Zekî Bedran
Sûriyê bi vê rêveçûnê wê bikaribe bi aşitî û aramiyê bijî? Ev pirs ji ber kiryarên ku hatine jiyan kirin pêwîste bê pirsîn. Dikare bê gotin ku li Sûriyê desthilata rejîma Baas bidawî bû. Niha Şamê hikûmetek heye. Komên çekdarî dê bên avakirin, tevlîbûna artêşa Sûriyê ragihandin û pejirandin. QSD’ê û herêmên Rêveberiya Xweser li rêveberiya Şamê re peymanek îmze kir. Di wê rewşê de tê xuyakirin ku ber bi aramiyê ve pêngavên cidî tên avêtin. Lê belê, pratîka ku tê dîtin, gotin û kirin hev nagire. Niha QSD’ê û Rêveberiya Xweser tam ne ketiye di nav pergalê de. Ji bona goftûgoyan deste hatine avakirin û dê hevdîtin dest pê bikin. Yên ku helwestê wan zelal e, QSD’ê û Rêveberiya Xweser e. Gelên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyan dikin û rêveberiyên heyî xwedî bernameyeke Sûriya demokratîk in û vê yekê bi awayekî vekirî ji raya giştî re radigihînin. Ew alîgirê aşitî, demokrasî û azadiyê ne.
Berovajî vê, HTŞ’ê bi makezagona demkî ya ku çêkiriye, hikûmeta ku ava kiriye û bi kirinên xwe di rêyek yekdest, dij-demokrasiyê de dimeşe. Komkujî û êrîşên koçberkirinê yên li dijî Elewiyan jî hişmendî û niyeta wan derdixe holê. Rêveberiya Şamê naxwaze berpirsyariya komkujiyan bigire ser xwe. Dema ku ji raya giştî ya hundir û derve re bertek çêdibin, hewl didin van komkujiyan bixin stûyê komên din. Hat ragihandin ku ji bo vê desteyekî lêkolînê ava kirine. Eşkere ye ku ev desteya ku wan ava kirî ye, wê li gorî ku dixwazin raporekê amade bikin. HTŞ’ê di rewşa xwe ya niha de di her warî de di bin serweriya Tirkiyê de xuya dike. Rayedarên Tirk weke heştpê dor li hemû saziyan girtî ye, û hatine îstîxbarata Sûriyê birêve bibin. Weke ku li Sûriyê xwedî derkevin, dibêjin em ê artêş û dewletê ava bikin. Di vê rewşê de, dê çiqas HTŞ’ê hebe? Bûyerên li derdora Bendava Tişrînê dê çawa bên şîrove kirin? Rêveberiya Şamê xwe diparêze û dibêje ku yên komkujiyên li ser Elewiyan tên meşandin ne alîgirê wan in, hinek komên cuda wan kiryaran pêktînin. Gelo ma ev gotin tê pejirandin? Komên navborî ragihandibûn ku ew tevlî Wezareta Parastinê ya Sûriyê bûne. Wezaretê ev yek red nekir, berovajî vê yekê piştrast kir. Ger hêzên girêdayî Wezareta Parastinê komkujî pêk anîn û wêran kirin, rêveberiya Şamê nikare bêje ku ew ne berpirsyar in. Mezinahiya komkujiyê bi helwestên hin kesan nayê ravekirin. Bêyî lihevkirin, erêkirin û piştgiriya rêveberiyê bi hezaran mirov nayên kuştin. Dema derfetên teknîkî û ragihandinê yên serdemê tê zanîn, rayedarên HTŞ’ê nikarin bêjin ku wan ev kiryar dereng bihîstine û jê neagahdarên.
Artêşa Tirk û komên wê yên çekdar bi mehan êrîşî bendava Tişrîn û herêmên Qereqozaqê kirin. HTŞ’ê ev êrîş şopandin. Bi dewleta Tirk re yekser di nava peywendiyan de bûn. Ti hewildanek ji bo rawestandina şer nedan nîşandan. Bendava Tişrînê ne ya Tirkiyê ye, ne di nav axa wê de ye. Ji sînor jî pir dûr e. Dema ku dewleta Tirk li pêşberî raya giştî nîqaş dike, daxuyaniyên xwe dide û dibêje ku ew li dijî SMO û QSD’ê şer dike. HTŞ jî dibêje ku ew bi QSD’ê re şer nakin. Rast e HTŞ niha bi QSD’ê re şerekê berbiçav nameşîne. Lê tiştek sosret heye. Hat ragihandin ku SMO tevlî artêşa Sûriyê bûye û girêdayî Wezareta Parastinê ye. Eger SMO girêdayî artêşa Sûriyê be, hêzên ku êrîşî Tişrînê dikin, artêşa Sûriyê ye. Lê HTŞ dibêje, “Em şer nakin.” Her wiha ji bo QSD’ê tevlî artêşa Sûriyê bibe jî hevdîtinên xwe didominin. Eger SMO girêdayî artêşa Sûriyê be, berpirsyariya şerê Tişrînê dikeve ser milê rêveberiya Sûriyê. Ger dewlet bêje ku em şer nakin, li dijî şer in, divê ew jî helwesta xwe ya li dijî SMO eşkere bikin. Di hevdîtinên agirbestê yên ku niha tên kirin de dewleta Tirk ji HTŞ’ê re ferman dide ku bendava Tişrînê çawa were birêvebirin. Tirk dibêjin ku; “hêzên HTŞ’ê di navbera çeteyên bi navê SMO û QSD de bi cih bikin.” Eger SMO girêdayî artêşa Sûriyê ye, çima yekîneyên din ên artêşê tên û di navbera wan û QSD’ê de bi cih dibin? Leşker fermanê dide û hêzên SMO ji wir tên derxistin. Li vir li pêşberî raya giştî ya cîhanê lîstika şanoyê tê lîstin. Tirkiye destwerdanê çawaniya birêvebirina bendava Tişrînê dike û biryara kîjan hêz wê li wir bi cih bibin dide, HTŞ’ê jî tiştên ku dibêje wek biryar dipejirîn e. Di vê rewşê de, hikûmeta Şamê dikare bêje ku Tişrîn û Sûriyê ez birêve dibim? Gelo wê karibe hêza xwe nîşan bide ku bêje ez ê peymana ku bi Rêveberiya Xweser re îmze kiriye bi vîna xwe bixe meriyet ê? Ger Tirkiye bikeve Sûriyê û dijminatiya li dijî Kurdan weke xala destpêkê bi kar bîne, ne aramî û ne jî aştî wê derbasî axa Sûriyê bibe. Tirkiye ji bo Sûriyêke despotîk û zêde-navendî hewl dide. Tirkiye li pêşiya yekîtî û demokrasiya Sûriyê astenga herî mezin e.