Argêş Vîyan/Qamişlo
Hevserokê Yêkîtiya Ragihandina Azad Dilyar Cizîrî da xuyakirin ku di asta rojnamegeriya Kurdî de gavên girîng hatin avêtin û wiha got: “Rojnamegeriya Kurdî Mîr Bedirxanan dest pê kir, bi saya têkoşîna Jiyan, Gulistan, Nazim û Ezîzan ragihandina Kurdî û azad xwe gihande astekê bilind.”
Di derbarê 22 Nîsanê roja Rojnamegeriya Kurdî de, Hevserokê YRA Dilyar Cizîrî pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
– Weke tê zanîn her sal 22’ê Nîsanê roja Rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin, di warê Ragihandina Azad de, hûn pêşveçûnên heya niha hatin bidestxistin çawa dinirxînin?
Berî em behsa mijarê bikin, pêwist e em di şexsê 31 şehîdên ragihandina Rojavayê Kurdistanê yên ji şoreşa 19’ê Tîrmehê û vir ve şehîd bûne, bi rêzdarî wan bibîr bînin. Di destpêkê de em behsa girîngiya roja rojnamegeriya kurdî bikin, raste dibe hin tenê wekî salvegera 127’an a destpêka Rojnameya Kurdistan ku ji aliyê Mîr Miqdet Bedirxan ve hate destpêkirin, pênase bikin, Ema di rewşa piştî sala 1898’an û heta niha an ku di van 127 salan de ragihandina kurdî di gelek qonaxan re derbas bû. Bi taybet piştî peymanên di encamê de welatê me hate parçekirin, siyasetên qirkirina çandî, siyasî û civakî ji aliyê desthiladarên Kurdistanê ve li ser gelê kurd hate ferzkirin. Di encama vê siyasetê de ragihandina kurdî ku malbata Bedirxanî xwestin pêş bixin, bi dawî bû di salên 60’yî û heta salên 80’yî rojnamevaniya kurdî di asta partiyên siyasî de sîndordar ma. Her parçeyekî Kurdistanê xwedî teybetmendiyek bû. Li hin cihan xebatên kovar û radyo hebûn. Li hin deveran bi her rêbazan rê ne dihat dayîn. Li Rojavayê Kurdistanê û bi taybet piştî avabûna yekem partiya siyasî û parçebûnên çêbûn, ragihandina kurdî di asta kovarên partiyan de sînordar man. Ew jî pir bi zehmetî dihat çapkirin û gelek caran derfeta çapê jî tune bû. Di salên 80’yî û bi destpêkirina tevgera Azadiya Kurdistanê êdî xebatên ragihandina kurdî jî bi firehbûna şoreşê re ronî dît. Bi Serxwebûn destpê kir. Paşê Kovara Berxwedan û gelek sazî û dezgehên din hatin vekirin. Êdî ragihandina kurdî dest bi pêngaveke nû kir. Her çendî kovar zêde bûn Ev rewş heta salên 90’yî jî di asta nivîskî de sînordar ma. Bi destpêkirina vebûna yekem televizyona ezmanî Med Tv re ragihandina kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê gaveke nû û pêngaveke dîrokî bû. Ji wir mirov dikare bêje rojeke nû ya roja rojnamegeriya kurdî destpê kir. Vekirina yekem kenala ezmanî bandoreke mezin li ragihandina kurdî li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Em ê di vir de behsa Rojavayê Kurdistanê bikin. Êdî bernamevanî pêşket, nûçegihanî û her wekî din xebatek veşartî hate meşandin. Rêjîma Baas bi hemû hêza xwe xwest asteng bike. Hejmarek xebatkarên ragihandinê hatin girtin û demek ne kêm di girtîgehan de man. Rastî êşkence û zordariyê jî hatin. Lê xebat dibe salek ji saleke din cûdatir bû, lê xebat her dewam kir. Rewş di navberxwedaneke mezin de heta destpêka serhildanên gel ên Sûriyayê dewam kir. Bi destpêka şoreşê xebatên ragihandina kurdî pêş ket û gav bi gav sazî hatin vekirin. Zemîna ajansa Hawar li ajansa ANF’ê destpê kir. Di sala 2011’an de Rojnameya Ronahî wekî yekem saziya fermî ya şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest bi weşanê kir. Paşê Ronahî tv, ajansa Hawar (ANHA), Radyoya Cûdî û paşê gelek sazî û dezgehên çapemeniyê dest bi weşanê kirin. Her wiha gelek sazî û dezgehên ragihandinê Parçeyên din ên Kurdistanê û welatên din li vir hatine vekirin. Di asta niha nêzî 100 saziyên ragihandinê li vir hatin fermîkirin û dest bi kar û xebatên xwe kirin. Di van de zêdeyî 1800 rojnamevan û karmend dixebatin. Beşek di sazî û dezgehên navdewletî de kar dikin. di nav de saziyên ragihandinê yên bi erebî û suriyanî jî weşan dikin. her wiha gelek saziyên xweser ên jinan weşana taybet dikin. Yek ragihadina kurdî ji gelê suryanî û ereb re jî pêşengî kir. Bê guman ev gavên em behsê din ne bê berdêl hatine, di xebata çend salan de heta niha 31 hevalên me yên rojnamevan canê xwe feda kirine. Bi vê boneyê em careke din wan bi rêzdarî û minetdariyeke mezin bi bîr tînin.
