Nehîr pale
Destdirêjiya li hemberî jinê gihîştiye asta ku mêr zefk jê bigre û sîstemên dagirker jî weke çekekî li hemberî jin û civakan didin bikar anîn. Gelek teşeyên destdirêjiyê hene û ev yek ne tenê li ser jinê tê meşandin, bi heman çekê êrîşî civakan dikin. Jin tenê weke bermalî dîtin, ji siyasetê dûrxistin, bê aqil dîtin, hestewer şîrove kirin, mêr ji jin re çareserî dîtin, şerê taybet bi hemû rêbazan li ser jinê dayîne meşandin, ji bo berjewendiyên xwe jin dayîna bikar anîn, fîzîka jinê kirine mijara bazarê, cûdayî xistina navbera jin û mêr, tûndî li ser dayînan meşandin, her tişt li jinê qedexe kirin û ew ji her tiştî bêpar hiştin, ev hemû rêbazên cinsiyetparêziyê ne û navê wê destdirêjî ye.
Rêber APO di parêznameya 4’emîn a Rojhilata Navîn de di peregrafekê bi sernavê `Cinsiyetparêzî û Dewleta Netew` çawa destdirêjî dikeve bin xizmeta netew dewletê de analîz dike û wiha dibêje:`Desthilatdariya di forma dewleta netewe de hatiye mezinkirin, hêza xwe bi giranî ji vê cinsiyetparêziyê digire. Cinsiyetparêzî fonsiyoneke coşê ya biyolojîk nîne; îdeolojiyek e ku herî kêm bi qasî milletgiriyê rê li desthilatdarî û dewleta netewe vedike`.
Her wiha Rêbertî têkildarî heman mijarê balê dikşîne ser hinek gotinên di pirtûkên pîroz de hatine nivîsandin an jî di mejiyê civakê de hatiye çandin. Mînak di pirtûkên pîroz de hatiye nivîsandin `Jin erdên we ne, hûn çawe dixwazin, dikarin wisa biajon, Jin mîna sazekê ye dilê we çawa dixwaze hûn wisa dikarin lê bidin, ço ji ser serê wê, zarok jî ji malzaroka wê kêm nekin` ev gotin hemû îfadeya destdirêjiyê dikin. Civaka cinsiyetparêz li ser vê zîhniyetê nêzî jinê dibe. Ji ber vê yekê jina dikeve nava xebatên rêxistinî û siyasî de li ser sîstemê xeter tê dîtin. Jina siyasetmedar çek ranake û kesekî nakujê bi rêbazên aştiyane xwedî li hebûna xwe derdikeve û daxwaza dawî li anîna cinsiyetparêziyê dikin. Jin hewl didin ku bi rêbazên siyasî û qanûnî pirsgirêka cinsiyetparêziyê were çareser kirin. Sîstemên dagirker vê yekê sûc dibînin û bi çavekî dijminayî li jinê dinêrin. Destpê dikin êrîşî jinan dikin, wan digrin, di işkenceyê de destdirêjî fîzîka wan dikin, hukmê salên dirêj di zîndanê de mayîn li wan dibirin an jî hukmê darvekirinê didin wan. Zîhniyeta ku dibe sedemê berdewamkirina destdirêjiyê cinsiyetparêzî ye.
Li Afxanistanê kiryarên tevgera Talîban li ser jinê, polîtîka dewleta Îranê li hemberî jinê dide meşandin, êrîşkirina dewleta Tirk a li ser jinan, înkarkirina hikûmeta Şamê ya hebûna jinê û li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê destdirêjiya jin hîna berdewam dikin. Hemû saziyên qanûnî û olî çavên xwe ji vê yekê re digrin û sûd ji vê yekê werdigrin. Heyanî ji hêzên dagirker tê hewl dide ku cinsiyetparêzî û destdirêjiyê têxe bin xizmeta xwe, têkoşîna jin bê wate bikin. Ji ber vê yekê dîroka jin nehatiye bilêv kirin, desthilatdaran dîrok nivîsandine û hebûna jinê bi temamî înkar kirine. Têkoşîn û berxwedana jin nayê ziman û eger navê hinek jinên mîna Zenûbiya were dayîn jî, li gorî berjwendiyên desthilatdaran agahî li ser wan didin. Dîroka jin berevajî kirin, ew destdirêjiya herî mezin e.