Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bendava Şehîdan Kobana duyemîn e!

23/04/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Derektina dewleta Tirk, çareseriya aloziya Sûriyayê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Czîrî

Piştî hilweşîna rêjîma Esad û hatina Heyet Tehrîr El-Şam ser desthildariya Şamê gengeşeyek mezin di asta siyasî û civakî ya Sûriyayê de derket. Bi taybet ji ber pirengiya civaka Sûriyê û ji ber rêjîma Baas di nava civakê de nakokî û tevlîhevî mezin kiribû, ev metirsî zêdetir bû.

Bi komkujiyên li Berava Sûriyê ku di encamê de bi hezaran welatiyên Elewî li beravê bi destê çekdarên HTŞ’ê û komên girêdayî dewleta Tirk ku qaşo di bin banê Wezareta Parastinê ya Sûriyê dene, metirsî zêdetir kir. Bi vê yekê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Welatên Ewropa û heta welatên ereb ên digotin Desthilata Ehmed El-Şeri di bin tecrubeyê de ye, nêrînên xwe kêm be jî di asta daxuyaniyên ragihandinê de dan guhertin.

Dewleta Tirk dema dît Rêjîma Esed li ber hilweşînê ye, dest bi êrişa li dijî Şehba û Minbic kir. Xwest aqûbeta Rêveberiya Xweser a desthilata Şamê be. Ji bo armanca xwe pêk bîne, bi hezaran çeteyên biyanî û yên Sûriyê xistin dewrê. Di heman demê de li Dêrazor, Reqa, Hesekê û Tebqa jî şaneyên DAIŞ’ê û hemû çeteyên xwe êyn din xistin dewrê. Rêveberiya Xweser welatiyên Şehba veguhestin herêmên bi ewle û bi armanca pêkanîna agirbestan QSD’ê ji Minbicê vekişiye. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe li ser Bendava Tişrîn, Dêrhafir û Pira Qereqozaqê dewam kir.

Dewleta Tirk bi van êrişan û tevgera şane çeteyên li hindirê herêmên Rêveberiya Xweser hemû hêza xwe xist dewrê, xwest Bendavê û Dêrhafirê dagir bike û wiha Tebqa û Reqa bixe armanca êrişên xwe. Bi dagirkirina pira Qereqozaqê jî xwest riya Kobanê bixe bin kontorla xwe û riya M4 ya stratejîk bixin bin kontrola xwe.

Lê şervanên QSD’ê û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Çawa berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ’ê ket dîroka gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedana Bendavê bi heman giraniyê ye. Di Bendava Şehîdan de gel jî li ser piya ye û heta niha berxwedana xwe didomîne.

Hevgirtina gel û şervanan û pêşxistina Parastina Rewa ku di Kobanê de fireh bibû, li Bendava Tişrînê bi encamtir dibû. Berxwedana Bendavê çawa Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê destpêka pêngaveke nû ji gelê herêmê re vekir û di encama berdewama wê de DAIŞ’ê li ser erdê têk çû. Berxwedana bendava Tişrînê jî bi berdewama xwe bûye destpêka têkbirina siyasetên qirkirin û tunekirinê ku dewleta Tirk bi salane li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê daye meşandin.

Fermandara QSD’ê û Endama Fermandariya YPJ’ê Rohilat Efrîn jî ev serkeftin di serdana xwe ya ji nobedarên Bendavê re anî ser ziman. Şervanên QSD’ê û YPJ’ê di tûnêlên şer de gotina xwe gotin û rê ji fermandarên xwe re vekirin. Ev berxwedan bi hemû şêwayên xwe dişibihin berxwedana tûnêlên şer ên gerîlayên azadiyê li herêmên Parastina Mediya, li wir jî dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û bi çekên qedexekirî û jehrê êriş kir, lê yên serkeftin bi dest xistin, gerîlayên HPG’ê bûn.

Wê berxwedanê dewleta Tirk û hêzên komploger neçar kir, bêne pêvajoya aştiyê ku bi Peyama Rêber APO ronî bûye. Tenê berxwedan riya aşitî û azadiya civakî ronî dike.

ShareTweetPin
Please login to join discussion

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.