Rohat Bulut
Nêzîkatiya mirovan a ku di civak û xwezayê de her tiştî ji xwe re rewa dîtin ne rast e û divê bi lezgînî dawî li vê ferasetê bê. Pêwîste saziyên rêxistinî yên civakî yên demokratîk û rêveberiyên demokratîk ên civakî ji bo pêşeroja civaka ekolojîk û demokratîk her tim li ser kar û xabatan be.
Beriya her tiştî jî pêwîste ku rêveberî, saziyên civakî yên demokratîk di warê hişmendî û ferasetê de têgihiştineke civaka ekolojîk û demokratîk ava bike. Bi taybetî jî di asta neteweyî, zayendî, komî û kesayetî de pêwîstî bi guherînê heye. Her wiha yek ji erkên sereke jî ew e ku bi derbaskirina cudakariya zayendîparêz, nêzîkatî û kevneşopiyên paşverû û newekhev ên di vî warî de şert û mercên pêşketina mirovên azadîxwaz ava bikin.
Bi taybetî jî pêwîste em li ser nakokiyên mirovan ên bi hev re û her wiha têkiliya mirovan a bi xwezayê re rawestin. Derbaskirina nakokiya mirov-mirov û mirov-xwezaya ku ji ber mantiqa pêşketina şaristaniyên çînayetî pêk tê, bi pêşxistina civaka demokratîk-ekolojîk pêkan e. Derbaskirina hişmendiya neyînî ya li ser xwezaya mirovan û di xwezayê de dibe sedema talankirin, wêrankirin û qeyrana ekolojîk bi vegera xwezaya civakî û paradîgmayeke nû gengaz e. Lêkolîn û vekolînên li ser ekolojiyê di pêkhatina mirovê demokratîk-ekolojîk de xwedî girîngiyeke bingehîne û pêwîstî pê heye ku di asta hişmendî de guherîn pêk bê.
Perspektîfa ekolojîk ji nû ve pênasekirina têkiliya mirov-xweza û her wiha têkiliya mirov bi mirov re ye. Ev pênase derbaskirina versiyonên egocentrîzmê (Xwe navendî) yên wekî biyonavendî, antropocentrîzm (mirov navendî) û ekonavendparêziyê ye û senteza zihniyeta civaka xwezayî bi nirxên hemdem re ye. Encax bi vê perspektîfa ekolojîk dikare pêşî li zîhniyeta ku mirov û xwezayê wekî bireser û amûr dinirxîne bê girtin.
Rûxandina xwezayê ya ji ber nêzîkbûna teknolojiyê û pêşketina sanaiyê ya şaristaniya kapîtalîst li ber çavan e. Li aliyê din ev nêzîkatî bûye sedema pêşkeftina bêkontrol a teknolojiya çek, nukleerî û genê ku di dawiyê de dikare bibe sedema bidawîbûna mirovahiyê li gel tevahiya xwezayê. Ji ber vê sedemê niha civakên ku di wê ferqê de ne ji bo parastina hevsengiya ekolojîk û her wiha di qada pîvanên demokratîk de li rêyekê digere.
Hişmendiya mirovan li ser pêwîstiya jiyaneke civakî ya bi xwezayê re weke pêkhateyeke girîng a hebûna xwe ya xwezayî û sepandina wê bi reftarên çandî, derûnî û siyasî wê bibe girêka sereke ya çareseriya qeyrana ekolojîk û pirsgirêkên bingehîn ên mirovahiyê yên wekî xizanî, birçîbûn, şer, îstîsmar û cudaxwaziyê. Bi vî awayî dê rê li ber pirrengî, yekparebûn, yekbûna dînamîk a cudahiyan û xweza û zindîwaran vebe ku bibe taybetmendiya xwezaya mirovî. Ji ber vê yekê, ji nû ve şekildana xwezaya civakî û berdewamkirina derfetên jiyana xwezayî û civakî bi destwerdana rast û bi bandor a mirovî li xwezayê, bi rêbazên aştiyane pêk tê.
Hevsengiya ekolojîk ancax di hawîrdoreke demokratîk de ku mirov bi hev re di nava aşitiyê de bin û bi xwezayê re jî di nava aşitiyê de bin, pêş bikeve.