe. Ji van encaman ew e ku wê buhayê kelûpelan li ser welatiyan bilind bibe, pê re jî wê rêjeya baceyên tiştên ku ji Çînê derbasî Amerîka bibin, bilind bibe. Hem jî wê buhayê amûrên teknolojî, çek û alavên pîşesazî bilind bibin. Li hêleke din wê zexteke mezin li ser kampaniyên Amerîkayê bê kirin, nexasim ew kampaniyên ku hêza xwe ji amûrên Çînî werdigire. Di heman demê de wê tevgera bazarên diravî yên Amrîkayê lawaz bibe, ev yek jî çêbû û buhayê Dolarê Amreîkî li gorî EURO ber bi jêr ve çû. Ji aliyê din ve bandorekê li aboriya Çînê dike, mîna kêmbûna daxwaza kelûpelan ji derve, wê kampaniyên çînî bi rihetî nikaribin berhemên xwe bifiroşin bazarxaneya amerîkî. Lewma jî kampaniyên Çînê hewcedar dibin ku bazarên din weke Afrîka, Amerîkaya Latînî û Asiyayê bibîne û berhemên xwe bifiroşin wan. Hem jî wê berhemdayîna xwecihî ya hin kargeh û kampaniyan bihêztir bibe, bi taybet ew kargehên ku karê xwe li ser teknolojiya amerîkî didomandin.

Wê rikberiya Amerîka û Çînê çi encaman ji bo cîhanê bîne û çareseriya wê çi ye li gorî Rêber Apo?

Bê guman siyaseta Turamp a parastina aboriya Amerîkayê wê guhertin û veguhertinên  cuda ji bo aboriya cîhanî bi xwe re bîne. Hin ji van guhertinan ku wê rikberiyeke bêhempa bikeve nav aboriya welatan, hem jî wê lobî û tîmên welatan saz bibin û li dijî welatên din kar bikin da ku bibin serwer û aboriya wan welatan birûxînin. Mînak dibe ku têkiliya bazirganiyê di navbera Çîn û Rûsyayê xurtir bibe da ku herdu alî dijberiya Amerîkayê bikin û aboriya Amerkayê lawaz bikin, dibe ku Çîn riya Herîr a ji mêj ve rawestiyayî, vejîn bike û li dijî riya pirojeya aborî ya bi navê IMEC ango Xeta Hind-Rojhilata Navîn-Ewropa ya Aborî, ku Amerîka serperştiya wê dike, kar bike. Helbet wekî tê destnîşankirin ev gavên ku tên avêtin tekez e ku li ser hîmê kapîtalîstiya nûjen tên pêkanîn, rikberiya Çînê û Amerîka du hêzên sermeyandar in ku dixwazin hêza xwe li ser hisabê welatên din û civaka cîhanê xurtir bikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sîstema kapîtalîsta nûjen ji bingeha wê ve red dike û tekez dike ku ew li ser jihevxistina û parçekirina aboriya civakî ya hevbeş ava dibe. Hem jî Rêber Apo dibîne ku sîstema aboriya ku di destê dewletê û sermeyandariyê de dikeve xizmeta hêzên kapîtalîst û berjewendiyên wan de. Herwiha Rêber Apo dibêje ku sîstema herî guncav ji bo aborî bikeve xizmeta civakê ew sîstema koperatîf û aboriya civakî ye ku civak xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ev yek jî dûrî rikberiya aborî ya ku îro Çîn û Amerîk û hwd… didin meşandin li ser asta aboriya cîhanî.

Post Views: 75
ShareTweetPin

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Herî Dawî

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo
NÛÇE

Merasima spartina Şehîd Cîger Gulo

09/05/2025
PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.