Argêş Vîyan/Qamişlo
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd bibîrxist ku hevpeymana li Helebê hatibû îmzekirin ketiye meriyetê û wiha got: “Ev hevpeyman deriyê vegera koçberên Efrînê vekir.”
Di derbarê hevpeymana 1 Nîsana 2025’an li ser bingehê xalên lihevkirinê ji bona taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatibû îmzekirin û vegera koçberên Efrînê de, Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
– 1’ Nîsana 2025’an li ser hevkirina Meclisa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, di navbera Rêveberiya Xweser û desthilata Şamê ya nû de hevpeymanek hat îmzekirin. Li gorî wê hevpeymanê xalên heya niha ketine meriyetê çi ne?
Li gorî hevpeymana ku hatiye îmzekirin ya di navbera Rêveberiya Xweser û Desthilata Şamê ya nû de gavekê girîng bû ji bona statûya tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Heya niha hîn gavên pratîk hatine avêtin. Di çarçoveya wê hevpeymanê de veguheztina hin dîlgirtiyan hat kirin. Her wiha hêzên YPG û YPJ’ê yên ku parastina ewlehiya taxan erkdarbûn hêzên xwe kişandin û şûna wan hêzên Ewlekariya Hindûrîn hatin erkdarkirin. Hemû kar û xebatên parastina hindurîn radestî Hêzên Ewlekariya Hindûrîn hat kirin. Dîsa di heman bingehê de, hin bendên kontrolê yên hevbeş hatin çêkirin û hêzên Ewlekariya Hindûrîn û hêzên ewlehiyê yên girêdayî desthilata Şamê bi hev re kar û xebatên ewlehiyê bimeşînin. Disa di heman demê de di navbera saziyên xizmetgûzarî yên civakî yên girêdayî Rêveberiya Xweser û yên girêdayî hikûmeta Şamê di çawa bi hev re kar bimeşînin, li ser wê jî danûsitandin tên kirin. Li gorî van xalên me gotin di aliyê hikûmeta Şamê de jî, hin gavên erenî hatin avêtin. Bê guman dema ku ev gavên erenî mirov dibîne, di navberea peywendiyan de xurtbûyinê dide avakirin. Lê pewist e pirên baweriyê hîn bên xurtkirin û li ser xalên din jî bê sekinandin. Xalên ku li ser wan lihevkirin hatiye kirin yên ku bikevin merîyetê hene û gorî wê bingehê jî xebat tên xwestin. Em jî, bawerin ku dê hîn gavên erenî ji bona taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bên avêtin. Sedema îmzekirina wê peymanê herî girîng ew e ku ji bona aramiya welatî û niştecîhan bê sazûmankirin. Aliyekê din jî me dikarî bi îmzekirina wê hevpeymanê taybetmendî û xweseriya wan her du taxan biparêzin. Di heman demê de jî çarçoveya rêveberin û hunerî de xwe biparêzin.
– Li gorî wê hevpeymanê dê rewşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çawa bibe û pêvajo dê bi çi şêwazî bê meşandin?
Li gorî vê hevpeymanê di aliyê hikûmeta Şamê jî hat pejirandin ku pêkhate û fikrên cûda li Sûriyê jiyan dikin, hene. Ev pirrengî û pirçandiya li tevahî Sûriyê bi hevpeymanê jî hat teqezkirin. Xweserî û taybetmendiyên cuda yên netewan li Sûriyê hene û ev jî neçar bûn ku wê xalê bipejirînin û wê hevpeymanê bipejirînin. Hişmendiya ku yek ol û yek ziman di aliyê gelan ve xeter hat dîtin û di heman demê de jî ev hişmendî pêşîya komkujî û qirkirinan vedikir. Pêvajoya ku li gorî xalên wê hevpeymanê ew e ku taxên Helebê yên ku gelemperî Kurd têde jiyan dikin û bi taybet koçberên Efrînê yên ji ber dagirkeriyê reviyabûn ev bû ku xwe bi hêza xwe rêvedibin. Ev tax di heman demê de jî bi fermî girêdayi hikûmeta Şamê bê li gorî hevpeyman ku hatiye îmzekirin. Dê li gel wezareta ewlekariya bajarê Helebê di nav danûstandin û peywendiyan da bin. Yên ku di nav hêzên ewlekariyê de cih digirin zarokên taxê ne û bixwe ewlekarî û parastina xwişk û birayên xwe pêk tînin. Pergala parastinê dê dest Meclîsa taxê de bê û biryarên xwe bi vîna azad dê bidin û pêk bînin. Aliyê din jî saziyên xizmetgûzarî û tendûristiyê jî di heman şêwazê bi wezareta bajarê Helebê re têkildar bin û di nav peywendiyan de bin. Zimanên perwerde dê Kurdî û Erebî bên dayin û di aliyê zimanê dayikê de xebatên weke pergala Rêveberiya Xweser bên meşandin. Ev hevpeymana li gor hevpeymanêkê ku gel Şamê jî bê kirin li gor wê jî dê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bê xurtkirin. Raste ev herdu taxan girêdayî bajarê Helebê ne, di heman demê de jî pirrengî û pirçandiyekê mezin di nav niştecîhên taxê de hene. Dê taybetmendî û pirrengî bi îmzekirina wê hevpeymanê bê parastin û ev hevpeyman dê bibe destpêk ji bona pergala tevahî Sûriyê bê mîsogerkirin. Li ser wê bingehê dê ev hevpeyman ket merîyetê û dê çalaktir jî bibe.
– Hevpeymana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê pêşiya vegera koçberên Efrînê vebike an na?
Weke tê zanîn jî ji berê de yên ku ji ber bê sedemên aborî û bêderfetiyên ku rejîma Baas’ê li Efrînê avakiribûn derbasî Helebê bibûn û di heman demê de jî, ji ber êrîşên dewleta Tirk ya dagirker koçberî Şehba bibûn û derbasî Helebê bûn, li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jiyan dikin. Bê guman dema ku ev lihevkirin çêbû û peyman hate îmzekirin ev jî bû destpêk ji hêviya vegera koçberên Efrînê re. Ev deriyek bû ku gav bi gav pêşiya vegera koçberên Efrînê vekir. Ji bilî Helebê jî yên ku bi darê zorê neçar bûn koçberî Ewropa û beşên din yên Kurdistanê bûne dê vegera ya bi ewle ji bona Efrînê bê meşandin. Mijarekê girîng ji bona welatiyên ku hatine rewandin û girtin jî aliyê çeteyên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker ve bên berdan. Ji bona hemwelatiyên ku karê wan li Efrînê hebin weke geştiyarî bikarin biçin Efrînê jî xebatên girîng tên meşandin. Pêwist e astengî û zextên pêşiya welatiyan bên rakirin û em jî weke nûnerên Rêveberiya Xweser xebatên xwe zêde kirin e. Di heman demê de jî pirsgrikên welatiyên Efrînê pir zêde ne û divê bê çareserkirin û bi ewle vegerin cih û welatên xwe. Hîn revandin û zextên li ser welatiyan berdewam dike û metirsiyên li ser vegera koçberan neyên çareserkirin em niştecîhan nikarin di bin xeteriya de vegerînin. Li gel rayedarên hikûmeta Şamê li ser van mijaran nîqaş û civînên me yên taybet çêdibin û em ê vegera koçberan bi şêwazekê ewle pêk bînin. Li ser wê bingehê jî em slavên xwe ji bona koçberên bajarê Efrînê dişînin.