Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Vegera koçberan wê bidome û divê Rêxistinên Navdewletî bibin destek’

23/04/2025
in ROJEV
A A
 ‘Vegera koçberan wê bidome û divê Rêxistinên Navdewletî bibin destek’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Rêveberiya Xweser di 23’ê Çileya 2025’an de “Bernameya Vegera Dilxwazî” a koçberan ragihand û heya niha nêzî hezar û 500 koçber vegeriyan. Hevserokê Ofîsa Karûbarên Penaber û Koçberan Şêxmûs Ehmed Diyar kir ku vegerandina koçberan wê berdewam bike  û got, “Divê Rêxistinên Navdewletî bibin destek.”

Di 23’ê Çile de Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê “Bernameya Vegera Dilxwazî” ji bo koçberên di herêmê de dest pê kiribû. Ji 15’ê Nîsanê ve careke din kesên ku dixwazin vegerin herêmên xwe hate destpêkirin. Girêdayî vê mijarê Hevserokê Ofîsa Penaber û Koçberan Şêxmûs Ehmed bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Di 23’ê Çile de Rêvberiya Xweser “Bernameya vegera Dilxwazî” ji bo koçberan da destpêkirin, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Piştî hilweşîna rêjîma Baas sûRIYê ber bi qonaxake nû ve herikî. Rêveberiya Xweser biryara vergera koçberên di herêmê de di 23’ê Çile de îlan kir. Ev biryar ji bo Raya Giştî bi taybet ji aliyên têkildar yên weke Neteweyên Yekbûyî, Hikumeta nû a Şamê. her wiha weke mizgîniyekê ji bi hemû koçberên ku dixwastin vegerin cih û warên xwe .

Ev biryar sê aliyan di nava xwe de dihewîne, yek koçberên Sûriyê yên di kampan de, yê din koçber û penaberên di Kampa Holê de ku barê herî giran li ser milê Rêveberiya herêmê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn daye avakirin her wiha ji bo koçberên ku bi darê zorê ji cih û warê xwe derketine (Gelê Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî) ku divê di zûtirên dem de vegerin warên xwe. Vegereke bi ewle û rûmet bêyî ku dagirkerî hebe. Her wiha komên çeteyan û malbatên biyanî yên ku dest danîne ser mal û milkên wan, derkevin. Di çarçoveya vegera koçberan de 2 beş ji koçberên Kampa Erîşa derketin û vegeriyan malên xwe.

Careke din vegera  koçberan ji kampên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin, di kîjan kampan koçber vedigerin cihê xwe, vegera wan çawa tê rêxistinkirin û di bin gerantiyeke çawa de dighêjin cihên xwe?

Ev veger divê di bin garantiyeke saziyên navdewletî bi taybet a UN’ê de bê kirin. Di beşa sêyemîn de hejmarek nêzî 200 malbat ji Kampa Mahmûdlî a girêdayî kantona Tepqayê vegeriyan warê xwe yên resen, ji Kampa Ebu Xeşeb a Dêrezorê vegeriyan warên xwe yên di bin desthildata Şamê a nû de. Her wiha Kampa Erîşa ku heyanî niha zêdetirî 100 kesî vegeriyane herêmên Dêrezorê. Di vê carê de weke tecrûbeya yekem a UN, Ofîsa wan a Qamişlo, Ofîsa Tîkiliyan a UN’ê li Şamê,  berpirisyarên vegera penaberan ji bo cih û warên xwe û her wiha Ofîsa me û Rêveberiya Xweser tê de amede bûn. 11 malbat ku bêtirê 90 kesî pêk dihatin. Di aliyê locistî de alîkarî hate dayîn otombêl ji wan re hatin erkdarkirin û ew gihandin herêmên wan. Ev yek jî di bin garantiya UN de hate kirin û wê di demên pêş de hejmarek din ji malbatên di Kampa Erîşa de vegerin malên xwe.

Gelo hejmara giştî a koçberên Sûriyê di herêmê de çiqas e û yên ku vegeriyan e çiqas in?

Ji destpêka aloziya Sûriyê de bi sedhezaran berê xwe dan herêmên Rêveberiya Xweser. Hin ji wan di kampên fermî ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatine avakirin bi cih bûn, derveyî wê gelek kes di kampên serbixwe ne ferîmî bi cih bûn. Her wiha gelê me yên Efrîn ku di vê dawiyê de derbasê herêmê me bûne. Bi giştî xelkên ku berê xwe dane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 2011 heyanî 2025’an Milyonek derbas kir. Di dema niha de bi giştî hejmara koçberên ku di kampan, navendên pêşwaziyê û di hemû bajarên herêmê de bi cih bûne, bi taybet piştî derbasbûna gelê me yê Efrînê û Şehbayê heta niha 400 hezar kes heye.  Ji Kampa Erîşa û Ebu Xeşeb nêzî hezar kesî vegeriya ne, her wiha ji Kampa Mehmûdlî nêzî 500 kes vegeriyan e.

Di demên pêş de pilanameya we di dosiya vegera koçberan de çi ye?

Pilannameya me bi saziyên Neteweyên Yekbûyî re ye ku, ji tevehî kampan re alîkarî û desteka vegrandinê bê kirin. Bi tayebt ji Kampa Holê re ew jî divê hejmareke albatan heye dixwazin vegerin welatên xwe û her wiha ya Erîşa jî. Ji bo pilansaziya vegera koçberên bi darê zorê ji cih û warên xwe derketine yên weke (Efrîn, Serê Kaniyê û girê Sipî) divê ev pêvajo di demeke nêz de bikeve piratîkê û li ser bingeha vegereke bi ewle; gel vegere herêmên xwe. Bê guman ev jî xwe dispêre danûstandinên ku bi hikumeta nû a Sûriyê re tên kirin e û divê di vî warî de saziyên navnetewî rola xwe bilîzin.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.