-Heya çi astê Ragihandina Azad xwe kir cîhanî, hûnê guhertin û veguhertinê çawa bidin avakirin?
Tevî zehmetî û kêmderfetiyan û li cihekî wekî Sûriyê ku berê xebatên ragihandinê bi dewletê sînordar bû. Îro gavên pir mezin hatine avêtin. Ragihandina Azad li dijî navendê şerê taybet xeteke bi hêz a parastina rewa ava kiriye. Êdî gelê kurd û gelên din, heta dijminên gelê kurd ragihandina azad wekî çavkanî nîşan didin. Her çendî dibe ragihandina azad li gorî pêşketinên têne jiyankirin hinekî paş de mabe, lê gavên pir mezin hatine avêtin. Ji niha û şûn ve pêwistî pê heye, ev di warê pîşeyî û dabeşiyê de werin pêşxistin. Xebatên têne meşandin û zanîngeha Rojava û zanîngehên din wê karibin di avakirina xebatkarên ragihandinê de gavên mezin biavêjin. Ji xwe li kêleka wê jî hin akademî wekî Akademiya Şehîd Fayîq roleke wan a serke di avakirin û pêşxistina xebatkarên ragihandinê de heye. Ragihandina azad li Rojavayê Kurdistanê di piratîka salên şoreşê de gavên mezin û dîrokî avêtin. Li kêleka kar û xebatê perwedekirin û avakirina insanan ne tiştekî hêsan bû. Ev hata niha pêkan bû.
– Ragihandina kurdî di milê pişeyî, fikrî û birdozî de pêwîst e pêşkêtin bide avakirin. Li ser vê bingehê mirov çawa nêzî rojnamegeriyê bibe?
Em dinerin niha gavên siyasî li herêmê tên avêtin, ji lewma di demên pêş de pêwistî bi pêşxistina pîşeyî de heye. min beriya niha jî behsa zanîngeh Rojava û zanîngehên din kir. Divê di wir de beşên taybet û xebatên psporî werin pêşxistin. Akademiyên heyî jî lazima hîn zêdetir werin aktîfkirin. Di heman demê de kesên di şertên şoreşê de beşdarî nava xebatên ragihandinê bûn, gerek di pêşxistina kesayeta wan de jî gavên zanistî werin avêtin. Piştî serhildanên gel li Sûriyê di sala 2011’an de zêdeyî 760 kesî canê xwe ji dest dane. Di nava wan de 31 hevalên me yên rojnamevan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li kêleka wan Şehîd Gulîstan Tara û Ezîz Köyluoglû li Başûrê Kurdistanê bi êrişên balafirên dewleta Tirk şehîd bûn. Em careke din wan bi rêzdarî bi minetdarî bibîr tînin, ew in ên riya me ronî kirin û hiştin em bighêjin vê rojê. Di kesayeta wan de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin. Em ê her û her şopdarên riya wan binin û heta dawiyê ji bo pêkanîna xeyalên Nazim, Cîhan, Egîd, Ezîz, Seyîd û hemû şehîdan tekoşîna xwe hîn xurtir dewam bikin