Farûk Sakik
Serdema nû, an jî banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê her tim divê ku di rojeva Kurdan de be. Di siyaseta Tirkiyê de an jî li cîhanê de, çi diqewime bila biqewime, ji bo Kurdan rojeva esas divê pêngava nû be. Em îroj vê yekê hêdî hêdî di pêşveçûn û têkoşîna Kurdan de dibînin. Hemû sazî û Kurdên xwe berpirsyar dihesibînin li gorî vê yekê tevdigerin. Ev yek pêşketinek erênî ye.
Di qada siyasetê de fotografên erênî hene. Kesayet û partiyên hetanî îroj nedihatin cem hev em dibînin ku hevdîtinan pêktînin, daxwiyaniyan didin. Ji bo yekîtiya Kurdan gavên girîng têne avêtin. Bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistan me ji van fotografan re şahidî kir.
Di demek wiha de me dît, Medyakarên Kurdistanî yên li dîasporayê dijîn jî xwe li gorî vê serdemê bi rêxistin kirin. Rojnamevanên Kurd ku li ser banga zêdetirî 70 xebatkarên medyayê yên ji welatên cuda ên Ewropayê li bajarê Aalst ê Belçîkayê hatin ba hev. Di vê komxebatê de, nîqaşa rêxistinekî ku wê ji serdema nû re bibe bersiv kirin û biryara avakirina ‘Kollektîfa Medyakarên Kurdistanî li Ewropayê’ dan. Tarîxa, vê civîna avakirina Komeleya Rojnamevanan, bi taybet nêzî roja avakirina Rojnameya Kurdistanê hatibû destnîşan kirin.
Rojnameya Kurdistanê di 22’yê Nîsana sala 1898’an de, ji aliyê Miqdad Midhat Bedirxan ve li Qahîreya paytexta Misrê dest bi weşana xwe kiribû. Destpêka weşandina rojnameya Kurdistanê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî bû. Roja destpêka derxistina vê rojnameyê, îro ji aliyê hemû dezgehên kurdî ve weke destpêka rojnamegeriya kurdî hat qebûl û pîroz kirin.
Piştî vê rojnameyê hemû rojnameyên dest bi weşanê dikirin Rojnameya Kurdistan wek kevneşopiya ragihandinê dîtin û li ser vê bingehê dest bi weşanê kirin. Di sala 1913’an de ji bo Kurdan guhartinên girîng çêdibin. Ji aliyê fikrî ve, di destpêkê de gelek rêxistin û rewşenbîrên Kurdên wê demê, çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê, di çarçoveya parastina yekîtiya Dewleta Osmanî de, bi pêşxistina reforman û naskirina mafê kulturî yê miletê Kurd dinirixandin.
Lê piştî ku desthilatdariya Partiya Îttîhad û Terakkî, xwe bi xet û îdeolojiya turkçîtiyê girt û xwestin vê yekê bi zordarî li ser miletên din jî ferz bikin, gelek sîyasetmedar û têkoşerên Kurdistanê, bi navê “Cemiyeta Tealiya Kurdistanê” bi rêxistinbûn. Di vê demê de, kovar û rojnameyên kurdî yên ku hatine çapkirin û belavkirin, girêdayî Cemiyeta Tealiya Kurdistanê û rêxistinên nêzîkê wê bûn.
Sê kovar û rojnameyên peryodîk ên girîng di vê demê de hatine weşandin; Jîn, Kurdistan, Serbestî.
Lê di dawîya salên 1922’yan de bajarê Stenbolê ket bin desthilata M. Kemal û hikûmeta Enqerê. Ji wê demê şûn ve hemû cûre xebatên rewşenbîrî û siyasî yên Kurdan hatine qedexekirin.
Ji Cemiyeta Tealiya Kurdistanê hetanî roja me dema rêxistinek dihat avakirin, di destpêkê de kovar an jî rojnameyek derdixistin da ku armanca xwe bi vê kovarê di nav civakê de belav bikin.
Civak gelek caran ev rêxistin bi navê kovarên wan nasdikirin. Di roja me de jî her tevger û rêxistin Telvîzyon-Radyo-rojnameyek xwe heye. Di roja me de êdî hejmara Tv, Radio û Rojnameyên Kurd nayê zanîn. Kurd jî wek welatên cîhanê, di warê ragihandinê de gelek pêşketîne.
Çawa di dema Cemiyeta Tealiya Kurdistanê de kovar rojname ji vê cemiyetê re xizmet dikirin. Îroj dîsa va ji bo Kurdan serdemek ku dişibê wê demê heye. Medya Kurd jî îroj alîgirê kîjan rêxistinê bibe, ev yek danîne aliyekê û ji bo serdema nû, li Brukselê hatin cem hev û bi rêxistin bûn.